logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Ji bo Rojava kampanyaya pirtûkan dest pê kir

Weşanên Avesta hezar pirtûkan dişîne rojavayê Kurdistanê. Kampanyaya berhevkirina pirtûkan a ji bo Rojava li benda we ye

  • Dîrok: 27/12/2012
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname
Weşanxaneya Avesta ji bo rojavayê Kurdistanê kampanyaya pirtûkan da dest pê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de Weşanên Avesta dê ji pirtûkên xwe hezar pirtûkî bişîne. Li ser vê, li Qoserê jî Kadîn Pirtûk û Kovarê piştgirî da kampanyayê û ew jî pirtûkan dide ser hev. Xwediyê Weşanên Avesta Abdullah Keskin dibêje: "Dezgehên sivîl, demokratîk û kulturî gere xebatên wisa bikin."

Li rojavayê Kurdistanê kurd ji her alî ve dixwazin pergala xwe saz bikin. Di warê perwerdehiyê de jî gavên girîng avêtine lê pêdiviya wan di heman demê de bi materyalan heye. Di rewşeke wisa de Weşanên Avesta kampanyaya şandina pirtûkan da dest pê kirin. Avestayê bi diruşma "Rojava ne bi tenê ye, zarok û mamosteyên kurd li hêviya alîkariyê ne, îro nebe kengê?" daye dest pê kirin û ragihand ku ew dê ji pirtûkên xwe hezar pirtûkî bişînin rojavayê Kurdistanê. Her wiha navên pirtûkên ku dê bişînin jî weşand. Piştî vê yekê li Qoserê jî Kadîn Pirtûk û Kovar ragihand ku ew jî piştgirî didin vê kampanyayê, ewê jî pirtûkan kom bikin û ji bo gelê rojavayê Kurdistanê bişînin.

Xwediyê Weşanên Avesta Abdullah Keskin li ser kampanyayê ji bo me got ku bi taybetî pirtûkên bi kêr bên, yên li ser ziman, dîrok û hwd dê bişînin. Keskîn, balê dikişîne ser rewşa rêveberiya Tirkiyeyê ku piştgirî dide "Artêşa Azad a Sûriyê" û dibêje, "Ew bombe dişînin, em pirtûkan."

Keskin dibêje "Li rojava problemên heyatî hene lê perwerdehî jî muhîm e" û wisa didomîne: "Ger em bi rastî dixwazin kurdî bibe zimanê jiyanê û perwerdehiyê divê em piştgirî bidin hewldana wan. Bingehek wisa di salek du salan de çêbibe dê baş be. Me gavek avêt, me got emê hezar pirtûkên xwe bişînin. Lê ji bo xebateke wisa divê însiyatîf çêbin. Ji bilî lîsteya me, kesên bixwazin bixwazin pirtûkan bişînin li Stenbol û Amedê dikarin bînin li cihê me deynin em ragihînin wir. Li Qoserê dikarin teslîmê Kadîn Pirtûk û Kovarê bikin. Ev gava me tiştek eşkere û însanî ye."

Abdullah Keskîn dibêje, gere dezgehên kurdan, ên sivîl, demokratîk û kulturî bikevin nav xebateke wisa û van gotinan lê zêde dike: "Bi tiştên wisa biçûk kurd hînê alîkarî û hevkariya hev dibin. Cihên din jî kampanyayên wisa bêne dest pê kirin emê alîkariya kampanyayên wisa bikin."

Lîsteya pirtûkan ku Avestayê ragihandiye ku dê bişîne wisa ye:
 - Elfabêya Min / Celadet Alî Bedirxan, 50 heb
 - Bingehên Gramêra Kurdmancî / Celadet Alî Bedirxan, 50 heb
 - Ferheng (Kurdî – Kurdî) Celadet Alî Bedirxan, 50 heb
 - Serpêhatiyên Tom Sawyer / Mark Twain, 50 heb
 - Conî û Cimêma / Bryan Guinness, Celadet Alî Bedirxan, 50 heb
 - Elfabeya Min / Kamiran Alî Bedirxan, 50 heb
 - Şerefname / Dîroka Kurdistanê, Şerefxanê Bedlîsî, 50 heb
 - Dîroka Kurd û Kurdistanê / Mihemed Emîn Zekî Beg, 50 heb
 - Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim / Sechu Sende, 50 heb
 - ...Û ronahî di tariyê de dibiriqe / Tolstoy, 50 heb
 - Bîreweriya Laş / Ehlam Misteğanmî, 50 heb
 - Li ba me li wan deran / Migirdîç Margosyan, 50 heb
 - Alfabe / Mustafa Uzun, 20 heb
 - Newroz / Mustafa Uzun, 20 heb
 - Azadî / Paul Eluard, 20 heb
 - Of of / Şukran Çaçan, 20 heb
 - Qesra Spî / Mûrad Dildar, 20 heb
 - Mîrzayê Piçûk / 20 heb
 - Bîra Rûyê Min / Metin Kaygalak, 20 heb
 - Sirûda baranê / Bedir Şakir el Seyyab, 20 heb
 - Qetran / Dost Çiyayî, 20 heb
 - Şewq û Payiz / Fatma Savci, 20 heb
 - Payiz û Ba / Şikoyê Hesen, 20 heb
 - Mirina Rojê / Jîla Huseynî, 10 heb
 - Qehweyek li gel Wî / Kejal Ahmed, 10 heb
 - Bayê Bakur / Axîn Welat, 10 heb
 - Bîra Birînê / Fatma Savci, 10 heb
 - Bûka Baranê / Gulîzer, 10 heb
 - Şevname / Gulîzer, 10 heb
 - Gunehên Xweşik / Vînos Fayîq, 10 heb
 - Şevek bi Şeytên re / Nahîd Huseynî, 10 heb
 - Ber Êvarî / Jana Seyda, 10 heb
 - Keçên Dêrikê yên Serserî / Xelat Ahmed, 10 heb
 - Xewnên Zîvîn / Fatma Savci, 10 heb
 - Şev Şahid e / Selwa Gulî, 10 heb
 - Bênder / Diya Ciwan, 10 heb
 - Medûsa / Dîlber Hêma, 10 heb
 - Kes Tunebû / Bêrî Bihar, 10 heb
 - Derî / Yildiz Çakar, 10 heb
 - Ristika Morîkan / Fatma Savci, 20 heb

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

***

 

REKLAM

 

 

 

 

 

 

 

 

Kovareke nû bi navê DîWAR derdikeve

Ji bo têkiliyê:
www.kovaradiwar.com
peywendi@kovaradiwar.com
Dîwar
Friedhofstr. 19
64401 Gross-Bieberau
Germany

 

Ji bo nûçeyê LOGO'yê bitikînin

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî

ad

Mebûsiya Can Atalay hat betalkirin

ad

Qedexe danîn ser paseportên hevşaredarên kurd

ad

Îtalyanan pergala almanan xira kir û kûpa girt

ad

Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dest pê kir

ad

Ganî kirmanckî bibo ziwanê domanan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname