logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Ahmet Guneştekin bi 'Rûbirûbûn'ê gaveke mezin avêt

Ahmet Guneştekin yek ji wênesazên kurd ê navdar e. Guneştekin ku heta niha gelek pêşangeh vekirine, vê carê pêşangeha xw

  • Dîrok: 07/11/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Ahmet Guneştekin yek ji wênesazên kurd ê navdar e. Guneştekin ku heta niha gelek pêşangeh vekirine, vê carê pêşangeha xwe ya herî mezin vekir. Di pêşangeha ku li Antrepo 3 hatiye vekirin de digel gelek wêneyên Guneştekîn ên berê, xebata wî ya nû "Rûbirûbûn" jî derket pêşberî hunerhezan û gelek eleqe dît.

Wênesaz Ahmet Guneştekîn ji mîtolojî û çanda devkî sûdeyê werdigire û wan di tabloyan de tîne ziman. Di tabloyên wî de ol, sûcên mirovahiyê û gelek mijarên din ên li ser bûyerên civakî dibin tablo, dibin reng, dibin deng, dibin sembol, dibin wateyeke nû û derdikevin pêş. Di "Rûbirûbû"nê de jî heman tiştî xwe nîşan daye. Ji motîfên çandî wêdetir vê carê di "Rûbirûbûn"ê de siyaset, helwesta li dijî komkujiya li ser kurdan jî bi reng, deng û hunera hemdem xwe nîşan daye. 

Di vê pêşangehê de xebatên Guneştekîn ên wekî "Înkar", "Bîr", "Pervane", hin tabloyên wî yên di nav koleksiyonan de cih digirin wekî "Edaleta Saf", "Tûfana Serdemê", "Deriyên li Rojê Vedibin", "Deriyê Bêmiriniyê", "Deriyê Bihuştê", "Sîmûrg" cih digirin. Digel van xebatên wî yên nû yên bi navê "Rûbirûbûn", "Nobedarên Kabeyê", "Paradoks" û "Rûbirûbûna Pîroz" cih girtine ku bi taybetî tabloya "Rûbirûbûn" hem ji aliyê naveroka xwe ya siyasî ve, hem jî ji aliyê sazkirina şêweya tabloyê ve gelek bal kişand.

Rûbirûbûn û Helebçe

"Rûbirûbûn" li ser Komkujiya Helebçeyê hatiye saz kirin. Dema ji aliyê kêlekê ve lê tê nêrîn gelek motîfên wekî tang, mirov, cihên olî û gelek sembolên din; dîsa Sedam Huseyîn, Barzanî, pêşmerge, kurdên hatine kuştin û gelek motîfên din rûberî mirov dibin. Dema li aliyê pêş ve jî mirov lê dînere, di neynikên hatine bi cih kirin de, mirov rû bi rûyê xwe dibe. Ev tabloya ku xebata nû ya Guneştekîn e, ji aliyê kesên hatin serdana pêşangehê ve jî gelek eleqe dît.

Vîdyoyên li pêşangehê

Di vê pêşangeha xwe de Guneştekîn digel tabloyên xwe, du vîdyoyên cihê jî amade kirine û wekî xebateke hunerî pêşkêş kirine. Vîdyoya li ser komkujiya sedsala 20'an temaşevanan ber bi sedsala 20'an ve dibe; û vîdyoya ku sê nifş lê hene jî bi awayekî din balê dikişîne. Kesên di vê vîdyoyê de cih digirin ji sê nifşê cihê ne, tîpên kurdî ku li ser texteyê têne nivîsîn dixwînin, lê tîp cih de jê têne bibin. Bi vê vîdyoyê jî wî bal kişandiye ser kurdî, qedexeya li ser kurdî, bi vê qedexeyê re guherîna zimanê wan sê nifşan.

Wênesaz Guneştekîn di nav hemû pêşangehên xwe yên ku heta niha vekirine de herî zêde qîmetê dide vê. Guneştekîn li ser pêşangehê ji bo me got ku ev pêşangeh li Ewropayê jî yek ji pêşangehên girîng e û ev yek lê zêde kir: "Ev pêşangeha me bi rêzê dê nîsana 2013'yan de here Hewlêrê. Emê heman pêşangehê li wir jî vekin. Paşê dê meha hezîranê de here Bîenala Venedîkê, dûre here Berlînê. Di sala 2014'an de jî li pênc herêmên cuda yên Fransayê di muzeyên girîng de dê cih bigire. Bi van pêşangehan, di warê hunera hemdem a Tirkiyeyê de dê ev pêşangeh bibe yekemîn pêşangeh ku ew qas mezin û yekemîn e ku li dinyayê geriya ye."

Her wiha Guneştekîn dibêje Antrepo 3 ciheke 4 hezar metrekare ye û komek ji 100 kesî pêk hat ji bo tabloyan bi cih bikin 20 roj xebitîne.

Mêvanên pêşangehê

Di vekirina pêşangehê ku gelek eleqe lê hebû de mebûsê BDP'ê Hasip Kaplan, Mebûsê AKP'ê Mehmet Şimşek, hin mebûsên berê yên AKP'ê, Şaredarê berê yê Entabê Celal Dogan, wênekêş Ara Guler û Coşkun Aral, Gerînendeyê Weşanê yê CNN Turkê Ferhat Boratav, civaknas Îsmaîl Beşîkçî, karsaz Îbrahîm Gurbuz, weşanger Ahmet Onal, ji rojnameya Sabahê Mahmut Ovur, Gerînendeye Anadolu Ateşi Mustafa Erdogan û gelek kesên din hebûn.

Pêşangeha "Rûbirûbûn" li Antrepo 3 ya li Tophaneya Stenbolê êvara 6'ê mehê hate vekirin, heta 30'ê meha 12'yan, yanê heta dawiya salê vekiriye. Cihê pêşangehê Antrepo 3 ji bilî roja duşeman her roj vekiriye û çûyîna serdana pêşangehê bê pere ye.

 

 

 

 

Mêvanan bi hûrbînî li tabloyan mêze dikir û li wateyan li navê digeriyan.

 

 

 

 

 

 

 

İsmail Beşikçi û rêveberên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz û Ahmet Onal jî li pêşangehê bûn.

 

 

 

 

 

 


***

Nûçeyên eleqedar:

- Ahmet Guneştekin vê carê li 'Santral İstanbul' e

- Hunermendê kurd Guneştekîn ket nav 500 hunermendên herî girîng

- Pêşangeha "Bêmirinî" li benda we ye

 

 

 

.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mesut Bakkal bû teknîk dîrektorê Amed Sporê

ad

Petrola Başûr êdî wê biherike Îranê

ad

Ji Weşanên Lîs 4 pirtûkên nû

ad

Ji tunelên parastinê 'Tunela Tîto' wekî bû muze li benda mêvanan e

ad

Dozger dixwaze siyasetê li van qedexe bike

ad

Ji PÎNE'yê xêzek li ser aştiyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname