Amed
Şaredar Baydemîr di merasima dayîna sertîfîkayan a Kurdî-Derê de axivî û got: "Heta zimanê kurdî li zanîngeh, dibistanên seretayî û jiyana rojane
nebe zimanê fermî, keda tê dayîn bi cih nayê."
Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurd (Kurdî-Der), ji bo ku sertîfîkayên xwendekarên di Projeya Gihandina Mamosteyên Kurd de bi ser ketine bide, li terasa Şaredariya Bajarê Mezin resepsiyon lidar xist.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekîn, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Muharrem Erbey, Serokê KURDÎ-DER'ê Mazhar Aktaş, Serokê DTP'a Yenîşehîrê Eşref Guler, Serokê TUHAD-DER'ê Mahmut Okan, Serokê TUHAD-FED'ê Mehmetşah Teke jî di nav de gelek kes beşdarî resepsiyonê bûn.
Serokê Kurdî-Dere Aktaş di despêka resepsiyonê de axaftinek kurt kir, da zanîn ku di çarçoveya projeyê de 195 kesan perwerdehî dîtiye û ev perwerdehî bi taybetî ji bo gihandina mamosteyên kurd hatiye pêşxistin. Aktaş, diyar kir ku armanca wan parastin û pêşxistina zimanê kurdî ye û wiha dom kir: "Tirkiye hê jî polîtîkayên asîmîlasyonê pêk tîne. Yên ku li ser gelê kurd polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşînin, wê rojekê lêborîna xwe ji gel bixwazin. Ziman, hebûna netewek e, miletek e. Hebûna mirov, zimanê mirov, hebûna mirov e."
Piştî axaftinê, pêvajoya perwerdehiyê gav bi gav di sînevîzyonek de hate pêşkêşkirin.
Şaredar Baydemîr ku sertîfîka da yekemînê projeyê bi kurdî axaftineke kir. Bayedimîr got ku di projeyê de keda mamosteyan mezin û wiha got: "Rastiyeke heye. Heta zimanê kurdî li zanîngeh, dibistanên seretayî û jiyana rojane nebe zimanê fermî, keda tê dayîn bi cih neyê."
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


