Lokman Polat
Me di salên nodî de li Swêdê minaqeşeya nivîskarên kokkurd ku bi kurdî nanivîsîn, lê bi zimanê dewletên serdest (wekî tirkî, erebî, farisî) û her wiha bi zamên din (wekî rusî, almanî, fransî, swêdî, îngilîzî) dinivîsin nivîskarên kurd in yan na? dikir. Di kovara "Helwest" û kovara "Nûdem"ê de gelek nivîsên derbarê vê mijarê de hatin weşandin. Dîtina her du kovaran jî ev bû ku; kesên bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, erebî, farisî û zimanên din dinivîsîn nivîskarên kurd nîn in û berhemên wan jî aîdê edebiyata kurdî nin e. Niha kovara "Dîwar" mijareke girîng wekî dosya pêşkêşê xwendevanên kurd kiriye.
Mijara ku sernavê wê "Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?" mijareke girîng e. (ji bo ku li dawî pirs heye divê sernav "Çima kurd bi zimanê serdestan dinivîsîn?" bana.) Kovara "Dîwar" bi van pirsan "li bakur, başur, rojhilat, rojava û li welatên din...çima kurd ji zimanê xwe dûr, bi zimanê serdestan dinivîsin? Sedemên vê yekê, rastiya vê çi ye? Nivîskarên kurd di vî warî de çi difikirin?" dest bi lêpirsînê dike û bersivên 13 nivîskaran diweşîne.
Dîtina kovara 'Dîwar' ev e ku; kovar rexne li wan kesên ku bi zimanê serdestan dinivîsin digre. Rexneyên kovarê rast in, di cih de ne, rexneyên bi heq in.
Edîtorê kovarê dibêje "Ji hêlekê ve, ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa di têkoşîneke bê navber de ne. Ji hêla din ve jî, heta dawî heyranên zimanê serdestên xwe ne û bi wî zimanî dinivîsin û dixwînin û wî, bi serbilindî û bi keyfxweşiyeke mezin, li şûna zimanê xwe bikartînin."
Belê, wisa ye..ha ji we re mînaka Yavûz Ekîncî û Sûzan Samancî.
Di dosyayê de nivîskarên kurd, romannivîskar Îlhamî Sîdar, Yaqob Tilermenî, Perwîz Cîhanî û neh nivîskarên din dîtin û ramanên xwe pêşkêş kirine. Di nav van nivîskaran de nivîskarê kokkurd ku her tim bi tirkî dinivîse Yavûz Ekîncî jî heye. Di nav wan 13 nivîskaran de romannivîskar Îlhamî Sîdar berê bi tirkî dinivîsand, lê paşê bi tercîheke birûmet, bi helwesteke rasteqîn biryara xwe da û dest bi nivîsîna kurdî kir û bi kurdî berhemên hêja afirand. Nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar di nivîsa xwe ya bi sernavê "Zimanekî Jêkirî" de bi berferehî sedemên ku çima nivîskarên gelên bindest û her wiha nivîskarên kokkurd bi zimanên serdestan nivîsîne dinirxîne, analîz dike. Xwezî hemû nivîskarên kokkurd Îlhamî Sîdar ji xwe re bikira mînak.
Îlhamî Sîdar mînakeke hêjaye ku li edebiyata kurdî vegeriyaye, bûye kedkarekî romana kurdî û wî bi berhemên xwe yên hêja edebiyata kurdî dewlemend kiriye. Nivîskarê kokkurd Yavuz Ekîncî hêj jî bi tirkî dinivîse. Dîtina ku ji bo sedemên tirkînivîsê pêşkêş kiriye ne di cih de ye, nerast e. Bi Yavuz Ekîncî re tirkî hevpeyvîn hatiye çêkirin, ango wî bi tirkî bersîv daye (digel ku bi kurdî zane jî) û kovara "Dîwar" wergerandiye kurdî. Yavûz Ekîncî li gor xwe dîtinên nerast rave dike. Argumentên wî ne di cih de ne, nerast in. Mînaka bîrêz Îlhamî Sîdar li holê ye û ev mînak bi serê xwe dîtînên Yavûz Ekîncî û argumentên wî puç dike.
Romannivîserê kurd Yaqob Tilermenî jî di gotara xwe de derbarê mijarê de dîtin û ramanên baş û rast rave dike. Wî di nirxandina xwe de rastî anîne zimên.
Nivîskarê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Perwîz Cîhanî jî dibêje "Li rojhilatê Kurdistanê jî wekî dîtir parçeyên Kurdistanê gelek kesên navdarên kurd hene, ku bi zimanê farisî nivîsîne û dinivîsin û xizmetên mezin ji fariszimanan re kirine."
Di nav bersivên nivîskaran de hinek dîtinên şaş û tewş jî hene. Ji bo nivîs dirêj nebe min behsa gotar û nirxandinên hemû nivîskaran nekir. Bila xwendevanên kurd kovarê bikirin û bibînin bê hemû nivîskaran çi gotine.
Kovara "Dîwar" kovareke hêja ye, xwerû bi kurdî ye û her hejmarên wê hêjayî xwendinê ye. Wekî gotina dawî ez vê bibêjim; berhemeke edebî bi kîjan zimanî were nivîsîn aîdê edebiyata wî zimanî ye. Tu fêdeyeke berhemên ku nivîskarên kokkurd bi zimanên din dinivîsin ji bo edebiyata kurdî, ji bo çand û zimanê kurdî tune ye. Nasnameya nivîskarekî bi kîjan zimanî dinivîse, ew e.
***
Nûçeya eleqedar:
- 'Kurd çima bi zimanê serdestan dinivîsin?'