Enqere
Dadgeha Bilind ji bo ku DTP parastina xwe ya bi devkî pêşkêş bike roj diyar kir. Danişîn 26'ê mehê ye.
Di 26'ê mehê de parêzerên DTP'ê dê vê carê bi awayekî devkî parastina xwe pêşkêşî dadgehê bikin. Piştî guhdarîkirina vê parastinê dê dadgeh li bendê rapora raportor be û di rojeke ku vê raporê binirxîne de dê biryareke bide û dawî li dozê bîne.


