Çi di jiyana kurdan ya folklorîk de be çi jî di kodên tevgerên takekes de be têgehên wekî hest, xeyd, hêrs têne bîra me! Heke em li çîrçîrokan vegerin em ê bibinîn xeyd çawa bûye sebebê hêrsê, hêrs jî çawa bûye çavsorî û dijminahî, bûye sebebê hilweşîn û têkçûyînan.
Mînakeke herî sotîner di destana Kela Dimdimê de heye. Di destanê de, kesek ji ber ku danekê xwarin jê re namîne, dixeyide, dike mesela şanaziyê, bi hêrs dikeve, hewl dide heyfa xwe hilê! Ew agahî dide leşkerên Şah da avê li kelehê bibirin ê bi wî hawî wê karibin kelê bi dest bixin. Leşkerên Şah wisa dikin, kurdan têk dibin.
Bi vê gengêşî û meseleyê re belkî mirov karibe gelek diyarde û kod û berên folklorîk ji nû ve bifikire; ji mît’an heya destan û berên folklorîk, ji kilaman heya çîrçîrokan. Ya herî muhîmtir jî kitûmatên dîrokîne.
Heya niha bindestî her wekî sebeba bingehîn hatiye destnîşankirin ev rast e, lê ji bo honandin, nirxandin, sebebên cuda û encaman bi tenê destnîşankirin ne bes e.
Ji derî lêkolîn, analîz û nirxandinên bi vî rengî wergera metnên zanistî şert e. Bi saya metnên wisa, bi rê û rêzaniya xebatên zanistî em ê ji derî tespîtên siyasî, bi diyardeyên felsefîk, sosyalî û psîkolojîk jî karibin hin tiştan bi mehne bikin. (Helbet tespîtên siyasî jî xwe dispêre dîsîplînan lê ziman û şêwe, hedef carna cuda ne)
Aniha bi jêgirtinekê dawî li nivîsê tînim ku min hewl dabû hin sebebên ji dema me bi bîr bixim:
“Ji ber ku di çanda me a gengêşiyê de problem hene hê jî, ji fikir û nêziktêdayînan bêtir, em dixwazin, şexsê xwe, bigengêşin. Di çanda me a mêj de ,ji gengêşiyê bêtir,heyf û tol stendin hebû.Hûn di gellek nivîsan de bi awayek hewlên tolstendinê dibînin.Carna jî bi metelmayînî em dibînin ku nivîskar an jî rewşenbîr xwendevanan ji bîr ve dikin;mîna ku îhtimal nedin xwendevanan da ku xwendevan ji nivîsên wan têderdixin bê ew dixwazin çi bêjin an jî wan xwestiye çi bêjin!
Beriya her tiştî di gengêşiyan de ,ji xwe bêtir însan fikran, nêziktêdayînan,bîr û baweriyan digengêşe.Pirî caran hûn li nivîsên gengêşiyan dinihêrin îlahîm ,bi awayek,hûn hesêbên şexsî jî tê de dibînin!”(cîhan roj, çanda gengêşiyê, 19.04.2009 dîyarname)
Belê rewşenbîriya me her hewl daye wekî findê derdora xwe ronî bike. Lê ji bo gelek kesan, di gelek rewş û qonaxan de em dibînin ku rewşek trajîk xwe daye der, ew bûne findên naylonî, wextê derdora xwe ronî kirine êş û janek bêhesab jî hatiye jiyîn. **
Nîşe: Di diyarnamê de bi sernavê “Li Nav Kurda diziya ‘fikir’ ê” nivîseke min hate weşandin. Sernav ji alî edîtoriyê ve hatiye guhertin. Sernavê nivîsê wisa bû; “Bindestî, Fikir û Hewesa Mohrê”.
* Niha hewlên lêkolînekê hene, dixwazim bi sernavê vê nivîsê lêkolînekê bikim. Heya niha gelek bala min dikişîne rewşenbîriya kurd berdêleke giran daye, jiyaneke trajîk jiya ye lê ji ber gelek sebeban em pêrgî rewşên cuda jî tên.
**Helbet li her devera Kurdistanê mirovên rewşenbîr entelektuel bes hebûne, hene. Em ji bo wan find bêjin, yên wekî Vedat Aydin ku di 28’ê Kewçêra 1990’î de li dadgehê xwe bi zimanê zikmakî parastibû jî hene, ew ji findê madetir wekî stêrk in. Çîrok hinek jî wisa ye; findên naylonî, find û stêrk…
Em bala xwe didin kesên wekî findên naylonî. Aliyê trajîk, yê ku em hewl bidin baş jê fehm bikin, sebeban derxin meydanê ev beş e.


