Carê nasekî behsa rewşa edebiyata me ya salên şêstî de dikir. Wî serboriya xwendina xwe ya helbestên kurdî wiha der dibir: “Di salên şêstî de feqeyan bi peretî helbestên Cîgerxwîn dinivîsandin. Li Vartoyê Seleheddîn Gimgim hebû. Wî ji min re çend helbest bi rê kirin û hîç pere ji min negirt.”
Bi dû re ez haydar bûm ku wî bi navê Serda Selaheddînê Gimgimî helbest lêkirine. Gelek portreyên wanî yên di paşila edebiyata me de hene. Berhemên wan, jiyana wan û rastiyên wan wê deriyê gelek agahiyan li me vebike.
Serda Selaheddîn Gimgimî jî kesekî wanî ye. Mixabin em ji jiyana wan, berhemên wan ne haydar in.
Ezê li vir du helbestên wî ji bo xwendevanên Diyarnameyê bi bîr bînim. (çavkanî Nedîm Dît, Varto Sanat)
Balkêşî û taybetiyek wî ev e ku bîst û du sal temen kiriye. Di temeneke ciwan de dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Naxwazim di derbarê helbestên wî de tu tiştî bibêjim lê xwestekekê xwe li min da der da bi berdewamî bixwînim, bixwînim û bi xeyalan bikevim, bixwînim ziman bêhtir li min şîrîn bibe…

Name
Baê nesîm îro tê wek carane parî lez bike
Waye me nivîs nameyek qesta cîyê yara meke
Rêwîtîyek zore welê bê te me kes posta dilê
Nîne kû çû ba sorgulê bêj qasidem deryan veke
Gava vekir deryan li te wî nazika b’xal û xete
Cî bîne herçî adete jê ra qissa halê xwe ke
Bêj ew cîyê ez tême jê lê aşiqek dil kul dijî
Maye li hêvya te kejê ya dil xu bo min erzeke
Wî horîya şirîn qedê lazim gelek baş goh bidê
Bextê te me bextê Xudê herçî dibêj ji bîr meke
Em mane îdî çav li rê li benda cewaba durrê
Ey dil were wek xûy berê xem û xiyalan erzeke
Dîsa were mihnet bixwe bê vî te kar nîne jixwe
Hêvî heye dîlber bixwe pirsê li ehwalê meke
Ew dîlbera şox û şepal tiştê heye ageh ji hal
Ev gotin û ev qîl û qal nakin buhaê qur’şeke
İşqa gulang û gerdenê xala libin tara çenê
Talan nekir te min tenê ya Reb eva çer şûleke
Ya Reb çi şû’le mane tê ev dafika dil kû ketê
Şewtin bi narê firqetê ma daye yarê şewqeke
Gotin me qet nakin pere em mane îdî şevdere
Boyê mezin zêrê zere dimrin ji lê dil her yeke
Dil vaye carek dîlberê wî nazika lêv şekerê
Ew hêj’ li ser soza berê Serda me rêya işqeke
***
Yara Min
Dîlber kû pir şirîn e, ez bû me mislê Ferhad
Na kim tu car yeqîn e, peyda bikim dilek şad
Şîn û girîn me kar in, ez bo me reş girê da
Li ser da jî dibarin, lew bû me mest û şeyda
Herçî kû lafê zanin, dibên me ev çi hal e
Her hal e ew nizanin, dîlber pirî delal e
Ger nas bi kin şirînê, na kin gilî û gazin
Derman e bo birînê, ewa kû em dixwazin
Qaz werdeg a golan e, em kir’ne aş û baş e
Çavreş j’kanî ya kilan e, lew ji ra man e şaş e
Ebrû wekî hîlal in, gava kû nû xûya bit
Bijang mesafa sal in, man in hezîn û sabit
Enî hîv a li çarde, wesfê wî ger dibejin
Diçin sibat û mard e, ez hê j’hubur dirêj im
Sûret wekî hinar in, gulan wekî gul a zer
Bilbil li ser dizar in, bi halekî seferber
Lêv ê tenik timî ter, bend a sedef di bin da
Çena rind û gilover, ferman dixun li rind a
Sing ê wî deşt û zozan, text ê Selaheddîn e
Li ser wî daw û doz an, dikin herçî wî dî ne
Gurz û kemend û şîrgoh ew memikê gilover
Delal û nazik û nû eqil j’serî dibin der
Bej’n a zirav wekî şev, roj an bi xîn e gor ê
Xana’n û Xalid’an tev, ser danî bûn li wî rê
Ez çer wî na hebîn im, wî kanî ya heyat ê
Bona kû wî bistîn im, ez lê bi kim xebat ê
Çi qas kû bextîyar e ew kes kê wî hebandî
Tarîx ji bo me yar e ger bi ger mislê Gandî
Dîlber çem ê jîyan e, derd ê me derd ê welat
Serda Selaheddîn e, can ê me jê re xelat
Serda Selaheddînê GIMGIMÎ ( Varto, 1945 – 1967)
**
Têbinî: Di wêneyê de kesê li ser piyan Serda Selaheddîn Gimgimî ye.


