Diyarname
Weşanxaneya Can ku ev çend sal in havînan kampanyaya pirtûkên erzan dide dest pê kirin, îsal jî kampanyaya xwe da dest pê kirin: Havînê gelek pirtûkênr wan bi 5 TL'yê ne.
Weşanên Can û D&R bi hev re vê kampanyayê li dar dixin. Li mexazeyên D&R vê havînê jî dê pirtûkên Weşanên Can bi 5 TL bêne firotin. Ji pirtûkên Can Dundar heta ê Marc Levy, Oya Baydar, heta ê Susanna Tamaro ji wêjeya tirkan heta yê dinyayê gelek pirtûkên Canê dê bi 5 TL'yan bêne firotin. Ev proje di sala 2011'an de dest pê kiribû û niha li 144 mexazeyên D&R li dar e.


