logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Amedê silav li Rojava kir

Li Amedê bi hezaran kes di konsera piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza perwerdeya zimanê dayikê de h

  • Dîrok: 04/06/2013
  • Beş: Nûçeyên Çandî

AMED
Li Amedê bi hezaran kes di konsera piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê û bilêvkirina daxwaza perwerdeya zimanê dayikê de hatin cem hev. Di axaftinên li konserê de hat destnîşan kirin ku divê tevî Tirkiye herkes şoreşa li rojavayê Kurdistanê qebûl bike.

DODEF û DOU-DER, di çarçoveya kampanya perwerdeya zimanê dayik û piştgiriya ji bo rojavayê Kurdistanê, li Stada Ataturkê ya Amedê bi hezaran kes hatin ba hev. Di konsera ku êvara 3'yê mehê lidar ket de bi stran û diruşman tim û tim silav li şoreşa Rojava hat berzkirin û stadyûma konserê bi wêneyên Şerzan Kurt, Şahîn Oner, Mûstafa Malçok, Mûrat Îzol, Aydin Erdem, 3 siyasetmedarên kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Leyla Şoylemez û Fîdan Dogan hat xemilandin.

Di destpêka konserê de meşa xwendekarên dibistana amadeyî rastî eleqeyeke mezin a beşdaran hat. Piştî deqeyek rêzgirtinê, di vekirina bernameya konserê de peyama Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hat xwedin. Di peyamê de bal hat kişandin ser pêvajoya çareseriyê.

"EM ÇETEYÊN HERÊMÎ YÊN PAŞVERÛ ŞERMEZAR DIKIN"

Di daxuyaniyê de şoreşa gelê kKurd a li rojavayê Kurdistanê hat nirxandin û hat gotin, "Em hemû hêzên emperyal û çeteyên paşverû yên herêmî ku nikarin xwe li destkeftiyên gelê kurd rabigirin, şermezar dikin. Ji bo em polîtîkayên qirêj ên van hêzan pûç bikin, wekî gelê Kurd li bakurê Kurdistanê, emê heta dawiyê xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û heta serketinê têbikoşin."

Di daxuyaniyê de her wiha bang hat kirin ku xwedî li Diyar Alkan bê derketin ku ew ji ber êrîşa polîsan reviya bû û bi giranî birîndar bûbû. Wekî din ji beşdaran hat xwestin ku li dezgeha îmzeyan, mora xwe biavêjin kampanya MEYA-DER'ê ya ji bo vekirina gorên komî.

Li dû daxuyaniyê bi sedan ciwanên şal û şapik girê dabûn bi rengên kesk sor û zer, wêneyên Ocalan û ala YDG-H'ê ketin nava stadyûmê û beşdaran li ser piyan ji wan re li çepikan dan.

Her hunermendên derketin ser dikê jî, berî dest bi stranên xwe bike bal dikişand ser girîngiya şoreşa rojavayê Kurdistanê ji bo tevahiya gelê kurd û destnîşan kirin, ku ew stranên xwe yên herî xweş ji bo Rojava distirên. Bi dorê Hemê Hecî, Hîvron, Koma Gulên Xerzan û Seyda Perînçek derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin.
Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlamentera BDP'ê Ayla Akat Ata û Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut jî di şevê de axivîn.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk diyar kir, ku şoreşa Rojava şoreşa gel û demokrasiya radîkal e. Tûglûk da xuyakirin ku çi dibe bila bibe ewê xwedî li Şoreşa Rojava derkevin û got, "Divê Şoreşa Rojava ji aliyê herkesî ve bi awayekî rewa bê qebûlkirin. Tirkiye jî wê qebûl bike. Em wekî gelên li bakurê Kurdistanê, gelên li tevahiya Kurdistanê divê li pişt Şoreşa Rojava bin. Hin hêz hene naxwazin têkoşîna şoreşgerî ya gelê me qebûl bikin. Dixwazin hin lîstikan bilîzin. Lê gelê me yê li wê derê şoreşa xwe pêk anî û wê bi heman hêzê jî, şoreşê biparêze."

Konsere bi coş li ber stranên hunermendan heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.

***

Nûçeya eleqedar:

- Xwendekarên Amedê ji bo Rojava konserê li dar dixin

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amediyan jî daxwaza faturaya bi kurdî kir

ad

Şaredariya Cenova ji bo Rojava peymanek qebûl kir

ad

Maçên Lîga Şampiyonan: MC û Chelsea bi avantaj vegeriyan mala xwe

ad

Nine yan nîne

ad

Kovara Tîrojê gihîşt pêlekana 50'iyî

ad

Li Misrê mûmyayên nû hatin dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname