Hevpeyvîn: Ferîd Demîrel / Bîanet
“Hêviya min di standartkirinê de, di vê rewşê de, nîn e. Ez bawer dikim ku wê ev rewş bidome jî. Heya Xwedê Teala tişetî din bike.”
Zimanzan, nivîskar û wergêr Deham Ebdulfettah ji bo pirsa min a li ser standartkirina zimanê kurdî ev bersiva li jor da.
Ebdulfettah ku di çend salên dawiyê de li Qosera Mêrdînê dijî, van rojan amadekariyê dike ji bo vegere Amûdê. Berî ku vegere, ez li Qoserê çûm mala wî. Ji ber ku hemû kelûpelên xwe di pêşiya xwe de şandibû, li salona wî tenê du kanepe, maseyek û televîzyonek hebû. Dema ez ketim hundirê salonê, televîzyoneke bi kurdî vekirî bû û programek li ser pirsgirêkên başûrê Kurdistanê tê de dihat nîqaşkirin.
Di kelekela havîna Qoserê de min pirsê xwe yên derbarê rewşa zimanê kurdî ya li Bakur, standartkirina ziman û xebatên li ser ziman jê kir û wî jî bersiva min da.
Ev çend sal in ku cenabê te li Mêrdînê, li Qoserê dimîne. Tu amadekariyê dikî ku vegerî Amûdê. Tiştên ku te di van çend salan de li vir dîtin, çi bûn? Tu dikarî hinekî ji me re behsa çavdêriyên xwe bikî?
Berî niha jî ez dihatim vir. 2003, 2004, 2005, 2006 wan. Her sal ez dihatim, konferansên zimanê kurdî li Amedê çêdibûn. Şaredariya Amedê çêdikir. Di şand pê kesên bi zimanê kurdî re mijûl, hezkirên ziman. Ji her sê çar parçê Kurdistanê, Ewropa, Emerîka û Keneda. Ez jî her sal dihatim vexwendin. Ez dihatim. Sê, çar, pênc rojan me kar dikir. Li ser terman, li ser standartkirina zimanê kurdî. Ew bi rastî geşbûneke xurt dihundirê min de vêxist. Ew Tirkiya ku me dibîhst; zordarî, desthilatî, dorpêçkirina zimanê kurdî û qedexekirina heta gotina, cil û bergan, folklor… Dixwestin asîmilasyonê bikin. Vaye gihîştiye qonaxekê. Îca tiştên berovacî çêdibin. Konferansê zimanî kurdî li vir çêdibin. Ji her derê tên. Eva diviya li Kurdistanê, li Hewlêrê çêbibaya. Min lê nêrî, ew meseleya hilbijartina şaredariyan, yasaya tirkî ya şaredariyan, rê dide hinek karan bi xwe bike. Ya duduya jî pêvajoya aştiyê dest pê kiribû. Di wê demê de ez hatim. Xweş bû. Ez çûm Artukluyê. Li wir min mamoste û xwendekar nas kirin. Bi rastî ez pê dihatim girêdan. Ev tiştaya li ba me nebû. Ez birçiyî vî karî bûm. Ez geş bûm. Min xwest ez li vir bimînim.
Mixabin ev jîngeha han dirêj nekir. Ew pêvajoya aştiyê xera bû. Hinekî şîdet çêbû. Mamoste ji kar derxistin. Tirsek çêbû. Nema wekî berê ew serbestî û ew azadiya han. Ew Tirkiya rojekê ji rojê wilo bû, Sûriye hew jê xerabtir. Alfabeya kurdî bi te re bigirtana li Sûriyeyê, belkî tu şeş mehan winda bibaya. Kesî nezanîba tu li ku derê ye.
Tiştekî gelekî hêja ye. Nemaze hema li vir, li vê Qiziltepeyê, çend xwendekarên biçûk jî hebin, 10 in, 15 ne, bixwazin wekî zimanê bijarte, wê ji te re mamoste tayîn bikin û bi kurdî bixwînin. Wextê mamosteyekî tayîn dikin û du xwendekar li cem wî dixwînin, ev danasîneke ku ev kurd e û ev zimanê wî ye. Berê veya tune bû. Ev tiştên xweş ez dibêjim. Lê ez dinêrim, hîna berpirsiyariya me kurdan, xortê kurd, tiştê ku jê tê xwestin, hinekî ji wilo meztir bûye. Yanî tiştên nexweş, Amed, wekî dibêjin paytexta kurda ye. li Kurdistana Bakur. Tu derbas dibî, li sûkan, bazaran, li dikanan, xwaringehan, otelan, biçûk û mezin tev bi tirkî diaxivin. Kesek bi kurdî naxivin.
Êdî piştî demekê wê li malê jî bi tirkî biaxivin...
Heta niha metirsiya vê tune bû. Li medresê, li derên din çênabe tu bi kurdî biaxive. Ez giham mala xwe, ez deriyê xwe li xwe digirim û bi kurdî diaxivim. Lê hikumetê her malek medresak dudo xistine hundir de. Ev televîzyon e. Ev televîzyon, mekteb in. Mekteb li derve heye û mekteb li malê jî heye. Li apartmanên li dora me, dostên min, ên em hev nas dikin tên vê derê. Dibe çine vina wan. Em datînin ser programên zarokan, yên kurdî hene. Wê rahêjin qomandoyê û bibin ser yên tirkî. Biçûk û mezin giş. Televîzyon ji mektebê jî girîngtir e.
Civak diguhere. Heta nifşek berê jî zarok li kuçe û kolanan bûn û her kes bi kurdî diaxivîn. Niha zarok danakevin kolanan û li mal in û li malê jî tenê televîzyon heye. Tiştekî din nîn e zarok pê mijûl bibin. Televîzyon jî bi tirkî ye...
Ev jî rast e. Lê berê kolanên te bi kurdî bûn, niha ew jî bûne bi tirkî. Rojekê em li Darê bûn. Em çûn wan şûnwaran bibînin. Pîrekek çekên bajarî lê bûn. Zarokek li dor sê çar salî li ba wê bû. Pîrek li pêşiya min bû, ez li dû wê, zaroka wê jî li pey min. Min dî bang kir pîrekê, got ‘Dîlan Dîlan, gel gel.’ Em derketin. Min jî bi xwe nekarî. Min go, ‘xwişka delal, te navê keçikê kiriye Dîlan û tu jê re dibêjî gel gel. Ji dêvla wê diviya te bigota wer wer. Yan jî te navê wê bikira tiştekî din.’ Ma, go ‘tu zanî çima?’, go ‘ji bo wexta mezin bibe, ji bo bikaribe xwe îfade bike.’
Ma berê me kesî ne bi erebî, ne bi tirkî nezanî bû. Em ji gundan bûn. Em çûn mekteban, em fêr bûn. Me xwendina xwe li pêşiya zarokên ereban jî xist. Li vir ev tiştên ku ez dibêjim ne baş e. Ev der gund e. Wekî binxetê ye. Ev ne baş e.
Tu dikari bi tirkî bijî, tu bi tirkî biaxivî. Lê tu wekî milet, wekî gel, wekî tu bibê ez kurd im, heke ku tu neştexilî, ez ji ku dizanim tu kurd î yan tu tirk î. Ez nizanim. Tu belkî ereb î, îranî yî. Ez ji ku dizanim. Lê wextê tu biaxivî ez ê bizanim. Ev metirsiyekê çêdike. Tu çiqasî siyasiyen xurt bî, partiya te xurt be, wextê orf û adet, folklor, kultura xwe, rewşenbiriya xwe zimanê xwe winda bikî bila parlaman giş ê te be. Me çi fêm kir. Niha derfet hene. Berê tune bûn. Tu kar bike, ferset heye, ferset heye tu master ji Mêrdinê bistînî, tu doktora ji Dîcle bistinî. Ew doktora, master çiqas xurt e ne xurt e ew tiştekî din. Bes xetma (mohra) dewletekê li ser belgenameyê ye. Xetma Cumhuriyetê. Ev itirafek e (naskirin). Ev ne hindik e. Te ev şahadeya (dîploma) kurdî ji filan zanîngehê stendiye.
Nivîskar, şair, lêkolîner, saziyên ziman dixwazin tiştekî di vî warî de bikin. Ev xebatên ku tên kirin çiqasî bandorê li civakê dikin û wê bandoreke çawa bike?
Kar dibe, ez jî tevlî karên wan dibim. Niha komxebatek li ser zimanê kurdî dibe. Sê çar sal e. Salê heft heşt civîn çêdibiûn. Ez jî lê amade dibûm.
Ya Weqfa Mezopotamyayê?
Erê ya Weqfa Mezopotamyayê. Weqif texsîr nake. Sînga xwe vekiriye. Çapxane, weşanxane heye. Mêvanan ji Ewropa bîne, wan li otelan razîne, ev giş heye. Dixwaze tiştekî ji vi zîmanî re bike. Bi dîtina min, encama vê xwestekê ne li gorî wê ye. Ev bandora ku tu bibêjî tesirê li malê bike, li kolanê, li nivîsinê bi xwe bike, ew tesîra han… Ev yek e. Ya duduyan jî, ez nizanim ev çi mesela hanê ye, destpêkê di zimanê xelkê de werê dibû ev tiştana, wekî karekî hevbeş, alîkarî, bi hev re, wextê ku ez tiştekî bibînim, helbesteke, kovareke te, gotereke te ez bixwînim ez karibim dilê xwe bi rastî û ronahî û yekser ji te re bibêjim. Li şûna ku tu bibêjî, tu tê de bifikirî, ka ev gotinên min rast bûn ne rast bûn, di cî de tê di hundirê xwe de bitengije. Tu ne vekirî yî ku guhdarî jî bikî. Ev mixabin rewşa me kurda ye.
Bi vê rewşê ve girêdayî, ez dixwazim pirsekê derbarê standartkirin, standartbûna zimanê kurdî de bikim. Hêviya te heye ku standartbûna zimanê kurdî pêk bê?
Na, na. Hêviya min tune ye.
Çima?
Ji serhişkiya me. Ji bilî pirbûna alfabeyan, li ser asta netewî, ew ne sûcê me ye… Hin bi alfabeya erebî dinivîsin, em bi alfabeya latînî dinivîsin, dev ji veya berd. Kurmanc, li ser asta kurmanciyê û tîpên latîni, alfabeya celadet ku li pey xwe hiştiye, em nikarin wekî hev binivîsin. Hema Celadet nivîsandiye. Wekî Celadet binivîsînin. Pê Hawar nivîsandine. Wextê dibe gotina Hawarê, divê tu kovarên din nekeve bîra te ku dewsa wê bigire. Dibe gotinek, Celadet di wextê xwe de bi kar anî be û aniha gotinek dewsa wê bigire nee. Eveya na, Orta me û wî heftê heştê sal e. Orta me û Celadet.
Hêviya min di standartkirinê de, di vê rewşê de, nîn e. Ez bawer dikim ku wê ev rewş bidome jî. Heya Xwedê Teala tişetî din bike. Herkê ji xwe re dinivîsîne, herkê ji xwe re kovara xwe derdixîne. Hêviya min û standartkirina rastnivîsekê, yan rêzimanekê di vê rewşa hanê de tune. Piştî 20 sal, 30 sal, 50 sal, 100 salê din ez nikarim tiştekî bibêjim.
Ji bo standartkirinê çi lazim e
Hinek perwerde ji me re lazim e. Hinekî fehm bê guhertin. Niha dîwarê min şaş be, avahî şaş be, cade şaş be, xera dibe û tê avakirin. Ez ê tiştekî din ji te re bibêjim; Feylesofekî brezîlî heye, navê wî Noel e. Dibêje, min dixwend. Lawikekî min hebû. Serê min gêjkir. 5-6 salî bû, 7 salî bû. Pirs ji min dikir, nedihişt ez karê xwe bikim. Go min, nexşeya dewleta min qetant, qetand. Kir perçe. Go, min go ‘layê min tu hewqas pirsan ji min dikî, ez ê jî pirsekê ji te bikim.’ Go ‘çi?’, go mi go ‘Eva xerîta dinyayê ye, hema ji te, vêna ji min re bike wek hev.’ Dibê lêwik çû li kaxetê nêrî, sûretê însanekî li ser pirşa wê hebû. Go hema wilo zîvirand û sûretê însan pev zeliqand. Şuxlê bîst deqa, nîv saetê pev zeliqand û anî da wî. Go ‘ji ter’. Wilo lê nêrî. Go ‘weyla, ev xerîta hanê, her yek navê wî, her yek sînorekî wê.’ Go ‘te çawa kir law?’ Go ‘li pişt wê binêr’. Go ‘eger te însan ava kir tê dinyê gişî ava bike’. Bala xwe bidê fikra felsefê çawa ye. Ê me jî kengî me ew sûret xweşik rast kir, wê yê din ji xwe ber çêbibe. Ev jî tê ser perwerdeyê. Ko em fam bikin ev ziman mijareke netewî ye. Ne milkê ê min û ê te ye. Ne ya filan partiyê û filan partiyê. Ev milkê miletekî ye.
Berê li gundan bi dama dilîstin. Yekî digo bûye keye, digo çû dam. Ê me giş em dirin dam. Kes li kesî guhdarî nake. Bi xwedê ev nexweşîk e. Me karîba xwe jê xelas bikira wê gelek baş baya.
Ev tiştê ku tu dibêjî hêla wê felsefeyî ye. Lê ji aliyê pratîkê divê çi bê kirin? Divê dibistanek hebe, saziyek hebe? Çiye rêya vê?
E, saziyek hebe, rêxistinek hebe û divê em li gora wê bimeşin.
Wê kî ava bike?
Tu zanî ev jî tiştek e ha. Ev ciyê pirsê ye. Kî wê ava bike? Desthilat ava dike. Hikumet ava dike. Hikumet. Dizani çilo? Li dinyayê gişî wilo ye. Zimanê fransawî em bêjin. Wekî zimanê me bû. Her bajarek bi şêweyekî diştexilî. Wextê ku hikumeta fransawî çêbû, pirtûkên xwe çêkirin. Ew lehca, şêwezarê Parîsê go bera ev zimanê me be. Ew ê di, kî çi dibêje, bila ji xwe re bibêje. Bes kitêbên xwendin û nivîsandinê hikumet wê wan çap bike. Salek du sal, sê çar sal, pênc sal, deh sal ev temam. Wê bibe zimanê fermî. Hinek şaşî tê de hebe jî bila. Bes, bû. Bû zimanê standart, bû zimanê hikumetê, bû zimanê dewletê. Ê ê me ew tune. Ew saziya desthilata mesrûfê bide, pera bide ulema bîne, tune. Cumhuriyet dema ava bû. Kemal Ataturk ulema kom kir. Hinek ji wan cihû bûn. Hinek ji wan misilman bûbûn, hinek nebûbûn. Ew şandin heta Qirgiztan û Tirkmenistan û Qazaxistan. Wan cumhuriyetan giştik. Çi gotina hebû kom kirin. Û rêziman. Ji wê çaxê heya niha kar dike. Her demekê tu dibînî, gotinên tên guhertin, tên ava kirin û ziman ava dikin.
***
Deham Ebdulfettah kî ye?
Di sala 1942'yan de li Amûdê, ji dayik bûye. Xwendina xwe heta lîseyê li xwendingehên parêzgeha Hesekê qedandiye. Li Zanîngeha Helebê, beşa ziman û wêjeya erebî bi dawî kiriye. Nêzî 25 salan wekî mamosteyê Ziman û Wêjeya Erebî karmendî kiriye. Niha jî destê xwe ji karmendiyê kişandiye û xwe ji kar û barên zimanê kurdî re vala kiriye. Di destpêkê de çalakiyên xwe yên rewşenbîrî bi zimanê erebî dinivîsandin. Helbest û gotarên xwe di rojname û govarên erebî de belav dikirin. Sala 1978'an di encama ezmûneke derûnî de li xwe hay bû û ev pirs ji xwe kir: Kesê ku tovê xwe di zeviya xelkê de biçîne, gelo ji bilî poşmaniyê, wê çi biçîne? Wê hingê her tişt di mêjiyê wî de hat guhertin. Berê pênûsa wî jî, di nav pêlvedanên wê ezmûna derûnî de hat guhertin. Nêzî 10 salên peyapey, xwe bi xwendin, danehev û hevberkirina ziman û rêzimana kurdî westand. Di sala 1988'an de dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir û hêj li ser wê rêbazê berdewam e.
Berhemên Çapkirî
- Peyvînek Bi Kurdekî re (wergerandin) bi erebî, Şam (1989)
- Li Ber Dergehên Laleş (Helbest) bi kurdî û erebî, Şam (1990)
- Nêrîneke Rexneyî Li Helbestên Kurdî (Rexne) Şam (1992)
- Hindek Aloziyên Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Şam (1993)
- Di Muzîka Helbestên Kurdî De (Têbînî û Bersiv), bi eremî, Şam (1995)
- Rênivîsa Zimanê Kurdî, Kombenda Kawa, Libnan (1998)
- Destana Gilgameş, Duhok, Spîrêz çapa yekem (2005), bi alfabeya erebî; çapa duyem Amed Enstîtuya Kurdî (2006),
- Nav Di Zimanê Kurdî De, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)
- Cînav Di Zimanê Kurdî de, Duhok, Spîrêz, Çapa yekem (2006); çapa duyem, Amed (Enstituya Kurdî (2006)
- Kar (Lêker) Di Zimanê Kurdî De, Amed, Enstîtuya Kurdî çapa yekem (2011), Duhok, Spîrêz, Çapa duyem (2012), bi alfabeya erebî.
- Yarsan (Elhî Heq), Amed, Lîs (2017)
- Mistek Ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî (Kurmancî), Lîs (2018)


