Diyarname
Konferansa Kurd ku ji aliyê EUTCC ve hate lidarxistin, bi dawî bû. Wekî encamname 20 xal eşkere kirin. Yek ji xala sereke gotin "Divê kurd wekî hemwelatiyên wekhev bêne qebûlkirin. Divê ziman, nasname û çanda kurd bi temamî bêne naskirin û parastin."
Komîsyona Welatiyan a Tirkiye Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) bi hevkariya Koma Çep, Tifaqa Kesk/Ewropa ya Azad (GREENS/EFA) û Tifaqa Pêvşerû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) cara 20'emîn li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê di rojên 14 û 15'ê mehê de lidar xist.
Konferans bi sernavê "Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd" hat li dar xistin û encamnameya wê hat eşkere kirin. 20 xal wekî daxwazên beşdarên konferansê di encamnameyê de hatin pêşkêş kirin.
Va ne ew 20 xalên encamnameyê:
1- Aştiya bi rêya diyaloga siyasî: Divê pêvajoya aştiyê xwe bispêre garantiyên hiqûqî û demokratîk û bi vî rengî dewam bike.
2- Dawîanîna li tecrîda li Îmraliyê: Divê têkilî û xwegihandina Abdullah Ocalan bêyî astengî bê garantîkirin.
3- Azadiya Abdullah Ocalan: Mafên bingehîn ên siyasî, hiqûqî û ragihandinê yên Abdullah Ocalan bêyî derengmayinê bêne naskirin. Tevlîbûna wî bi rengekî azad li pêvajoya aştiyê ji bo serketina pêvajoyê esasî ye.
4- Bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê: Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, mafê hêviyê jî di nav de divê hemûyan bêkêmasî û bêyî derengketinê bi cih bîne.
5- Derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê: Ji bo xurtkirina pêvajoyeke aştiyê ya daîmî divê Yekîtiya Ewropa bicihkirina PKK'ê ya li lîsteya rêxistinên terorê ji nû ve binirxîne û rêxistinê ji lîsteyê derxîne.
6- Avakirina hîmên hiqûqî yên pêvajoya aştiyê: Hikumet û parlamenta Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke siyasî ya mayinde divê hîmên bingehîn ên destûra bingehîn û hiqûqî yên pêwîst bi lez ava bikin.
7- Berdana girtiyên siyasî: Kesên ku ji ber karên xwe yên siyasî, karên rojnamegeriye yan jî parêzvaniya mafên mirovan ketine ber lêpirsînê yan jî hatine girtin bêne berdan.
8- Parastina partiyê demokratîk: Mafê rêxistinbûna siyasî û temsîla li parlamentê divê bê garantîkirin. Divê partî bi qedexe, lêpirsînên ceza yan jî tedbîrên îdarî ber bi qada derveyî siyasetê ve neyên dehfdan.
9- Dawîanîna li tayînkirina kayûman: Pêwîst e şaredarên ku bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin bi rengekî azad li wezîfeya xwe bêne vegerandin. Dawî li kiryara kayûman a bi rêk û pêk bê anîn.
10- Xurtkirina serweriya hiqûqê: Serxwebûna dadgeriyê, mafê darizandina adîl, cudahiya hêzan û serxwebûna dadgeh û dozgeran ji nû ve bê avakirin.
11- Reforma destûra bingehîn a demokratîk: Ji bo wekheviya welatiyên li Tirkiyeyê, ewlekirina pirrengiya civakê, parastina mafên zimanî, çandî, siyasî yên hemû beşên civakê pêwîstî bi peymaneke civakî ya demokratîk a nû heye.
12- Naskirina Kurdan wekî welatiyên xwedî mafên wekhev: Divê ziman, nasname û çanda Kurd bi temamî bêne naskirin û parastin. Çareseriya mayinde ya pirsgirêka Kurd tenê li ser bingeha wekheviyê dikare pêk were.
13- Jin wekî hêza esasî ya aştiyê: Divê jin bi rengekî wekhev beşdarî her qonaxa pêvajoya aştî û civaka demokratîk bibin. Konferans bi taybetî rola esasî ya jinên Kurd a li nava tevgerên demokrasî û aştiyê yên li herêmê destnîşan dike.
14- Parastina civaka sivîl û medyayê: Pêwîste rojnamevan, akademîsyen, parêzvanên mafên mirovan û saziyên civakî yên sivîl karibin dûrî zexta dewletê karê xwe bikin.
15- Dawîanîna li hebûna leşkerî ya li derveyî sînor: Divê Tirkiye dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Sûriye û Herêma Kurdistanê ya Iraqê bîne, hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bide.
16- Ji bo Sûriyeyê çareseriya demokratîk: Yekîtiya Ewropa di sîstema siyasî ya paşerojê ya Sûriyeyê de piştgiriyê dide pêvajoyeke siyasî ku pirreng û beşdariya hemû beşê civakê nas dike û garantî dike.
17- Naskirina Kurdan wekî aktorên siyasî: Yekîtiya Ewropa û dewletên endam, di lêgerîna li aramî û aştiya li Rojhilata Navîn de Kurdan û nûnerên wan ên siyasî wekî aktorên rewa tevlî pêvajoyê bikin.
18- Polîtîkaya nû ya Ewropayê ya têkildarî Tirkiyeyê: Yekîtiya Ewropa divê berjewendiyên xwe yên têkildarî koçberî, bazirganî, ewlekarî yan jî enerjiyê nede pêşiya mafên mirovan û demokrasiyê. Divê têkiliyên bi Tirkiyeyê re bi şertê pêşketina li qadên serweriya hiqûqê, mafen mirovan û tevlîbûna demokratîk ve bê girêdan.
19- Vekirîhiştina perspektîfa Ewropayê: EUTCC careke din piştrast dike ku divê Tirkiye bi rengekî demokratîk xwedî paşeroja Ewropayê be. Perspektîfeke endametiya Yekîtiya Ewropayê ya cihê baweriyê dikare ji bo reform, aştî û demokratîkbûnê bibe hêza dehfdanê.
20- Piştgiriya Ewropayê ya ji aştî û demokrasiyê re: EUTCC bi wesîleya salvegera 20'emîn a damezrandinê bang li Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropayê dike ku piştgiriyê bide hewldaneke navneteteweyî ya berfireh a ji bo serweriya hiqûqê, demokrasî û aştiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn.


