Diyarname
Nivîskarê rojnameya Radikalê û rewşenbîr Cengiz Çandar dibe mêvanê hevpeyvînên li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî.
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ev demek e li ser çareserkirina pirsgirêka kurd bi beşdariya hin mêvanan gotûbêj li dar dikeve. Di meha pûşperê de mêvan Cengiz Çandar e. Çanda li ser "Pêvajoya aştî û çareseriyê" dê di rêzegotûbêjan de dîtinên xwe bînin ziman. Gotûbêja yekemîn 4'ê vê mehê saet 19.30 de li dar dikeve.
Her wiha bername bi awayekî zindî ji Yaşam Radyo jî tê weşandin ku radyo tenê li ser înternetê weşanê dike.


