ALAN OSMAN / SERÊKANIYÊ
Baronê Elmanî yê ku bi eslê xwe Cihû ye "Max Von Oppenheim" sala 1899`an dema ku ji Bajarê Helebê diçû bajarê Bexdayê, di rê de pêrgî Şêxekî Erebên Bedewî (koçer) tê, Şêxê Bedewî jêre dibêje ku li devera Til Xelefê ya Serêkaniyê dema ku xelk ji bo miriyan veşêrin goran dikolin, li şûna kolanê peyker derdikevin. Lê baronê Elmanî bawer nedikir ku ew ê rastî çîroka şaristaniya 8 hezar sal bê.
Til Xelef, ev nav ji bo şaristaniya di navbera 6000 û 4000 sal berî zayînê tê bikar anîn ku ew nav wek çaxê "Çanda Til Xelefê" tê bi nav kirin. Di vê serdema dîrokê de alav û firaxên qafikî hatine çêkirin, alavên nêçîrê yên ji keviran hatine afirandin û çandinî û xwedîkirina sewalan jî hatiye kirin. Li gor lêkolînên arkeolojîk ev dever bûye navenda ku mirovan ji wir dest bi jiyana şaristaniyê kirine.
Cih
Til Xelef 3 kîlomitran Rojavayê bajarê Serêkaniyê dikeve, navê xwe ji girê bajêr girtiye, hijmara şîniyê bajêr 5000 hezar kes e. girê bajêr ji Rojhilat ta bi Rojava ji 300 ta 500 mitran dirêj dibe. Li aliyê Bakurê gir şexekî çemê Xabûrê ku jêdera wî herêma Orfa ya Bakurê Kuristanê ye. Herêma li derdora gir axeke bi deramet e û bi sedê salan welatiyên herêmê bi çandiniyê û xwedîkirina sewalan debara xw dikin.
Max Von Oppenheim lêkolîn kir û bi xwe bû sedema hilweşîna gelek şûnwaran
Ji bo ku mirov karibe derbarê devera Til Xelefê û dîroka wê de lêkolînê bike, pêwîste destpêkê Baronê Elmanî Max Von Oppenheim nas bike. Oppenheim bi eslê xwe Cihûye, zagonasî xwendiyê û xebatên diplomasî kirine. Ew ji bo xebatên diplomasiyê gelek caran hatiye Rojhilata Navîn. Oppenheim sala 1899`an dema ku Bjarê Helebê diçû Bexdayê, di rê de pêrgî Şêxekî Erebên Bedew tê, Şêxê Bedew jî jêre behsa girê Til Xelefê dike. Lê naskirina Oppenheim dibe sedema windabûn û hilweşîna gelek şûnwarên gir, bi taybet dema ku ev berhem veguheztin bajarê Berlînê.
Lêkolînkên pêşîn yên Oppenheim di sala 1899`an destpê kirin, lê ew têgihişt ku di bin axa gir de gelek şaristanî hatine veşartin. Di sala 1909`an ji bo destûra lêkolînê bigre daxwaznameyek fermî pêşkêşî dewleta Osmanî kir û 29\9\1325`ê koçî de destûrnameya lêkolînê wergirt û di 5`ê tebaxa 1911`an de dest bi kolan û lêkolînan kir. Oppenheim paşê karê diplomasî berda û hemû alavên xwe yên kolan û lêkoînê anîn Til Xelefê. Di sala 1913`an karên lêkolînê rawestiyan û di hate payin ku di zivistana 1914- 1915`an de dîsa destpê bike lê ji ber şerê cîhanê yê yekemîn karên lêkolînê 14 salan rawestiya. Piştî 14 salan di buhara 1924`an de Oppenheim dîse vegeriya Til Xelefê, lê dema ku ew vegeriya gelek şûnwarên gir ji ber ku ji aliyê Ermeniyan ve ji bo avakirinê hatibûn bikar anîn şikestibûn.
Di sala 1920`an peykerên ku di salên 1911 -1913`an hatibûn dîtin hatin berhev kirin û li gorî hepeymaneke bi Fransiyan re beşek ji wan peykeran dê li Mûzeya Helebê bêne dayin û beşek jî dê ji bo Berlînê bêne veguheztin.
Oppenheim lêkolînên xwe yên dawî li Til Xelefê di sala 1929`an de kirin, berhem û parçeyên arkolojîk di 43 sandoqan de ji bo Berlînê hatin veguheztin û rdadestî beşê şûnwarên Rojhilat ê mûzexaneya Berlînê hatin kirin. Xerckirinên kar û barên lêkolîna li Til Xelefê gihişte 275000 Markan. Ji ber ku rayedarên dewleta Elmaniyayê ji bo dayina pereyan lihev nekirin, li kolana Franklin a Şarltawn a Berlînê Mûzexaneya bi navê Til Xelefê vekirin û hemû berhemên dîrokî yên Til Xelefê têde hatin bicî kirin.
Xirabkirina şûnwarên Til Xelefê
Di sala 1943`an mûzexaneya Til Xelefê a li Berlînê sê caran ji aliyên hêzên Hevkar ve hate bobmbebran kirin û gelek parçeyên dîrokî ruxiyan û gelek jî şikestin. Lê tiştê balkêş ew ku parçeyên dîrokî yên ku li mûzeyên din ên Berlînê di depoyên asê de hatibûn veşartin tiştek bi wan nehatin. Di tebaxa sala 1944`an de di encama hevpeymanekê de barê 9 kamyonan berhemên dîrokî ji bo depoya beşê şûnwarên Rojhilat ê mûzexaneya Berlînê hatin veguheztin. Her wiha hin parçeyên ku berê li mûzxaneyên Elmanyayê bûn tiştek bi wan nehatiye.
Şûnwarên Til Xelefê yên li Sovyetê vegerandin Elmaniyayê
Di sala 1946`an de gelek berhemên dîokî ku di muzexaneyên Berlînê de bûn ji aliyê hêzên Sovyetê ve hatin desteser kirin, lê di salan 1958`an gelek ji wan berham vegerandin Elmaniyayê. Lê gelo ev berhemên ku bêyê iradeya gelê Kurd hatine lêkolîn kirin û li cihanê hatine belav kirin heye ku rojekî vegerin warê xwe li Rojavayê Kurdisanê.
Berhemên Til Xelefê li Amerîka û Fransayê ne
Di salên 1930`an de Oppenheim çûye Amerîka û 8 parçeyên erkolojîk ên Til Xelefê bi xwer re birine û di depoyeke alavên vemirandina agiran a şirketa Haha Brothers de hatine parastin û di sala 1945`an de ji bo mûzexaneya Mitropolîtanê û Walter Art Gallery ên li Baltîmorê hatine veguheztin. Her wiha hin parçeyên ji Til Xelefê gihiştina Mûzxaneya Lover`ê ya Fransayê.
Berhemên Til Xelefê ji Heleb û Dêr Elzorê jî hene
Hinek berhemên dîrokî yên ku Oppenheim ji Til Xelefê biribûn Helebê li Hola Til Xelef a Mûzexaneya Dewletê a Helebê de ne. di nava berheman de peyker û tabloyên kevirî ku wêneyên ajalên mîna ga û xezelan li ser wan hene, her wiha tabliyeke ku wêneya Taûsê Melek jî li sere heye. Li ber deriyê mûzexaneya Helebê nimûneyên peykerên ku ji peykerên orjînal ên Til Xelefê hatine kopî kirin jî hene.
Li mûzexaneya Dêl Elzor jî hin berhemên ku di sala 2006`an ji aliyê şandeya erkolog ya Elmanî ve hatibûn dîtin hene.
Erkologan 27 hezar berhemên Erkolojîk berhev kirin
Di çileya sala 2011`an de erkologên Elman 27 hezar berhemên dîrokî yên ku li mûzexaneya Til Xelefê ya li Berlînê bûn berhev kirin. Xebatên berhevkirinê 10 salan dewam kirin.
Li Til Xelefê çi hate dîtin
Di dema kolan û lêkolînên li Til Xelefê de erkolgan parçeyên qafikan ên rengîn yên ji serdema berî dîrokê dîtin. Niha hemû qafikên ku li derverên din têne dîtin wek qafikên Til Xelef têne nas kirin.
Erkologan her wiha li aliyê Bkur, Rojhilat û Rojavayê Til Xelefê du qesrên Aramiyan dîtin ku tê gotin ku Aramî hezar salî berî zayinê li wir bi cî bûne. Navê Til Xelefê wê serdemê Cozana bû û ew paytexta mîrnişîna Bêt Bexyanî bû. Li gor lêkolînên arkolojîk kiralê bi nvê Kabara aliyê Rojavayê qesrê ava kiriye, li ser dîwarê qesrê nivîsên bi tîpên mîxî hene. Cozana di sala 912- 891 BZ ketiye bin deshilata Asûriyan.
Ocalan: çanda Til Xelef encex bi teknolojiyên sedsala 16an re werin hevberkirin (qiyas)
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di parêznamye xwe ya ku ji dadgeha Mafê Mirovan a Europayê re bi navê" ji Dewleta qiralî a Sumeran ber bi şaristaniya demokratîk ve" bi berferehî behsa şaristaniya Til Xelefê kiriye.
Ocalan derbarê Şaristaniyan Til Xelefê de wiha gotiye:" Civaka neolîtîk BZ di navbera 6000 û 4000an de, li nîvenda Dîcle û derdorên Ferad pêş ve çû ye, ev civaka ku di çanda Xelefbûnê re derbasbûyî, BZ di salên 6000an de gihaye Bakurê Afrîka -Misrê, Ferada Jêr, Kendava Basrayê û Nîvenda Anatolya -Çatalhoyuk ê, BZ nêzîkê 5000 an de, gihaye Kafkasya, Bakurê Derya Spî, Balkanan, Bakurêrojhilata Êranê, Hindistanê, Pencap û Peravên Êndûsê, BZ di salên 4000an de, gihaye Çînê û tevaya Ewrûpa yê, BZ di salên 3000an de jî, gihaye Parzemîna Amerîka yê."
Çanda Til Xelef jibo şaristaniyê hemû amûrên pêdivî dahênandine (îcad kirine). Hemû amûrên ku şaristanî pêşve birin, weke kûzik (dîzik), bivir, halet, ristina hiriyê, rêçandin (çêkirina qumêş), hêrtina liban, qesirbendiya (Avahîsazî) gundan a tomerî (bitevayî), tekelek, ji kevirê şîn çêkirina amûrên nîv madenî, pejirandina stêrkan ya işaretan, îdeolojiya bîr û baweriya xwedawendî (îlahe) ûwd. Hilberînên mirovahiyê yên vê demê ne. Heger bi rola xwe ya dîrokî bên nirxandin, ev encex bi sedsalên 16-20an re werin raberkirin (muqayese). Cîhê vê çandê di dîrokê de ev e.
Dema em civaka Sumer ya bi çîn û dîroka şaristaniyê ku derandî holê, di çavkaniya wê de binirxînin, mijara din ya girîng, wê bandora wê ya liser têkiliyên di navbera zanistî, felsefê, ol û mîtolojiyê de be. ëdîayek dibêje, "zanistî û felsefe bi şaristaniyê re pêşveçû" raya din berevajî vê yekê îdîa dike. Pejirandineke giştî dide nîşandan ku nûvedanên (îcad) BZ di navbera 6000 û 4000 salan de, -çanda Til Xelef a civaka neolîtîk- encex bi nûvedan û teknolojiyên PZ (Piştî Zayinê) yên sedsala 16an re werin hevberkirin (qiyas). Ev yek rast nayê dîtin ku civaka bi çîn, mîna çavkaniya nûvedan û teknolojiyê were nirxandin. Digel vê yekê, di mînaka Sumer de tê çespandin ku serdestiya dewletê ya bîrdoziyî, roleke kevneperst lîstiye, lêbelê nûvedan û teknîka herî mezin, berî civaka biçîn derketiye holê. Zanîna veser (îlawe) û nûvedanên teknîk yên Sumer bisînor in"
Ocalan dîroka sazûmana Eşîretî li ser sê pêvajoyên dîrokî dabeş dike:
1- Dema pêşveçûna çandinî û şivantiyê: Tê pejirandin ku li Erebîstan û Afrîka Bakur koma Semîtîk ya ziman û çandê, di navbera BZ 9000 û 6000an de, bi belavbûna bandora civaka neolîtîk ya di nava wan de, derketine holê û pêşveçûne. Tê zanîn ku di navbera BZ 10 000 û 6000an de, li gelî û deştên nava çiyayên Toros û Zaxrosan
2- Sazîbûn û derbasbûyina sazûmana eşîrtî: Dema ku civaka neolîtîk di Heyva Berhemdar de, di bin çanda "Til Xelef" de rê li ber sazîbûnên payîdar vekirî, tê wateya merhaleya şewegirtina komên eşîran jî. Ev dema ku di navbera 6000 û 4000an de, nêzîkî du hezar salan berdewamkirî, dema "dahênanên bingehîn"e ku şaristanî amade kiriye.
Ocalan diyar kiriye ku Dema ku Sumer amade kiriye jî, ev dem e û wiha dewam dike:" Komên Aryen û Semîtîk di navbera xwe de, li cîhên ku tevahiyeke aborî çêkirin, ji hev cûda dibin, ji rewşa qebîleyên ku dişibine hev derbasî eşîrên cuda dibin. Her çiqas ku hişmendiyeke eşîrtî ya bihêz û bîrûbawerî bi wan re çênebûbe jî, bi hebûna xwe ya berbiçav ketine rewşa civakên bi rewişta etnîkî. Çawa mercên daringî û aborî yên çînçînîbûn û vê dawiyê yên netewîbûnê, roleke diyarker leyistine, mercên daringî, aborî û civakî yên vê demê jî, civaka etnîk û heyînên eşîrtî diyar kirine, derandine holê.
3- Ji dema şêwegirtina şaristanî, ji şiklê çend çînên bingehîn heta bi dema îroyîn. Derbarê vê demê de jî Ocalan dibêje: ": Ev merhaleya ku em dikarin bibêjin, dema berxwedana eşîran û şaristanîbûnê, dikare were nirxandin ku hişmendiya eşîrtî gelekî pêşvediçe, şertek ji yê jiyanê ewe ku her kes xwe ji eşîrê dihesibîne û "serdema destanî helbestkî" ye. Liser ax û zozanên ku bi qedir dibin, lihevxistinên di navbera wan de, berxwedana wan ya li hember hêrîşên hêzên şaristaniya pêşveçûyî û hêrîşên wan yên li hember van hêzan, herwiha demeke ku bi şeran derbasdibe, dabaşa xeberdanê ye. Jibo jiyanê dive eşîra we, jibo eşîra we jî dive qebîle û malbata we bi hêz be. Rasteqîniya daringî ku bîrûbaweriya nû bi xwe re anî ev e."
Siyaseta Baes a guhertina dîmografiya Rojava
Rejîmê Bas`ê li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê siyasetên şoven ên Erebkirinê birêve birin, rehjîmê di sala 1974`an de ji bo ku dîmografiya herêma Cezîrê biguherîne projeya kemera Erebî pêk anî, di vê pirojeyê de 35 gundên ereban li herêmê hatin ava kirin û Ereb lê hatin bicî kirin. Devra Til Xelefê jî para xwe ji vê siyasetê girt, 16800 donim erdên Til Xelefê li 55 malbatên Ereb ên Xemer hatin belav kirin, gundê Ereban li kêleka Til Xelef`ê hate ava kirin û navê wî kirin Til Elhedarat.
Rizgarkirina Til Xelefê
Gelek dagîrker li ser herêma Til Xelefê re derbas bûn, dagîrkeriya herî dawiyê jî di 8`ê mijdara 2012`an ji aliyê komên DAIŞ`ê Cebhet El-Nusra û gelek komên çete ve pêk hat. Piştî nêzî salekê roja 5`ê mijdara 2013`an Yekîtyên Parastina Gel (YPG) herêma Serêkaniyê û Til Xelef jî di nav de rizgar kirin.
Kî dê xwedî li Til Xelefê derkeve
Li gorî lêkolînên arkolojîk, di binê axa Til Xelefê de dîroka 8 hezar salan veşartiye, beşek ji vê dîtokê hatiye aşkere kirin lê beşekî mezin hîna veşartiye. Ev dîrok û berhemên dîrokî pêwîste bêne parastin. Niha girê Til Xelefê bûye cihê gemarê, li şûna deverên ku hatine kolan tije gemar bûye, her wiha gir bûye cihê goristanê.
Piştî ku rêveberiya xweseriya demokratîk a kantona Cizîrê di roja 21`ê çileya 2014`an hate ragihandin û Desteya Turîzim û Şûnwaran jî hate ava kirin, pêwîste deste girê Til Xelefê careke din paqij bike, li dora gir sûrekî ava bike û bi şandeyên arkolojîk re têkeva nava têkiliyan û hewil bide ku berhemên arkolojîk ên Til Xelefê vegerîne, ji ber ku ev berhem ên gelên herêma Eezobptamyayê ne.
Jêder:
- Pirtûka " Til Xelef û arkolog Max Von Oppenheim " Nadya Xoldîs û Lotos Martin.
- " ji Dewleta qiralî a Sumeran ber bi şaristaniya demokratîk ve" Abdulah Ocalan
- Malpera Til Xelef: http://www.tell-halaf-projekt.de
ANHA



