Stenbol
Newroza Stenbolê bi beşdariya sed hezaran li dar ket. Di Newrozê de peyamên girîng hatin pêşkêş kirin. Vane notên ji Newroza Stenbolê:
- Ji serê sibê de bi sed hezaran kes ber bi qada Kazli Çeşmeya Zeytînbûrnû ve meşiyan ku her sal li wê derê Newroz tê pîrozkirin. Ji ber pirbûna erebeyan û zêdebûna gel rê hatin girtin. Gel bi qasî 4-5 kîlometreyan, ji aliyê Topkapî ve heta qadê meşiyan. Beşa din ji aliyê Zeytînbûrnû ve ber bi qadê ve meşiya.
- Gel di destê wan de alên kesk û sor û zer, posterên Ocalan, bi diruşmeyên 'Bijî Serok Apo', 'Bijî Newroz' heta qadê meşiyan.
- Ji salên borî îsal kêmtir polîs li holê hebûn. Tenê li cihê lêgerînê, li ser mirovan lêgerîneke hûr dikirin, wekî din hes ji wan tune bû. Ev yek wekî bi pêvajoya heyî ve eleqedar e hat nirxandin.
- Li ser rê her sal berstûkên Diyarbakirspor dihatin firotin, îsal ew hindik bû, yekem car berstûkên li ser Diyarbakir Buyukşehir Belediyespor nivîsî dihatin firotin.
- Digel posterên Mazlum Dogan, Ahmet Kaya, Yilmaz Guneyû rêberên din ên kurdan ku her sal dihatin firotin îsal hat dîtin posterên Osman Baydemîr û Sirri Sureyya Onder jî hebûn di nav wan de.
- Li qadê komîteya amadekar platformeke mezin çêkiribûn. Li ser platformê pankarta "Ji bo Ocalan azadî, ji bo kurdan statu" hatibû daliqandin. Heta îsal her ciwanan posterên Ocalan vedikirin, îsal yekem car bi awayekî fermî li ser platformê postereke mezin a Ocalan hat daliqandin.
- Di heman demê de li ser platformê pankarteke li ser "Em silavê li şoreşa Rojava dikin" hatibû daliqandin. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş jî di axaftina xwe de silav li Rojava kir û got, 'Wan bi yekîtiya xwe, gav bi gav şoreş pêş ve bir. Em silavê li wan û şoreşa wan dikin.'
- Ji 33 navçeyên Stenbolê, ji her navçeyê gel bi erebeyên ku rêxistinê organîze kiribûn hatin qadê.
- Ji duh de rewşa hewayê wekî dê berf bibare hatibû diyarkirin. Daxuyaniya vê sermayê qet bandor li gel nekir, gelê kurd dîsa qat dagirtibû. Lê ger hewa xweş dê hejmara gel gelek zêdetir ba. Dîsa jî bi sed hezaran gel coşa xwe, dengê xwe, helwesta xwe nîşan da.
- Li qadên alên kesk û sor û zer, ala PKK, ala Kurdistanê, alên BDP'ê, posterên Ocalan hatibûn vekirin. Lê demekê ciwanan aleke kesk û sor û zer bi qasî 50 metreyî dirêj hilgirtin û li nav gel gerandin.
- Di Newrozê de hunermend Xemgîn Bîrhat, Serhado, Mikail Aslan, Grup Emege Ezgi û hunermendên NÇM'ê stranên xwe pêşkêş kirin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Demirtaş: Em mafê xwe dixwazin, ne yê kesek din


