logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Serpêhatî ji bo Serda Selaheddînê Gimgimî

Serda Selaheddîn Gingimî, di sala 1945'an de, li navçeya Mûşê Gimgimê, ji dayîk bûye. Di salên 1955 - 1965'an de li Mila

  • Dîrok: 17/12/2013
  • Beş: Serbest

Bawer Yoyler


Serda Selaheddîn Gingimî, di sala 1945'an de, li navçeya Mûşê Gimgimê, ji dayîk bûye. Di salên 1955 - 1965'an de li Milazgir û Kopê, li bal seydayên wekî  Seyda  Muhemmed Sadiq û Seyda Îbrahîmê Exdadî, Mele Zekiyê Xicîtan, perwerde dibîne. Her wiha li bal gelek melayên li der û dora Mûşê ders digre û perwerdeya xwe ya medreseyê diqedîne. Di sala 1967'an de, hê (22) salî ye jiyana xwe ji dest dide. Helbestên Serda Selaheddîn Gimgimî ji tîpguhêziya erebî ji bo kurdî ji alîyê melakî ve tên kirin.

Rêzdar Selaheddîn jî di temenê xwe yê ciwantiyê de, wekî gelek wêjenûsên kurd ên navdar, axîn û hewara xwe, ji bo azadiya welat, bi helbestên xwe  aniye ziman.

 

Kesayetiyên ku Selaheddîn Gimgimî naskirine wiha dibêjin!..


Seyda Celaleddîn Yoyler:
 

“Ji hêlek va ez pir dilxweş bûm bi helbestên birayê ezîz Selaheddîn ji hêlek din va jî, ji ber koça wî ya bi dilêş û xembar ez pir xemgîn bûm û dibêjim bila ew bi dilovaniya Yezdanê pak şad be.

Dixwazim bibêjim, min rehmetî rêzdar Selaheddîn gelek caran li bal Seyda  Muhemmed Sadik didît û pir jî jê hez dikir. Dema ku rehmetî li bal Seyda Muhemmed Sadık dixwend ,ez bi temen gelek jê mezintir bûm û melayê gundê xwe bûm. Rihmetî şevek bû mêvanê min. 

Gava  Selaheddîn  wefat kir  digel gelek hevalan em  çûne Gimgimê sersaxîya wî. Hem jî min li wir rihmetiyê Mehmûd Beg(Kurê Xalid Begê Cibrî) jî zîyaret kir.Niha  jî wêneyê wî û Mehmûd Beg di nav lewheya wêneyên min daye.”

Seyda Kerem Soylu:

“Di jiyana min de ji seyda û feqiyên navdar û qedir bilind ên ku min dîtin,  yek ji wan  Selaheddîn Gumgum bû. Bi baldarî wê demê di nav medreseya Kurdî de taybetiyek rehmetî hebû ku tu keskî xwe negihandibû wê mertebe û rûmetê.

 Ew navdarî  bi vekirî  şopandina şopa fîlozof  Ehmedê Xanî û Seyda  Cîgerxwîn e. Bi vekirî sîyaseta Kurd û Kurdistanê ye. Lewre van herdû hozan û qedirbilindan bi wêrekî helbestên xwe tev da ji bo Dîlbera Xwe ya Kurdistan de  gotine. Lê gelek mixabin mirinê  wek mar pê ve da û ew bê miraz rê kir.                                                                     

Dema ku Kek Selaheddîn li Dignûga Melazgirê li cem Rêzdar Seyda Mihemed Sadiq  dixwend, me gelek hevaltî pê re kir. Em diçûn cem wî, ew jî dihat Medreseya Nordînê cem me.Temenê min û wî yek bû. Wî di qada helbest û hozantiyê de em gelek ji para hiştibûn. Herwisa ji temamî seyda û feqiyên wê demê  zirektîr .Di qada serkeftina  xwe ya helbestê de zêde pêşdeketibû. Ew wek mucîzeyek bû.  Lê mixabin ew gelek zû di temenê xwe yê heyf de çû ser dilovaniya xwe da. Ewî jî wek bi sedan hozan û hunermendên gelê Kurd, derbarê Dildara xwe de got  û bê mexsed û miraza xwe  ji dildara xwe qetya,  koç  kir û çû ser dilovaniya xwe. Xweda bi dilovaniya xwe ewî şad bike. Ew kesayetiyek  qedir bilind û bi rûmet,  bê xwedî çû.

Bi rastî ne seyda û hevalbendên wî yên medreseya Kurdî , ne jî malbata wî lê xwedî derneketin. Heke îro jî lê xwedî derneyên ew tişta heri girane.                                       

Li Dignûgê li beldeya melazgirê dema ku ez diçûm cem wî, helbest û destnivîsên xwe ravayî me dikirin. Bi destxetek  xwe yê gelek awerte û bedew helbestên xwe li ser kaxezên herî bi qelîte dinivîsîn. Tu demê nedixwest ku ji wan nivîsên xwe biqete û wek zêr ew diparastin. Em îro difikirin ku di  hedê zatê xwe de ew ji zêr jî bi qîmettirbûn.  Çend heb defterên bi qab û gelek bedew de nivîsibû. Windakirina rêzdar Selaheddînê Gimgimê çiqas bextreşiyek mezin bû. Bi rastî telefbûna wê xezîneya ku ji nav dil û hinavên wî derket, ew huner jî ew qas bextreşî ye. Lê me guman heye ku malbata wî temamî helbestên wî yên di nav gel de û gotinên wî yên di sigande di demek nêz de temama bicivînin û tomar bikin, çapkin. Hêvî heye ku kesayeta seyda û hozanê hêca û rêzdar Selaheddîn Gumgum derê nav arena alemê. “ 

Nimûneyek ji helbestên Selaheddîn Gimgimî


CEJN

Siba cejnê li dergâhê me yar nîne nizam bo çi

Gelek keyf û gelek şahî, me par nîne nizam bo çi

Dixwest karê me zewq û ken, sema û reqs û govend ba

Dixwest em jî biban rewşen, me axîn e nizam bo çi

Dibînim xelq dikin şâhî, dikin cejnê bi hev pîroz

Dikin zewqê li her cahî, me dil kîn e nizam bo çi

Me dil wek kozikê ârê, di şew'te mislê tendûrê

Di şûna gul di dest xarê, me her şîn e nizam bo çi

Hemî dunya hemî âlem, bi kêyf û îşwe nin vêkra

Ne cejnêm hem ne sersalêm, me tişt nîne nizam bo çi

 

Tu wek tîrek ji agir bû, dilê Serda xisar çêbû

Dijê me tim li me pir bû, me nedîne nizam bo çi

Dignûg (Milazgir), 20.02.1965

Wezn: Me fâ î lun / Me fâ î lun / Me fâ î lun / Me fâ î lun

 

 

Têbiniya fotoyê: Serda Selaheddînê GIMGIMÎ (Li ser piya ) digel Kurê Xalid Begê Cibrî  Mehmûd Beg 

 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Serokê TYB'ê: Hikumet bila aştî, hizûr û azadiya ramanê saz bike

ad

Arjen Arî hat bibîranîn

ad

Li Zanîngeha Artûklû ezmûna kurdî li dar ket

ad

2020: 2 hezar û 427 karker mirin

ad

Pênûs misas e, yan gîsin e?

ad

Weşanxaneyên kurd diçin Egeyê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname