Diyarname
Heyeta Mutevelî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî du salan carek Civîna Lijneya Giştî li dar dixe. Di civîna 18'ê adarê de rêveberî nû kir.
Di encama civînê de Îbrahim Gurbuz, Elif Gun, Nihat Gultekin, Hasan Kesler û Salih Kevirbirî wekî endamên esil ên Lijneya Rêveberî hatin diyar kirin. Can Şeker, Faraşin Çelebi û Baran Zeydanlioglu jî wekî endamên rêveberiyê yên yedek hatin hilbijartin.
Piştî vê yên hatin hilbijartin civîn li dar xistin, İbrahim Gurbuz ji bo serokatî, Elîf Gun ji bo cîgira serok, Nîhad Gultekin jî ji bo saymanî hat diyarkirin. Nezîrê Cibo wekî Nûnerê Amedê dê peywira xwe bidomîne.
Endamên Lijneya Qontrolê jî wekî Celâl Temel, Halit Yalçin û Gulten Madenli hatin diyarkirin.


