Diyarname
Maça fînalê ya Lîga Ewropayê ya UEFA'yê hebû. Maç li Dublînê bû. Tîma îtalî Atalanta bi 3-0 zorê tîma alman Bayer Leverkusenê bir û kûpa bir mala xwe.
Leverkusan li Bundesligayê bûbû şampiyon. Di kûpaya Almanyayê de jî derketibû fînalê. Jê wêdetir ev 51 hefte bû têk neçûbû. Loma jî otorîteyan ew wekî favorî nîşan didan. Lê gelek kesî hesab nedikir ku Atalanta çawa hatiye vir? Ev Atalantaya ku tîmek wekî Liverpoolê têk biriye û hatiye vir.
Îtalyanan wisa maçek lîst qet nehişt Leverkusen tiştê dixwaze bike pêk bîne; dîsa nehişt Leverkusen lîstika ku her dilîze bilîze. Atalanta ji serî heta dawî serketî bû. Her ku Leverkusen e, wekî ku ne ew tîm be. Atalantayê heq kir û kûpa girt.
Di dawiya maçê de Atalantayê bi 3 golên lîstikvan Ademola Lookman ên di deqîqeyên 12, 26 û 75'an de serê Leverkusenê kir ber wê.
Bi vê Atalanta bû yekem car ku vê kûpayê dibe mala xwe. Teknîk dîrektorê Atalantayê Gian Piero Gasperini ku 66 salî ye bû teknîk dîrektorê herî extiyar ê vê kûpayê digire.
Lîstikvanê ji Nîjeryayê Lookman ê 26 salî bi sê golên avêtin, bû yekemîn lîstikvanê ji Afrîkayê ku li tûrnûvayên UEFA'yê "hat-trick"ê dike.

Lookman bi "hat-trick"ê ket nava dîrokê.
**
Nûçeya Eleqedar:
- 2'yemîn kûpaya mezin îro diçe mala xwe; kî zêde kûpa girtiye?


