Diyarname
Ehmed Gulabî Dere ku heta di nav gelek xebatên siyasî de cih girtiye, her wiha hin pirtûk jî nivîsandiye niha romaneke nû nivîsand. Romana wî bi navê "Evîna Azadî" wekî cîlda yekem ji Weşanên Han li Ewropayê derket. Li gor agahiya me ji Dere girt ev roman dê ekî 6 cîld (wî ji dêvla cîld navê "berg" bi kar aniye) bidome û her du salan yek jê dê bê weşandin.
Nivîskar Dere romana xwe ya yekemîn bi navê "Evîna Azadî" weşand. Ew sê sal in li ser dixebite û dê berdewamiya vê romanê bê. Di romanê de kurd, têkoşîna kurdan, rewşa gel heye. Li gor gotina Dere di van 6 cîldên romanê ku dixwe peyder pey binivîse de dê bi kurtahî dîroka Kurdistanê, rewsa gel û dîroka têkosîna rizgariyê hebe.
Dere yek ji têkoşerên kurd e ku ji zû de ye di nav têkoşîna kurdan de cih digire. Di vê serdemê de wî gelek kesên ji têkoşînê nas kirine, her yek bi awayekî jêre bûye çavkanî. Di romanê de jî ji vê jiyanê mînak û çavdarî hene. Dere li ser vê yekê ji bo me wisa got: "Di vê bergê de ez zêde neketime nava kûrahiya dîrok û têkoşînê, lê belê di bergên pêş de ewê bên nivîsandin. Dibe ku hin kes bêjin 'Ehmed DERE jiyana xwe nivisandiye' lê ne wisa ye. Bi giranî ez dixwazim jiyana hin kesên ku di têkoşînê de cih girtine bînim ziman. Ez jiyana pir kesên din di ya kesekê de tînim ziman."
Di romanê de lehengê sereke navê wî Rizgar e û carinan di navbera Rizgar û nivîskar de jî diyalog çêdibin. Dere kiriye ku bi zimanekî wêjeyî jiyana mîlîtanan, rewsa gel, bûyerên ku qewimîne û her wiha hin aliyên rewşa hestiyarî ya mîlîtanan bîne ziman.
Beşek ji romanê
“.....Di mehên zivistanê de, digel bi metreyan barana berfê, Govik germ dima, tenê dema ku bayê bakur dahat rewş nexweş dibû. Jiber vê rewşa taybet ya Govik’ê şêniyên wî jê pirr razî bûn. Çendî ew di warê malê dinê de feqîr bin jî, dilê wan pirr dewlemend bû. Di jiyana wan de herdem evîn, heskirin û mirovahî hebû. Cîranan xwarina xwe bê hevdu nedixwarin. Dema serê şêniyekî gund bihêşiya li dora wî cîran tije dibûn, bi rojan ew ji ber serê nexweşan nediçûn. Ji her malê rojê bi tasan cur be cur xwarin ji bo nexweşan dahate şandin. Jiber vê mirovahî û herwiha xweşiya Govik’ê heya niha kesî pêwîst nedîtibû pipirse ka çima bapîrên wan hatine li vî cihê gund avakirine. Mehemed jî ti car pirseke wiha ji xwe nekiribû û nefikirîbû. Ew ji gundê xwe pirr razîn bûn, gund jî ji wan...”
Ahmed Gulabî Dere kî ye?
Dere di sala 1971'ê de li gundê Kers a Vartoya Mûşê hatiye dinê. Di sala 1987'an de çûne Ewropayê û ji wê roje de li wir dijî. Dere ku di warê rojnamegerê û hiqûqa navneteweyî de perwerdehî dîteye, ji sala 1993'yan ev li Ewropayê di nav saziyên kurdan de cih giritye. Wî demekê li Fransa, Rusya û welatên Balkanan nûneriya dîplomasiya kurdan kiriye û di sala 2003'yan de bûye endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK). Dere di KNK'ê de peywira nûnertiya Dîplomasiya Kurdan girtiye ser milên xwe û di saziyên Yekîtiya Ewropayê de û bi Konseya Ewropayê re karên lobiyê kiriye. Nivîskar û siyasetmedar Ahmed Gulabî Dere heta sala 2009'an ku ji KNK'ê veqetiya ye, di Parlemena Ewropayê de wekî nûnerê fermî yê KNK'ê cih girtiye.
Ji sala 2009'an ve ji siyasetê wêdetir karê rojnamegerî û nivîskarî dike. Di sala 2009'an de pirtûkek wî bi tirkî, 2010'an de jî bi fransî derketiye.
Dere heta niha ji bo gelek rojnameyan nivîsiye. Wî di sala 1995'an de wekî yek ji avakarên rojnameya Axîna Welat (li Rusyayê derket) kiriye, ji wê demê ve jî salên dirêj ji bo rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Polîtikayê qunciknivîkarî kiriye.
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Gelê ku dewleta wî tune, Kurd (2009, bi yewnanî, Weşanên Gordios)
- Yekîtiya Ewropa’yê û Rastiya Kurd (2008, bi kurdî, Weşanên Mezopotamya)
- 21. Yuzyilda Kurtler (2009, bi tirkî, Weşanên Gordios)
- Les Kurdes, la Turquie et les Forces Internationales (2010, bi fransizî, Weşanên Han)
- Evîna Azadiyê (2013, bi kurdî, Weşanên Han)
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


