logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

XELATA JI BO AHMET KAYA TÊ ÇI WATEYÊ?

  • Dîrok: 29/10/2013
Ahmet Kaya kurd bû, alewî bû, hunermend bû. Her sê nasname jî nasnameyên din bûn; hatibûn înkar kirin, wekî talûke dihatin dîtin ji lewre di sala 1999’an de, di merasîma xelatdayînê ya Komeleya Rojnamegerên Magazînê de, ji ber ku Kaya gotibû, “Ezê klîbeke bi kurdî saz bikim”  ketibû ber xezeba “hunermendên” neteweperest, hewl hatibû dayîn da Ahmet Kaya were lînç kirin.
Ahmet Kaya wekî ji trajediyek kurdan a herî bi êş berê xwe da riya sirgûnê û di sala 2000’î de li Parîsê çû ser dilovaniya xwe.
Îsal xelata mezin ya çand û hunerê ku ji alî Serokkomariya Tirkiyeyê ve tê dayîn dan Ahmet Kaya. Ev xelat muhîm e. Hêvî ew e da bibe destpêkek ku êşên wekî êşa  Roboskî êşa Hirant Dînk bi gavên wisa hinek sivik bibin. Xelat û gavên wisa dibin sebeb di civatan de gengêşî dest pê bikin, bi wî awayî dê zîneta însanan biguhere.
Sebebê xelatdayînê jî bi wate ye, wekî sebeb hatiye gotin ku, Ahmet Kaya bi şîroveya xwe, bi muzîka xwe, bi şêwe û vegotina xwe bûye sebeb da însanên cuda difikirin bêne ba hev. Ev eger jî balkêş e. Di serî de kurd û yên din bi salan e ji bo jiyaneke wisa têdikoşin; bi rengê xwe, bi fikrên cuda jiyaneke hevpar gengaz e, dibêjin. Tirsa ji yên din, tirsa ji dijberan, tirsa ji fikir û jiyanên cuda tirseke bêwate ye. Heger ev xelat bi vî mantiqî were şîrovekirin, hatibe şîrove kirin muhîm e lewre li vî welatî Serokkomar di heman demê de serekê artêşê ye jî.
Ji derî analîzên siyasî û wateyên kûr yên gavên wisa însan wekî niyetên xweş jî bibîne baş e. Rastiyên din jî hene di pratîkê de. Dixwazin wekî îronî bihesibînin ji we tê wekî rastiya hişmendiyeke neteperest bi nav bikin, di roja ew xelat hate dayîn de li Kuşadasiyê dîsa kurdî wekî talûke hate dîtin, konser hate betal kirin. Di rojnameya Radîkalê de îro ev nûçe hatiye belav kirin:
“Li Kuşadasi,belediya ku di dest CHP’ê de ye, di bergeha festîvala bajarên bira de ku projeya konsera
 bi navê ‘Stranên Wenda ên Anatoliyê’ saz kiriye, ji ber ku ê stranên bi kurdî jî bihata gotin proje betal kiriye.” Di nûçeyê de hatiye gotin ku yek ji hunermenda ku di konserê de stranan bigota Devrîm Kaya di hesaba xwe ya Twitter de nûçeyê par ve kiriye. 
Ev wêne û tablo rê didin bê ji bo demokrasiyê hê çiqas têkoşîn lazim e. Helbet dîsa diselmînin ku ger bê xwestin guherîn ne ew qas zor in. 
Em bi rexneyeke Nurgul Yeşilçay dawî li nivîsê bînin hem rexne muhîm e hem jî em ji bîr nekin ku li vî welatî bi qasî kesên teng difikirin însanên dilfireh û fikirxweş jî ne kêm in. Nûçeyê di rojnama Starê de cî daye xwe:

“ … Yeşilçay di hesabê xwe ê Twitter ê de rexne li tewrên hin kurdan girt. Lîstikvana navdar di hesabê xwe yê Twitter ê de, derbarê hin kurdên ku bi îngîlîzî diaxivin de ev şîrove kir: ‘Bi îngîlîzî xweştir xwe derbirîna hin hevalên kurd gelo ekonomîk e an sosyolojîk e? An ne heweskarî ye ku ji pirsgirêkek welêt e? Ez kurdî tercîh dikim.’ “
 
cihanacirokan@hotmail.com  
 
 

Nîşe:
Hêja Mehmet Oncu, piştî nivîs weşiya, ev agahî ji bo min bi rê kir:
“Kek Cîhan merhaba, Ahmet Kaya semsûrî ye, ji eşîra Bîstikan e, kurd e (sûnî, Cîhan Roj) lê ne elewî ye. Silav û rêz.” 
Belê malabata wî ji Semsûrê ye lê Ahmet Kaya xwe her wekî kesek ji Meletî derbiriye.
Em werin ser mesela elewîbûnê. Berî nivîsê lêkim min hevpeyîvîneke jina wî di rojnameya Radîkalê de (Ben bir Kurt Alevi olarak Turk değilim, Turkiyeliyim. 07.11.10 Radikal, Pınar Ogunç) xwend; ji ber ku Gulten Xanimê di wir de gotiye; "Ez wekî keseke kurd û alewî..." dibe ku vê derbirîn ê hukum li nivîsa min kiribe. Ya rast ji bo min balkişandina nasnameya elewî muhîm bû. Ahmet Kaya elewî be ne elewî be ne muhîm e; wî bi muzîka xwe bes nasnameya elewî ya mexdûr şîrove kiriye.

 





 
Hin Nivîsen Nivîskar

Vîna însan û ‘Cejna Qurbanê’

  • 05 Berfanbar 2008

Ger bi a dil bûya gere min behsa cejnên rabirdûyê bikira; hinek nostaljîkbûya ev nivîs. Mesela min dê bigota, di zarokatiyê de, di zivistanên Serhedê de...

Wijdan, Îtiraz û Ambargo

  • 10 Tîrmeh 2009

Wijdan her çiqas rastiyek însanî ya her kesî be jî di civakan de berî her kesî ji nivîskar û rewşenbîran ew hêvî tê kirin. Îtiraz gerek xwe ji...

“MUZE” YAN “MUZEXANE”

  • 15 Avrêl 2016

Di nivîskariya bi sêwirîn an jî honakî de peyv gelek muhîm in; ya ku taqet, reng û derfetê dide qelema nivîskêr peyv in. Bi taybetî jî ji alî...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

HRRK'ê karbeşiya xwe pêk anî û dê çalakiyan li dar bixe

ad

Deham Ebdulfettah: Di vê rewşê de, hêviya min di standartkirinê de nîn e

ad

Ocalan: Ez dê bangek dîrokî bikim

ad

Şûnwarek hêjayî dîtinê: Şikeftên Hesûnê

ad

Xêzek li ser şewata konan

ad

Bahoza serdemekê 'Bahoz' di vîzyonê de ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname