Enqere
Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî çû serdana Navenda Giştî ya BDP'ê. Barzanî got: Em gavên aştiyê yên li Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan."
Heyata ji Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Federal ê Kurdistanê Îmad Ehmed, Nûnerê PDK'ê yê berê yê Tirkiyeyê û Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê Sefîn Dizayî, Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê Behroz Galalî û Fuat Huseyîn pêk hat çû Navenda Giştî ya BDP'ê.
Barzanî û heyeta pê re di bin tedbîrên ewlehiyê de hatin navenda BDP'ê. Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Parlementerê BDP'ê Sirri Sakik û Parlementera serbixwe Leyla Zana pêşwazî li heyetê kir. Hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat, nêzî 30 deqîqeyan berdewam kir. Piştî hevdîtinê Demîtaş û Barzanî daxuyanî dan çapameniyê.
Barzanî bi riya wergêr axivî û diyar kir ku, ziyareta wan a BDP'ê di çarçoveya pîrozbahiya Newrozê de bû û ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ya dest pê kiriye. Barzanî got ku, gavên ji bo aştiyê li Tirkiyeyê hatin avêtin wan kêfxweş dikin û wiha got: "Em piştgiriyê didin nameya Birêz Ocalan. Helwesta Erdogan a ji bo aştiyê jî girîng e. Hêviya min ew e ku ji bo gelên Tirkiyeyê bibe hêvî."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku, ew jî Newroza gelê başûrê Kurdistanê pîroz dikin û ji ber ku Barzanî piştgiriyê dide aştiyê spasiyên we anîn ziman.


