logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Huner, hunermend û Hozan Dîno

  • Dîrok: 31/07/2026
  • Beş: Serbest

Ji bo guhdarîkirinê:

 


___Yaşar Eroglu___


Nîqaşên vê dawiyê yên li ser huner û hunermendan careke din huner û hunermend xistine rojevê û bi bîr xistin. Huner û hunermend çi ne, divê çawa bên nirxandin, ez ê gotina dawiyê ji ehil û pisporên wê re bihêlim lê wekî kesekî ez ê nêrînên xwe diyar bikim. Helbet li ser mijarê eger şaşî û kêmasî hebin ew ên min in, min eleqeder dikin.

Li gorî min huner mijareke afirîneriyê ya pêcirî (qabiliyet) ya cewherî ya karina mirovan e. Eger di pîşeyê tê kirin de afirînerî û pêciriya cewherî tune be, behsa hunerê nikare bê kirin, tiştê tê kirin ne huner e. Pê ve girêdayî divê pênaseya huner û hunermend li ser van esasan bê kirin. Bi qasî van esasan, exlaqê li ser van esasan bûye çand jî girîng e û huner û hunermendiyê eleqedar dike. Nîqaşên hatin kirin nîşanî me da ku divê kesên bi hunerê re eleqedar in, her wisa jî kesên hunerê dinirxînin bi awayekî hêsan û erzan nêzî hunerê û hunermendan nebin. Hunerê bi xwe re pîvan, exlaq û çandek afirandiye. Bi qasî wê jî kêm-zêde normên hunerê û hunermendan dirûv girtine.

Wênesazî jî huner e, sazbendî jî, dengbêjî, stranbêjî, helbestristî û gelek pîşeyên pêk tên huner in. Kakilê wan ê hevpar ev e; di naveroka pîşeyê de çiqas kûrahî, afirînerî, hest û keda bijare heye, ev yek çiqas baş hatine ristin-honandin, ahenga wê heye û hwd. Deng, gotin, dîtbarî, teşe çiqas li ser mirov bandor dike, hest û ramana ku afirînerê wê dixwaze bide çiqas mirovan dikişîne nav xwe, hunerê pênase dikin. Ev hêman tev bi afirîneriyê re girêdayî ne.

Ku bazirganî, popûlîzm, dek û dolab û hwd bikevin nav têkiliyên hunerê, huner ji rastiya xwe dûr dikeve, dibe amûreke têkçûna hunerê. Hunermend ew kes e ku di kesayet û hunera xwe de vê hevsengê pêk bîne. Her wiha rojeva civaka xwe dûr nekeve, bibe ziman, hest û hêviya gel û civaka xwe.

Piştî vê dahûrandinê ez ê behsa hunermendekî kurd bikim. Ew hunermend Hozan Dîno ye ku nav û dengê wî qasî hunera wî nayê zanîn. Ango qasî ku heq dike di qada hunerê de cih nagire. Hozan Dîno, Dîno Baz an jî bi navê xwe yê nasnameyê Yûsûf Şahîn.

Wekî her kesî min jî Hozan Dîno bi deng û hunera wî nas kiriye. Bi salan e carinan ji dûr ve, carinan ji nêzik ve wî dişopînim. Dîno di nav refên hunermendan de ji xwe re cihekî taybet pêk aniye. Bi min, di her aliyî de bi rastî navê hunermendiyê heq kiriye. Heta niha her berhema xwe, xwe nivîsiye, xwe beste kiriye, yanî muzîka wê bixwe çêkiriye, xwe straye. Her tiştê berhemê aîdî wî ye. Ev pêciriyeke huneriyê ye. Ji bilî dengbêjên sereke wekî Evdalê Zeynikê, Reso û Şakiro kêm kesan ev pêcirî di jiyana xwe ya berhemî de nîşan daye. Çawa ku Bethoven, Mozart û navdarên muzîka klasîk bê gotin tenê bi deng û amûran jiyana hêmayî afirandibin, Hozan Dîno jî bi gotin, deng û muzîkê hêmanên ji wî re bûne derd, keser, şadî û bextewarî honane, hêmayên bêhempa afirandine. Pêşiyê gotin bi hest û ramanên xwe honaye, paşê besteya wê wekî awaz afirandiye û di dawiyê de xwe deng daye, straye. Bala xwe bidinê ne gotin, ne muzîk ne jî deng teqlît, kopî û jibergirtin nîn in, resen in, orjînal in.
Ferhenga Vîkîpedya ji bo Hozan Dîno wiha nivîsiye: 
“Dîno hemû muzîk û gotinan xwe dinivîse, aliyê albumên wî yên awarte, hem gotin hem muzîk bi temamî aîdî wî ne. Dengê wî yê bêhempa ew kir fîgurekî naskirî yê muzîka kurdî.”

