logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Hevserokê BDP'ê Yuksek: Emê ji bo Rojava xebata seferberî bidin dest pê kirin

Di kongreya BDP'ê de berendamêvn Hevserokatiya BDP'ê Kamuran Yuksek û Emîne axivîn. Yuksek wisa got: "Emê ji bo Rojava x

  • Dîrok: 11/07/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Di kongreya BDP'ê de berendamêvn Hevserokatiya BDP'ê Kamuran Yuksek û Emîne axivîn. Yuksek wisa got: "Emê ji bo Rojava xebata seferberiyê bidin dest pê kirin. Ger em li xweşk û birayên xwe yên li wê derê difikirin tiştên ku em ji bo wan bikin miheqeq hene. Kongreya me di heman demê de dê bibe destpêkek ji bo vê yekê." Berendama Hevserokatiyê Ayna jî got ku berpirsiyariya wan a herî girîng azadiya birêz Ocalan e.

Kongreya BDP'ê didome. Her du Berendamên Hevseroka BDP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek axivîn. Vane ji axaftina wan hin not:

Emîne Ayna

- Hedefa me ya herî kurd azadiya birêz Serok Ocalan e. Em ji pêvajoya çareseriyê re derbas dibin. Hêvî û daxwazên me yên mezin hene. Emê bibin partiyeke ku van hêvî û daxwazên xwe bînin cih.

- Wateya kongreya me pêşerojeke azad e. Emê bi hêz û daxwazeke mezin ji bo azadiyê bixebitin.

Kamuran Yuksek:

- Bi keda berxwêdêrên 14'ê Tîrmehê M. Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçekan em li vir in

- Ji her demê zêdetir derfet hene ku gelên me bigihîjin azadiya xwe, ligel gelên din di nav aştiyê de bijîn. 

- Hedefa me ya bingehîn ew e ku em xweseriya demokratîk pêş bixin. Emê zêdetir xweseriya demokratîk bixin rojevê, pêvajoya ku Ocalan daye dest pê kirin û bi rê ve dibe jî vê yekê nîşan dide.

- Gere aliyên tirk jî xwedî li vê pêvajoya çareseriyê derên. Hemû betal, feqîr, keddar, ev pêvajo ji bo wan, ji bo kurdan û gelên din tiştek jiyanî ye. Nexwe dê Tirkiye bibe wekî sûrî, Iraq, dê pêvajoyeke wekî Misrê çêbibe. 

Meseleya Pêvajoyê

- AKP gere dest ji berjewendiyên taktîkî berde, ji bo demokratîkbûyînê gavên cidîtir biavêje. Bi taybetî ji bo muzakereyan rewşa birêz Ocalan muhîm e. Pêdivî bi mercên azadiyê hene. Gere ew xwe bigihîne gel, xwe bigihîne derdorên din û bi wan re nîqaş bike. Gere AKP bilez van gavan bîne cih.

Meseleya Rojava

- Tiştên li Rojava têne jiyîn ji bo herêmê girîng in. Ev model ji bo ereb, ermen, ji bo yên ne misliman e jî. Lê ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê, polîtîkayên hikumeta Başûrê Kurdistanê şoreşa Rojava di nav tengasî û zehmetiyan de ye. Em dibînin li Kobanî çi tê jiyîn. Gere em bizanin ku berî şer û pevçûnan xwişk û birayên me yên li wê derê bi birçîbûnê re rû bi rû ne. Kobanî di bin ambargoya xurekê de ye. Hindik maye drameke mirovahiyê çêbibe. Sibê dibe mirov nikaribin nan bibînin. Ger em li xwişk û birayên xwe yên li wê derê difikirin miheqeq tiştên em bikin hene. Ji bo piştgiriya gelê me û çareserkirina pêdiviyên wan gere em seferberiyeke bidin dest pê kirin. Kongreya me dê ji bo tişteke wisa bibe destpêkek û ev yek di nav peywirê me yên pêşî de ye. Li ser vê yekê dê xebatên me hebin. Ji bo têkbirina ambargoyê ez dixwazim bînim ziman ku emê xebatê bidin dest pê kirin. Baweriya me ew e ku gere polîtîkaya PDK û Tirkiyeyê ya di vî warî de biguhere.

...kongre didome. emê agahiyan berê ve ragihînin...

**

Nûçeya eleqedar:

- Notên ji Kongreya BDP'ê


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Anter çû serdana Baydemir

ad

Xelata Şovelya da înan

ad

Hejmara nû ya Nûbiharê derket

ad

Li Hewlêrê pêşengeha pirtûkan vebû

ad

778 Saziyên Sivîl piştgirî dan konferansê

ad

Tîroj têkçûna dîroka fermî nîqaş dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname