ENQERE
Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahatîn Demirtaş û heyeta pêre li ser vexwendina YNK’ê wê biçin Silêmaniyê.
Li ser vexwendina Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattin Demirtaş û heyeta pêre dê îro biçin bajarê Silêmaniyê. Di gel Demirtaş Parlementera Qersê Mulkiye Birtane û Parlementerê Wanê Nazmî Gur hene.
Li ser mijarê de Demirtaş bersiva pirsa rojnamevanan da û got ku dê hevdînên me du rojan berdewam bikin.
Demirtaş diyar kir ku li ser daxwaza Berpirsê Karên Derve yê YNK’ê Mele Bextiyar wê biçin Silêmaniyê û got ku ew dê li ser yeketiya netewî ya kurdan biaxivin.


