Suleiman Sulêvanî
Rojnameya Hawarê, di hejmara xwe ya dehan de nameya Pîrot ser elfabeya latînî ya Tewfiq Wehbî Beg dide weşandin. Di heman hejmarê de, danerê alfabeya kurdî ya latînî Mîr Celadet Bedirxan bersiva Pîrot dide û hin agahiyên giring û balkêş dide.
Ew çîroka xwe û Tewfiq Webî ya li ser elfabeya Latînî bi vî awayê xwarê tîne ziman.
***
Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî *
Le bo Pîrotî xoşewîst
Gotinên xweyiyê benda (Eksî Sedayî Hawar )gelek rast û qencin. Di ser wan re tu gotin nînin.
Herwekî me çend caran gotiye yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya zimên de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e.Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî, divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfabeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabayê bêne nivîsandin.
Ji hejmara pêşîn ve xuyaye ko armanca Hawarê a pêşîn û bingehî ev e:
Di her tiştî de yekîtî
Ev armanca ha ji me re bûye destûr.Heta niho em bi vî destûrî ve çûn, îro diçin, û di dawiyê de diçin. Wekî niho, kiryariya her rojname û kovarê ji bona welatê biyaniyan ji cihê çapkirinê girantir e. Lê Hawara ko di her tiştî de mêldarê yekîtiyê ye kiryariya xwe ji bona her welatê ko têde kurd hene wek hev kirine. Bi vî hawî li Hawarê ziyan dibe. Ji ber ko heqê postê ji bona Sûriyê 10 santîm, lê jo bona Iraq û Iran û welatên Qefqasê 150 santîm e.
Lê em pê qayil bûn da ko kurd di kiryariya Hawarê de jî wek hev bibin.
Belê em dizanin ko zimanzanayê bi qîmet û hêja mamosteyê giram Tewfîq Wehbî Beg jî bi herfên latînî elfabayek çêkiriye. Pey ra rokê me hev dû li Şamê dît, elfabayên xwe ji hevre dan zanîn û ew danîn ber hev. Di navber wan de ferqin hebûn.Me dil kir di cih de elfabêyên xwe bigihînin hev û ji herduwa elfabêyek nû bibijêrin û belav bikin. Hingê destbirayê min ê xoşewîst û giram digot ko hîn ser elfabêya xwe di xebitim. Ji lewra yekirina elfabêyên xwe me avêtibû dawîyê.
Di pey re Tewfîq Wehbî Beg çû Iraqê. Lê teşqelenin ne xweş qewimîn ko ji bona her kesî nasin . Digel vê hindê min jêre çend caran nivîsand, lê li min venegerandibû. Vê paşiyê me zanî ko nivîsarên me ne gihabûn destê wî.
Ji xwe derketina Hawarê ji bona vê yekê dereng maye.Hawar di meha gulanê de derket.Min ruxseta Hawarê di bîst û şeşê çirya berê 1931’ê de girt û karên derxistina wê di pêşiya goçokê de (Şibatê) pêk anîbû. Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêşdetir rê li duyîtiyê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim.
Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Îro di meydanê de tiştekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek. Elfabêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona îro ya çêtir û rastir ev e ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta hingê ko mihiceta edlanendê bikevit pêşiyê û rê li me bigirit, pêşve bibin.
Digel vê hindê divêt ez careke din jî bibêjim ko em her gav meyldarê yekîtiyê ne û armanca xebata me yekîtî ye. Em bi gavinin bi vîn û hişk ber bi armanca xwe ve diçin û nasekinin. Ji ber ko destpêkirina me ji xwe bi derengî ketiye. Em nema dikarin di hêviyê de bisekinin.
Gelek spasan li Pîrotê delal dikim ko ev hînceta ha xiste destê min.
Xweyiyê Hawarê
* Hawar, hejmar 10, rûpel 509. Ji weşanên Nûdem, Hawar, cild 1, Hejmarên 1-23 (1932-1933).
***
Ji bo nivîsa: Tewfîq Wehbî Beg û elfabeya latînî


