Amed
Piştî Emîn Ayna û Ozdal Uçer, hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî di nav de 5 mebûsên BDP û Şaredar Baydemîr jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Niha 7 mebûs di grevê de ne.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, der barê greva birçîbûnê ya parlementerên BDP'ê de li avahiya KCD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Kişanak, diyar kir ku êdî dema ew li benda deqe û saniyan rawestin tune û her saniye, deqîqe û saeta ku derbas dibe girtiyên ketine grevê ber bi mirinê ve biçin û divê edî her tim li kolanan bin.
Kişanak, da zanîn ku niha û bi lezgîn gav neyên avêtin û çare neyên dîtin dê mirin çêbibin û ev yek ji bo pêşeroja Tirkiyeyê dê nebaş be. Kişanak wiha got: "Em dîsa bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin guh bidin dengê wijdana xwe. 64 girtiyên ku ji 12'ê rezberê ve û girtiyên ji 24'ê rezberê ve dest bi grevê kirin û girtiyên pişt re dest bi grevê kirin rewşa wan her ku diçe girantir dibe. Divê em ji bo rewşa van girtiyan dakevin kolanan û di nava têkoşînê de bin. Em dîsa bang li her kesî dikin û dixwazin hestiyar tev bigerin û guh bidin wijdanê xwe û li daxazên girtiyan xwedî derkevin. Di ser çalakiyê re 60 roj derbas bûn.”
'60 ROJIN EM DI NAVA HEWLDANAN DE NE, LÊ HIKUMET BÊDEGN E'
Kişanak, da zanîn ku ev 60 roj in grev didome û ji bo daxwazên girtiyan bi cih bên serî li hemû rê û cihên eleqedar dane. Kişanak, destnîşan kir ku daxazên girtiyan daxawên wan in û wiha got: "Em 60 roj in di her alî de di nava hewldanan de ne. Me serî li hemû derî û cihên eleqedar da. Em ketin nava hewldanan. Me li kolanan, li ber girtîgehan û li meclisê û li her derê eleqedar ketin nava lêgerîna çareseriyê, me xwest dengê wan bilind bikin. Me xwest li kolan û qadan mîtîng û meşan pêk bînin û wijdanan hişyar bikin. Lê hemû xwepêşandan û çalakiyên me hatin astengkirin û qedexekirin. Em rastî êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Çalakiyên me hatin qedexekirin û astengkirn. Deng û awaza me ya ji bo mirin pêk neyê hate birîn. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em daketin kolanan. Ji bo em destûr nedin alozî, mirin û êşê em daketin kolanan û em niha hê li kolanan in."
'ÇALAKIYÊN ME DÊ BERDEWAM BIKIN'
Kişanak, da zanîn ku li gel vê helwesta hikumet û dewletê ya di neçareseriyê de israr dike û li gel hemû astengî û zextên li ser wan, dîsa wan gav bi paş ve neavêtiye û wiha berdewam kir: "Em tu carî gavan bi paş de navêjin. Em dîsa ji bo ku pirsgirêk bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bibe û daxwazên wan pêk bê em dê li kolanan bin. Ji bo em rê li pêşiya mirinê bigirin em dê her tim di nava hewldanan de bin û li kolanan bin. Di encama nirxandina partiya me de û hewldan û hevdîtinên partiya me de, em ketin nava hewldanan û em bi hemû partî û saziyan re ketin danûstendinê. Êdî dem hatiye ku hemû kesên xwedî wijdan li ber girtîgehan kom bibin û dengê xwe tevî dengê girtiyan bikin. Em dê sibê êvarê (Şeva Şemiyê) bang li her kesî bikin ku ampulên xwe vemirînin û pêşerojê ronî bikin."
'SERDEST LI DIJÎ AŞTÎ Û ÇARESERIYÊ NE'
Kişanak got ku, hêzên ku serdestî xistine destê xwe û li Enqere erka rêveberiyê xistine destê xwe ger ku para xwe ji demokrasiyê negirtibin û daxwazên gel li ber çavan negirin, nikarin pirsgirêkê çareser bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtiyên ku azadiya wan ji destê wan hatiye girtin û mafê siyasetê ji destê wan hatiye girtin. Di vê çalakiyê de parlementer û şaredarê me jî hene. Ev ji bo demokratîkbûn, aştî û aramiya Tirkiyeyê berpirsiyariyek e. Em berpirsiyariya xwe ya li hemberî dîrokê bikar tînin û em dê bikar bînin. Ji ber vê yekê hem li parlementoyê hem jî li kolanan em di nava hewldanan de ne. Parlementerên me jî tevî çalakiyê bûn û piştgirî dan çalakiyê. Îro jî parlementerên me dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dikin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Em jî dixwazin zextên li ser gelê me bi dawî bibe. Tecrîd bi dawî bibe. Daxwazên hevalên me yên girtîgehan daxwazên me ne. Ji îro û şûnde em 7 parlementer û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ketin greva bêdem û bêdorveger."
Parlementerên ketin grevê ev in:
Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak,
Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk,
Parlementerên BDP'e Emîne Ayna,
Sebahat Tuncel,
Ozdal Uçer,
Sirri Sureya Onder,
Adîl Kûrt
û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr.
***
Nûçeyên eleqedar (Hûn bixwazin kîjan nûçeyê bixwînin, sernavê wê bitikînin):
- 8 mebûsên BDP'ê yên din dikevin grevê
- 'Em ji ser hişê xwe biçin jî mudexeleyê me nekin'
- Mebûsên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- 10 hezar kes di greva birçîbûnê de ne
- PDK, YNK û Goranê piştgirî da grevên birçîbûnê
- Stenbol bû qada şer
- Baydemir wisa hêrs bû (Vîdyo)
- 'Ev der ne deriyê bavê walî ye'
- Rojnameger naxwazin nûçeyên mirinan çêbikin
- Wezîrê Edelatê bi BDP'yiyan re hat ba hev
- Rewşenbîr: Em naxwazin bi vê şermê bijîn
- Turkalî: Serokwezîr tu dê bêjî wijdana min nîn e?
- JI HEMÛ GULËN MÎNA GULANÊ(*) RE
- Pirsa rojê: Kî derenwan dike?
- Demîrtaş: Em dixwazin Ocalan bê Amedê
- Çalakiyên îro li her derê didomin
- Karîkaturîstê brezîlyayî çalakiya birçîbûnê xêz kir
- Polîsên rêveberê BDP'ê bi giranî birîndar kir
- Mebûsên jin ên BDP'ê dest bi greva birçîbûnê kirin
- Mîtînga Batmanê bi beşdariya 10 hezaran dest pê kir
- Komeleya Nivîskaran: Bila her kes pêşî li mirinan bigire
- Baydemir diçe cem TUSÎAD û Yaşar Kemal
- Şivan Perwer: Li hemberî greva birçîbûnê bêdeng nemînin
- Navên hemû girtiyên di greva birçîbûnê de ne
- Nivîskar û rewşenbîran piştgirî da grevan
- Li Ewropayê çalakiyên piştgiriyê
- Bajar bi bajar çalakiyên ji bo grevê
- Zarokên Apê Mûsa jî di grevê de ne
- 41 roj in greva birçîbûnê didome
- Şaredaran piştgirî da Greva Birçîbûnê
- Kaya û Sariyildiz jî ketin greva birçîbûnê
- 36 roj in girtî di grevê de ne


