Di rojnameya Milliyetê de, (30 Gelawej 2012) nûçeyek hate weşandin. Nûçe ev e:
“ ‘Norweca Pirçandî Misteheqê Breivik e’
Nivîskarê Fransî ê navdar Richard Millet, got ku pirçanditî a li Norwecê bûye sedem da Anders Breivik 77 kesan bikuje. Ji çapemenî û nivîskaran bertekiyan xwe da der.”
Di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku Richard Millet xelatgirê cademie Français e, edîtoriya Gallimard dike ku Gallimard, weşangeriya çand û edebiyatê dike, saziyeke rûmetdar e.
Richard Millet gotareke bi navê ‘Zêmara Edebî A Anders Breivik’ lêkiriye, di gotarê de gotiye, ji ber ku Norwecê destûr daye koçberî û pirçandîtiyê tişta bi serê wî de hatiye heq kiriye.
Di gotarê de Millet wisa dibêje: “Pirçandîtiya ji DYA hatiye îthalkirin, tişta herî xirab e ku bi ser Ewropa de hatiye. Mozaîkên getto diafirîne ku neteweya mazûvan lê nîn e. Bawer dikim ku Breivik ev rewş têgihîşt û bi awayê herî cinawirî bersiv da.”
Em guh bidin fikrên din ên Millet: “Breivik hilberîna paşveçûyîna Rojava ye, lawik ê wê avadaniya îdeolojîk-neteweperest e ku koçberiyê aniye Ewropa…”
Millet gotiye, ji ber ku “Nasnameya neteweyî winda dibe, Ewropa ber bi Îslamê ve diçe, rehên Xiristiyaniyê winda dibin” îhtimal e ku çalakiyên wekî ya Breivik ê li her ciyî pêk werin."
Di nûçeyê de behsa bertekiyên tund ên çapemeniyê û gelek nivîskaran hatiye kirin. Berdewamiya nûçeyê:
“Millet ê ku bertekiyan ji bo xwe nekiriye xem wisa got: ’Ji wan nivîskaran jê yek im ku Fransa jê nefret dike. Ev pozîsyoneke bi seyr e ku min dike heyberekî taybet’.”
Hevokên dawî ên Richard Millet hem rewşê, hem jî pirs û bersivan vedihewîne. Gelo wekî ku Millet îdîa dike sedem pirçandîtiye an xwesteka ‘pozîsyoneke bi seyr’ û ‘heyberbûna taybet’ e?
Tişta ku Breivik û Millet nêzî hev kiriye muhîm e; tirsa xwe ji ‘ên din’ de dide der! Millet, vê tirsê daye der lê xwe ji pirsekê kiriye; gelo ‘ên din’ çawa bûne/dibin, ên din?
Li hemberî ên din ‘pozîsyoneke bi seyr, taybet’, ev e ku a însan jahrdadayî dike. Ev, reng û ton cuda be jî, li her devera dinyayê problemeke cidî ye. Ji têgihîştina halê ên din madetir, naletkirin û piçûkdîtin…


