Diyarname
Komîteya Rêvebir ya HRRK-Şaxa Amedê piştî konferansê xwe komîsyoneke amade kiribû. Niha komîsyon ji bo rêveberî hat ba hev û ji nav xwe serokek û cîgir hilbijartin.
Komîteya Rêvebir ya HRRK-Şaxa Amedê bi hemû endamên xwe li bajarê Amedê civiya,
piştî giftûgoyên berfireh li ser konferansê û pêdivî bi hin xalên pêwîstKomîteyê ev biryar dan:
-Sipasiya komîta amadekar ya ku roleke mezin di lidarketin û serkeftina konferansê de lîst.
- Ev kes ji bo komîteyê hatin hilbijartin: Munîr Şêxê, Şepal Hêvo, Rizoyê Xerzî,
Ehmedê Xursî, Mizgîn Tahir, Teymûr Evdikî, Hozan Emînû Cemîl Murad.
- Sipasî û rêzgirtin ji şaredariya bajarê Amedê re ya ku çavdêriya konferansê bi hemî pêdiviyên wê kir.
-Komîta rêvebir erkên xwe diyar kirin. Di encamê de karbeşiyeke wisa di nava komîteyê de çêbû:
- Hunermend Mizgîn Tahir Seroka hevgirtinê û endama komîta endamtiyê.
- Helbestvan û rojnamevan Rizoyê Xerzî Cîgirê Serok û endamê Komîta Diravî.
-Şêwekar Ednan Çeto endamê komîta diravî .
- Şêwekar Munîr Şêxê endamê komîta çalakiyan.
- Helbestvan Şepal Hêvo endamê komîta çalakiyan.
- Helbestvan Axîna Welat endama komîta çalakiyan.
- Şêwekar Hesen Berzencî endamê komîta çalakiyan.
- Rojnameger Eco Emîn endamê komîta Ragihandinê.
- Rojnameger Cemîl Murad endamê komîta Ragihandinê.
- Nivîskar Şêx Birimca endamê komîta endametiyê.
-Komîtê teqez kir ku ev hevgirtin serbixwe ye û bang li rewşenbîrên kurd bi hemî reng û baweriyên wan kir qena têkiliyê bi komîta rêvebir re bikin, ji bo rola hevgirtinê di berfirehkirin û pêşxistina qada rewşenbîrî de gurtir bibe, û nexasim di vê qunaxa hestyar de.
-Komîteyê biryar da ku jimareke bankê bi taybet ji bo hevgirtinê pêk bîne her wisa tembîniyên konferansa Amedê çareser bike û têkiliyê bi hemî rewşenbîrên Rojava, yên ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê dimînin bike .
-Bang li hemî rewşenbîrên rojava yên ku li başûrê Kurdistanê bi cî bûne qena sûdeyê ji konferansa Amedê bikin û kar ji bo konferansa wan ya ku wê lidarkeve bikin, her wisa têkiliyê bi awayekî zelal bi hemî rewşenbîran re dûrî nakokî û astengiyên siyasî û bi taybetî di vê qunaxa dîrokî di jiyana gelê me de.
-Komîteyê briyar da ku bi berpirsyarî bi komîta rêvebir ya Ewropayê re ji bo amadekirina kongireya pêncemîn li rojavayê Kurdistanê xebatê bikin.
-Komîteya birêveber sipasiya hemî beşdarên konferansa Amedê dike, yên ku bi keda wan ev konferans bi serket. Her wisa komîteyê soz da ku ji dil, dûrî ezeziyê û bi mebesta Ku berjewendiyên hevgirtinê di ser yên her kesî re bigrin, xebatên xwe bimeşînin.
- Komîta ragihandinê Ya HRRK-Şaxê Amedê
**
Nûçeyên eleqedar:
- HRRK'ê li Amedê konferansa xwe li dar xist û hin biryar girtin


