DÊRIK
Şandeyek ji Rêxistina Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê bi armanca hîn bibin ka nûçeyên dibêjin deriyê sînor ê Sêmalaka vekirin ya na çû deriyê sînor yê Sêmalaka. Şandeya li ser deriyê sînor daxuyaniyek da û bang li rayedarên Başûrê Kurdistanê kirin da ku deriyê Sêmalka di zûtirîn dem bê vekirin.
Bi armanca ka nûçeyên ku tê dibêjin deriyê sînor yê Sêmalka ka vekeriye raste ya na, Şandeyek ji Rêxistina Mafên Mirovan a Rojavayê Kurdistanê çû serdana Sêmalka. Rêxistinan ji rayadarên derî agahiyan girtin û li vir daxuyaniyek niviskî xwendên. Di daxuyaniya bang li hemû kesên bi wijdan, saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên mafê mirovan ên Başûr hate kirin ku zextê li hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bikin deriyê bê vekirin û alîkariyên mirovî derbasî Rojava bêne kirin.
Rêxistinan bang li raydarên hikumeta Başûrê Kurdistanê jî hate kirin ku riya bazirganiyê bêvekirin û rê bidin ku made û pêdiviyên jiyanî derbasî Rojava bêne kirin. Di daxuyaniyê de ji rayedarên Desteya Bilind a Kurd jî hat xwestin ku ji bo buhayên madeyan têkevin nava liv û tevgerê û rê nedin kesên keysbaz ku bi buhayên madeyan bilîzin. Di dawiya daxuyaniyê de ji berpirsên herdû aliyên sînor hate xwestin ku rê nedin kesên binavê cîhadê derbasî Rojava dibin.
Ji ANHA hatiye girtin


