Diyarname
Li Stenbolê barangeke gelek gur barî û jiyan felc bû.
Va ye bilançoya rojê:
- Li gor Walîtiya Stenbolê:
Li metrekareyê 200 kilogram zêdetir baran barî.
Hezar û 277 cih di bin avê de mane.
Li 15 cihan erdherik (ax herikî) çêbû.
47 kes li cihnan asê man û ew hatin rizgarkirin.
Gelek otobusên ÎETT'yê jî têde gelek erebe di rêde man.
Li Metroya Kayaşehîrê bi vê hat dagirtin; Metro betal bû.
Tramvaya Alibeykoy-Eminonu betal bû.
Li gelek cihan avê erebe dan ber xwe û birin; Gelek zirar heye.
2 KES MIRIN
- Walîtiya Stenbolê eşkere kir: Li Parka Çukurbostanê ya Fatiha Stenbolê zarokek 14 salî bi navê M. İ. dema pêl li ava kombûyî kir, elektrîk lêket û mir.
- Li Ayazagaya Sariyera Stenbolê kesek 34 salî yê bi navê S.Y. dema li Kolana Dereboyu, li ber konukevî derbasî aliyê din dibû li erdê ket û serê wî li kevirên peyarê ket. S.Y. ku nekarî rabe li nav ava kombûyî xeniqî.
- Herî zede li Başakşehîrê, bi taybetî li dor Stada Olîmpiyatê û li Sariyerê herî zêde lehî rabû. Li Sariyer û Kagithaneyê rê bi avê tije bûn. Rêwî bi saetan nekarîn du gav erebeyê biajon û di rêyan de dîl man. Li Sariyerê otoparka AVM'yek (MALL) tije av bû.
HIŞYARÎ
- Walîtiya Stenbolê hişyarî da: Ji nêzî dereşan, derbasekên binpir, û ji cihên talûkeya lehî were wir hebe dûr bisekinin. Yên ku xaniyên wan li jêrxaneyê ne bila şevê li cihên bilindtir derbas bikin.
'DERNEKEVIN DERVE'
- Li aliyê din Waliyê Stenbolê Davud Gul bi ser hesabê xwe re jî got, "Ger ne mecbûrî be sibê dernekeven derve. Yên ku cihên wan ên mayînê tüne be bila li Navenda Banga Lezgîn 112'yan bigerin.
- Walîtîk derketin derve ya motorsîkletan ji saet 21.00'an ve heta biryareke din qedexe kir.
DIBISTAN HATIN BETALKIRIN
- Walîtiya Stenbolê ji ber baranê ji bo roja 15'ê mehê li Stenbolê dibistan betal kirin.
- Pêre li Yalova, Zonguldak, Kocaelî û Sakaryayê jî dibistan hatin betalkirin.


