Amed
Bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û gelekên din li cihê ku Apê Mûsa (Musa Anter) hat kuştin merasimeke bibîranînê li dar ket. Demirtaş got: Dewleta fermî Apê Mûsa qetil kiriye, niha jî li ser kevneşopiya çapemeniya azad zordarî û zilm didome, lê berxwedan jî didome.
KCD'ê jî ji bo 21'emîn salvegera qetilkirina Apê Mûsa daxuyaniyeke nivîskî weşand, ew bibîr anî û got: "Îro bi hezaran kesên rû ronahi, gelê ku dilê wê tije azadî ye heye û li ser rêya Apê Mûsayan dimeşe."


