Diyarname
Şaxa Egitim Sena Batmanê îsal cara sêyemîn e “Pêşbirka Helbestên Kurdî” li dar dixe. Pêşbaziya ku meha borî hat dest pê kirin, heta 22’yê vê mehê serîlêdanên wê didomin.
Şaxa Egitim Sena Batmanê ev pêşbazî kiriye wekî kevneşopî ku îsal cara sisêyan li dar dikeve. Îsal pêşbazî diyarî Cegerxwîn kirine roja dawî ya ji bo beşdarîyê 22'yê avrêlê ye.
Îrfan Amîda, Elîxan Loran, Nûroj Munzur û Rêdûr Dîcle wekî endamên juriyê ne ku berhemên bên dê binirxînin. Ji bo yekemînî dê 10 hezar, duyemînî 7.500 û ji bo sêyemînî jî 5 hezar TL wekî diyarî dê bidin beşdaran. Encamên pêşbaziyê wê roja 15’ê gulana 2025’an bêne eşkere kirin.
Va ne şertên pêşbaziyê:
1. Helbest divê bi lehçeya kurmancî bêne nivîsandin.
2. Helbest berê divê li cihek din beşdarî pêşbaziyê nebûbîn û nehatibin weşandin.
3. Her beşdar tenê dikare bi helbestek beşdar bibe.
4. Divê xwediyê/a helbestê gere berê pirtûkek helbestê çapkirî be.
5. Helbest divê di programa Wordê de bê nivîsandin û ji navnîşana sendikaninbatman@egitimsen.org re bêne şandin.
6. Di dosyaya şandî de divê jînenîgariya helbestvan û agahiyên din hebin.
7. Şaxa Egitim-Sena Batmanê xwedî maf e ku helbestên beşdarî pêşbaziyê bûne wekî pirtûk çap bike.


