Di nivîskariya bi sêwirîn an jî honakî de peyv gelek muhîm in; ya ku taqet, reng û derfetê dide qelema nivîskêr peyv in. Bi taybetî jî ji alî wateyê ve rewşa peyvê gelek muhîm e. Mewlana gotiye wextê mêşek baskên xwe dihejîne erşa Rihman dihejîne. Ew derbirîna derheqê bipergalbûn, bandorlihevkirinê de bi bîra min hat ku mirov bêje, wate an jî rewşa peyvekê hikum li edebiyatekê dike, ji bo zimanekî ew qas muhîm e.
Gava min di nûçeyeke bi kurdî de peyva “muzexane” dît ew arîşe hate bîra min ku di zimanê me de em li bingeha peyvên pey re hatine afirandin, li wateya terman zêde nafikirin. “Muzexane” jî yek ji peyveke wisa ecêb û eletewş e!
Heke em bêjin muzexane ev tê wê mehnê ku bi navê “mûze” tiştek heye ku ew li ”xaneyekê” hatiye pêşandan. Muze bi xwe ew mekan e ku mayînde, objeyên kulturî, tarîxî … tê de têne pêşandan. Lewre peyva muze bes e, wextê em bêjin muzexane ji alî mehneyê ve rewşeke bêmehne dertê.


