KOBANÊ
Bi armanca pêşxistina xuliqkariyên hunerî yên zarokan, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Herêma Kobanê perwerdeyeke hunerî ya taybet ji bo zarokan hate organîzekirin. bêtirî 100 zarok beşdarî perwerdeyê bûn û heftane 3 rojan waneyên “Stran, dîlan û şano” dibînin.
Di çarçoveya kar û xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Herêma Kobanê, Rêvebera Navendê Hunermend Zozan Mihemed diyar kir ku ji bo avakirina bingeheke hunerî ji zarokan û bi taybet di vê dema ku êrîşên çeteyan li dijî herêmê zêde bûne de, perwerdeyên taybet ji bo zarokan organîze dikin.
Hejmara zarokên ku beşdarî van perwerdeyên hunerî bûne bêtirî 100 zarokên bi temenên di navbera 6 û 13 salî de ne û hefteyê 3 rojan perwerdeyên hunerî dibînin.
Zozan Mihemed destnîşan kir ku ev perwerdeyên ku ji bo zarokan tên vekirin armanca wan ew e ku zarokan ji atmosfêra şer û pevçûnan dûr bixin û xuliqkariya wan a hunerî pêş bixin û wiha got: “Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi van perwerdeyan hewl dide nifşekî xurt bi bingehên huner û xuliqkariyê ku folklora kurdî biparêze, ava bike.”
Zarokên beşdarî perwerdeyan bûne, waneyên stran, bikaranîna gelek cureyên amûr û alavên muzîkê û waneyên teorî û pratîkî di aliyê şano û dîlana folklorîk de dibînin.
Zarok di perwerdeyê de dabeşî 4 koman hatin kirin û her komek ji 25 zarokan pêk tê û waneyên xwe di bin çavdêriya mamosteyên pispor de yên navanda Baqî Xido dibînin.
Rêvebera Navenda Baqî Xido Nûrjîn Ehmed derbarê mijarê de wiha got: “Pêşketina zarokan û fêrbûna wan ji bo muzîk û dîlana kurdî berçav e.”
ANHA


