Esin AKGUL GUNEŞ
Bi sedan salane ku asîmîlasyona li ser zimanê kurdî bi zor û zordariyê berdewam dibe. Ji bo ku kurd zimanê xwe ji bîr bikin hatin kuştin, bûne zindanî, ziman hatin jêkirin, li dibistanan zarok ji ber ku bi zimanê xwe neaxivin hatin cezakirin û hwd. Zimanê kurdî anîn wê merheleyê ku, gelek kurdan ji ber tirsê bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê nediaxivîn; mixabin ji ber wê gelek zarokên kurd bi kurdî nizanin. Yanê zimanê kurdî kirin wekî ku zimanê cahilan be, zimanê xizanan, zimanê nexwendeyan be; anîn wê merheleyê ku kurd ji ber zimanê xwe û kurdîtiya xwe şerm bikin. Dayikên me li zindanan, bi salan nikarîn hesreta ji bo zarokên xwe bi zimanê xwe nîşanî wan bidin. Dema ku me dest bi dibistanê kir, zimanê me jê kirin û yekî din pêve dirûtin. Zimanê me pir diêşiya, xwîn jê diçû, ew ziman di devê me de rûnedinişt ji ber ku ne yê me bû û wekî ji me re bêjin hûn heta îro bi zimanekî şaş mezin bûne. ‘Zimanê we yê rast tirkî ye, farisî ye, erebî ye’. Bi sedan salan zimanê me veşartin, ya baş me zanibû ku zimanê me kurdî ye. Xwedê ji dê û bavan û ji şoreşgerên zimanê azad razîbe ku ew zimanê bi rûmet li me vegerandin. Me jî zimanekî li xwe zêde kir, paşê zimanê me qet neêşiya, xwîn jê nehat. Berê kal û pîrên me bi tirkî nedizanîn, bi wê xêrê zarok û neviyan jî ziman ji bîr nedikirin. Lê mixabin li pir ciyan, bi taybetî jî li Amedê êdî kal û pîrên me jî bi kurdî naxivin. Aniha em zimanê xwe bi xwe jê dikin. Bi xwedêkê nehêlin ku em tune bibin. Berê çend salan pir caran ciwanan digotin ‘Em ji kurdî fam dikin lê nikarin biaxivin’. Niha jî dibêjin ‘em fam jî nakin.’ Bi xwedêkî nehêlin kurdî tune bibe.
mizginnewal@hotmail.com
15 Aralık 2013, Tigrishaber.com


