Diyarname
Îro maça dawî ya nîv fînala EURO 2008 di navbera Spanya û Rusyayê de tê lîstin. Vane saet û agahiyên li ser maçê:
Maça yekem a nîv fînalê di navbera Alman û Tirkiyeyê de li dar ket û Almanyayê bi 3-2 Tirkiye têk bir, derket fînalê.
Îro jî maça duyem a nîv fînalê tê lîstin. Maça ku di navbera Spanya û Rusyayê de tê lîstin kî bi ser bikeve dê derkeve fînalê û bibe reqîbê Almanyayê.
Maç li Viyanayê dê di saet 21.45'an de bê lîstin. Li Tirkiyeyê ATV maçên EURO 2008 bi awayekî zindî pêşkêş dike.
Spanya bi lîstikvanên xwe yên navdar, bi navdarbûna xwe li pêş dixuye.
Teknîk dîrektorê Spanyayê Luis Aragones ê 70 salî hema bêje li dinyayê teknîk dîrektorê herî kal e ku hê jî li ser kar e. Lê Aragones di tûrnûvayê de performanseke mezin nîşan da; Tîma wî pêşî ji komê wekî yekemîn derket, di çarîk fînalê de tîmeke mezin Îtalya têk bir û derket fînalê.
Rusya ku di dema Yekîtiya Sovyetê di di warê futbolê de jî xurt bû ev demek dirêj e bêhêz dixuya. Lê di vê tûrnûvayê de Rusya careke din şax da û heta nîv fînalê jî hat. Teknîk dîrektorê Rusyayê Guus Hiddink bi taktîkê xwe heta niha Rusya anî. Bi vê yekê Hiddink di nav qada cîhanê de bû xwedî qîmeteke mezin. Hiddinkê ku demekê li Tirkiyeyê hatibû Fenerbahçeyê û piştî ku di maça yekem de tîm têk çûbû hatibû qewirandin, niha bûye delaliyê ber dilê cîhanê.
Rusya wekî tîma duyemîn ji komê derket çarîk fînalê. Di çarîk fînalê de tîma mezin a dinyayê Hollanda têk bir û derket nîv fînalê.
Di vê nîv fînalê de dê taktîkên her du teknîk dîrektoran bike ku yek ji wan dê derê finalê.


