Diyarname
Piştî lêkolîneke penîreke ku aîdê 7500 sal berê ye hat dîtin ku wekî yekemîn penîrê li ser rûyê dinê hat hesibandin.
Zanyaran li Polonyayê di encama lêkolînekê de penîrek aîdê 7500 sal berê dît. Zanyaran li ser seradek ku ji 34 cureyên kîlê hatiye çêkirin lêkolîn dikir ku ev elek ji bo çi dihat bikaranîn. Di encama lêkolîna analîza kîmyewî de hat dîtin ku ev amûr ji amûrên din ên li wê herêmê ku ji bo çêkirina xwarinê û veşartinê xwarinê dihatin bikaranîn zêdetir bermahiyên şîrê birûn li ser in. Ji vê jî zanyaran dît ku bi vê elekê şîr û ava wê ji hev veqetandine û di encamê de ev cureyeke çêkirina penîr e.
Gelek zanyaran ev agahiya nû wekî agahiyeke rast qebûl kirin.


