Diyarname
Bi hezaran amedî li ser Sûrên Amedê û li kelaka sûran hatin ba hev û zincîr çêkirin. Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş di çalakiyê de wisa got: "Şoreşa ku li wê derê çêdibe şoreşa Amedê, ya Wanê, şoreşa me ye jî." Demirtaş bang li gel kir ku kuçe bi kuçe her kes xwedî li Rojava derê.
Demirtaş got ku îro roj bi awayekî xurt piştgirî dayîna Rojava ye û wisa got: "Piştgirî tenê bi xurek û dermanan nabe. Ew li wê derê ji bo me canên xwe didin, xwîna xwe dirijînin. Em her gav vê têkoşînê di nav dilê xwe de hîs bikin û têbikoşin. Kes nikare bi têlan sînorê bixe navbera me. Em van sînoran qebûl nakin. Em silavên xwe yên bê sînor dişînin Rojavaya ku navbera me de sînor tune ye."
Rêxistina BDP'ê ya Amedê ji bo piştgiriya Rojava li ser Sûrên Amedê zincîra ji mirovan saz kir. Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr û Şaredarên Navçeyan yên BDP'yî, mebûsên BDP'ê, endamên KCD'ê, Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşliel, nûnerên OSP, însiyatîfa Azadî, Koma Diyalogê ya Dîcle-Firatê, Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfi Baksi û nûnerên Saziyên Sivîl jî lê amade bûn.
Di pankartên bi Sûran ve hatin daliqandin de wisa gotin: "Şoreşa Rojava şoreşa azadiyê ye, emê şoreşê biparêzin", "Azadiya ji bo Rojava azadiya ji bo hemû kurdan e", "Şoreşa Rojava şoreşa Rojhilata Navîn e", "Bi rihê 15'ê Gelawêjê em xwedî li Rojava derên".
Bi hezaran kesî diruşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Serok Apo" bilind kirin.


