Amed
Kongreya BDP'eya Amedê li dar ket û M. Ali Aydin ji bo serokatiya BDP'ê ya Amedê hat hilbijartin.
Bariş ve Demokrasi Partisi (BDP - Partiya Aştî û Demokrasiyê) yekemîn kongreya xwe ya Amedê li Salona Dawetê ya Aştiyê li dar xist. Serokê DTP'a Amedê Nejdet Atalay, rêveberên bajar û navçeyên DTP'ê, rêveberên ÎHD, TUHAY-DER, TUHAD-FED, SELÎS'ê, Cîgirê Şaredara Bajglarê Huseyin Çicek, endamên Komîsyona Rêveberiyên Herîmî yên DTP'ê Senanik Onen û Mehmet Abbasoglu û gelek kesên din beşdarî kongreyê bûn.
Piştî axaftinên ku hatin kirin bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Aydin bû Serokê BDP'ya Amedê. Her wiha Abdurrahman Çiçek, Abdulvahap Karaozan, Ali Baysungur, Murat Ondeş, Omer Guven û Ruşen Erkuş ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Her wiha BDP'ê li Entabê jî kongreya xwe li dar xist û rêveberiya xwe hilbijart. Di Entabê jî Ayhan Haykir ji bo serokatiyê, Mehmet Saçli, Aziz Okutan, Bedran Fermanoglu, Mustafa Kaplan, Cindi Arslan û Remzi Akar jî ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.


