Diyarname
Rojnameya Rojevê ku ev demekê ye navber dabû weşana xwe îro ji nû ve dest bi weşanê kir. Rojev rojane û 12 rûpel derdikeve.
Rojev di 13'yê sermaweza 2009'an de dest bi weşana xwe kir lê ev demekê ye weşana wê hatibû rawestandin. Niha Rojev ji nû ve derket.
Rojname ji 12 rûpelan pêk tê û têde nûçeyên li ser polîtîka, çand, huner, wêje, jin û nûçeyên dinyayê hene.
Wekî tê zanîn hefteya borî rojnameya Azadiya Welat meheke cezaya girtinê xwaribû û weşana wê hatibû rawestandin. Endamên çapemeniya azad bi Rojevê dixwazin valahiya di warê kurdî de ji holê rakin.