Dengekî resen tê bihîstin, dibêje:
Gula min bi xwînê şûştin/ Ser axa wê bê war hîştin/ Parçe kirin, hev qetandin/
Bilbila wê sêwî hîştin.

Meriv rastiya welatê xwe bi gotin, muzîk û awaz ji vê xweştir dikare bîne ziman?

Hêstir li çavê'm dotin/ Dil û cîgera'm sotin/ Xewn û xeyalê'm firotin/ Me dîsa serî hilda/ Li nav xwîna xwe jîn da/ Tovê jîyanê evîn da.

Ev rêzik jî nişana vê yekê ne ku Hozan Dîno pê bi pê bi geşedanên welatê xwe û gelê xwe re meşiyaye. Hunermend ew e ku di heyama lê dijî de keser, derd, êş û coşên wê heyamê by pas neke, pê re bijî, seh bike û bi pênûsa xwe, firça xwe, gotin û stranên xwe bîne ziman. Dîno jî wisa kiriye, xewn û xeyalên bi êş û keserên gel û welatê xwe neqişandine. Hûn bala xwe bidin berhemên Bethoven, Mozart, Bach û yên din bi heman awayî wêneyên serdemên xwe ne. Xalifîna wan a ji serdeman nîn e.

Hozan Dîno tu car nîqaşên ji bo pere, kariyer, ezezî û hwd derneketiyê pêş, min nebihîstiye. Her tim nefspiçûk, mutewazî tê nasîn. Ji bilî berhem û xebatên xwe li paş, xweşbîn, giran tevgeriyaye. Xwe dûrî popûlîzmê, xwenîşandanê girtiye. Ev pêcirî û meziyetên hunermendên mezin in. Ji ber vê yekê jî gelek caran ji çavan, belkî ji dilan jî dûr maye, qasî ku heq dike bal nekişandiye. Lê ev meziyet wekî xalîçeyeke bi keda destan hatibe honandin, bi demê re nirxê wê derdikevin holê, tu car kevn nabe.

Neçe dûr, neçe dûr/ Bahozên dilê min raneke/ Roja li min tarî neke/ Min ji hîvê re deyndar neke/ Neçe dûr, neçe dûr. 
Û dewam dike: 
Oy yarê, oy hevalê/ Stêrka şevên tarî/ Hêvîya dilên sar î /Nabînim, tu ji min dûr î.

Hozan Dîno, hunermendekî mezin e, ji gelê kurd û hezkiriyên xwe eleqeyeke hêja dîtiye, di dilê wan de cih girtiye bê guman. Lê bi giştî qasî ku heq dike nehatiye derxistin pêş. Gelê kurd pozisyona Hozan Dîno piştî van nîqaşên di qada hunermendiyê de derketine gelek baş dibîne. Hozan Dîno û hunermendên wekî wî hêja divê bên dîtin û rûmet bê dayîn. Ew bi hunera xwe, bi karakterên xwe tevdigerin.
Ew rûmeta hunerê û nirxê gelê kurd û hunerhezan in.

 

 

***

Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!

- Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn

- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'

   

 

 

 

*******************************************************
 

ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
 

Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA 
Kreosus.com'ê bitikînin

LÎNKA
Patreon'ê bitikînin

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

LEWergera sisêyan derket

ad

Liverpool piştî 45’an hêrs bû: 3-2

ad

Ji Nûbiharê çapa diduyan

ad

Mamosteyeke kurd ji ber dersa kurdî hat cezakirin

ad

Berendamên 'Oscarên Biyanî' li Stenbol Modernê ne

ad

Li Entab û Edeneyê 10 jê zarok 15 kes birîndar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname