Enqere
Yekemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê piştî hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat şûnde bi dawî bû. Yavuz Onen û Fatma Gok dîsa jî bo hevserokatiya giştî hatin hilbijartin.
Yekemîn Kongreya Asayî ya HDP’ê (Halklarin Demokratik Partisi - Partiya Demokratîk a Gelan) kongreya xwe li Enqereyê li dar xist. Kongreya ku Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak jî wekî mêvan beşdar bû bi hilbijartinê bi dawî bû. Di hilbijartina ku bi lîsteyeke tenê li dar ket de Yavuz Onen û Fatma Gok ji nû ve wekî hevserokên partiyên hatin hilbijaratin. Ji ber Zagonên Partiyên Siyasî yên li Tirkiyeyê hevserokatî qedexe ye, Yavuz Onen wekî Serokê Giştî hat diyarkirin.
Ji bo Mecliba Partiya HDP’ê jî ev kes hatin hilbijartin: Alî Durmuş, Alî Ozkan, Alp AltinOrs, Aysel Guzel, Ayşe Akinci, Bîrcan Yorulmaz, Bîrsen Kaya, Dîcle Ozturk, Ender İmrek, Fatma GOk, Ferdane Sîbel Erduman, Ferhat Tunç, Gulsum Ağaoğlu, Gunay Kubîlay, Gursel Şenşafak, Hatîce Altinişik, Huseyîn Taka, İrfan Kaygisiz, Kadîr Akin, Katîna Karanîkolas, Mehdî Atîlla, Mehmet Saltoğlu, Mehmet Şamîl Altan, Meral Uysal, Mutlu Ozturk, Muslum Acar, Nurhayat Farîmaz, Ozgur Muftuoğlu, Remzî Altunpolat, Semra Uzunok, Serap Hasîbe Akpinar, Sevgî Evren, Sezaî Temellî, Sultan Ozcan ve Tuma Çelîk.
HDP’ê ku li gorî rêbazan kongreya xwe pêk anî dê di meha kewçêrê de kongreya xwe ya asayî pêk bîne.


