logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Ji Kobanî û ser sînor notên roja 25'ê mehê

Li Kobanî berxwedan, li ser sînor berxwedan didome. Vane notên roja 25'ê mehê hem ji nava Kobanî, hem ji ser sînor:

  • Dîrok: 25/09/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Li Kobanî berxwedan, li ser sînor berxwedan didome. Vane notên roja 25'ê mehê hem ji nava Kobanî, hem ji ser sînor:

Tangek hate şikênandin

- Berxwedana YPG/YPJ û gelê kurd a li Kobanî û ser sînorê Kobanî ya li dijî çeteyan kete roja xwe ya 10'an.

Di vê roja dehan de jî YPG'ê berxewdaneke bêhempa nîşan da. Duh êvarê li eniya rojhilat û rojavayê Kobanî pevçûninên mezin çêbûn. YPG'ê li eniya başûrê Kobanî jî şer gur bûbûn. Di şer de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Ji bo cenazeyên xwe bibin çeteyan bi tangan êrîş kir lê YPG'ê tangeke li vê derê şikênandin û têk bir.

Li gor ragihandina YPG'ê li eniya rojava bi şev 4 çete hatin kuştin. Li geniya başûr 15 çete hatin kuştin û 5 çeke jî ketine kestên YPG'ê Di vî şerî de 5 keleş jî ketine destên YPG'ê.

Li eniya rojava jî şerek giran çêbû. YPG'ê ji bo gundê Çemalî rizgar bike êrîş kir û şerek giran rûda. Di şerên li her sê eniyan de 8 şervanên YPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Li Rabîa emirekî çeteyan hat kuştin

Roja 24'ê mehê li Rebîa ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin êrîşê YPG'ê bikin pêl li mayineke ku YPG'ê daxistibû erdê kirin. Di encamê de emirekî çeteyan ê bi navê Ebû Swîd dihat nasîn ligel 3 çeteyên din hat kuştin.

Dîmenên tangên tirkan*

Nûçe TV dîmeneke tangeke tirkan weşand û got ku tirên li ser tang hebûn derbasî herêma DAIŞ'ê bûn. Televîzyonê got ku dîmen li Deriyê Sînor ê Karkamiş ku girêdayî Cerablusê ye hatine kişandin. Herêma Cerablus û Karkamiş di bin destê DAIŞ'ê de ye ku ev der 45 kîlometre li aliyê rojavayê Kobanî ye.

Hat gotin ku ev dîmen di meha avrêlê de hatiye kişandin û ew nizanin ev tang û panzer çûne ku, bi çi armancî hatine bikaranîn.

Heyeta mafên mirovan

Heyeta ji parêzvanên mafên mirovan çû ser sînor. Heyeta di bin rêveberiya Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan de çû ser sînorê Kobanî. Di nav heyetê de ligel ÎHD'ê, nûnerên Komeleya Hemwelatiyên Helsinki, Goç-Der, TÎHV, Mazlur-Der jî hebûn.

Li Bruksel çalakiya Kobanê

Kurdistaniyên li ser banga KCD-E hatin gel hev li ber Parlamentoya Ewropa di roja duyemîn de çalakiya xwe domandin. Çalakvanên li Place Luksembourg hatin cem hev diruşmeya, "Kobanê Kurdistan e" bilind kirin.

Ji bo Kobanê li Berlînê çalakiya nobetê destpê kir

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya (NAV-DEM) Kurd û dostên wan ên li bakurê welat dijîn ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê îro li paytext Berlînê hatin gel hev. Kurdên ji Kassel, Hannover, Saksen, Hamburg, Bremen û Oldenburgê û gelek bajarên din hatin Berlînê wê tevayê du rojan ji bo Kobanê li ser piyan bin.

Ji ATÎK’ê banga ji bo Kobanê

Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Almanyayê (ATÎK) daxuyaniyeke nivîskî weşand, bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî kir da ku bi Rojava re bikevin nav piştevaniyê. Federasyonê di daxuyaniya xwe de got ku agirê berxwedanê yê gelê kurd li Rojava daye destpêkirin, ji bo tevayî gelên bindest hêviyek e.

Li Tirbespiyê çalakiya ‘Kobanî keleha berxwedanê’ ye

Bi dirûşmeya 'Hebûna Kobanî hebûna Kuridstanê ye' bi dehan welatiyên bajarê Tirbespiyê, endamên Partiya Yekîtiya Suryanî û Rêxistina Asûrî xwepêşandaneke girseyî lidar xistin û gotin ku YPG rûmeta wan diparêze.

Ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kobanê û silavkirina berxwedana bêhempa ya şervanên YPG'ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Tirbespiyê xwepêşandek lidar xistin û bang li hemû welatiyan kir ku tevlî bibin. 

 

 

*Vaye ew dîmen:
 

 

*** 

Nûçeyên eleqedar:

- Heyeta CHP'ê çû Kobanî 

- Serokên partiyên çepgir li ser sînorê Kobanî ne 

- Partî û rêxistinên Amedê banga seferberiyê kirin 

- Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Kobanî meşiya 

- Ji bo Kobanî bang li endamên tenduristiyê hat kirin 

- Aldar Xelîl bang li hêzên Başûr kir 

- Mebûsên HDP'ê li sînor dest bi çalakiya rûniştinê kirin 

- Irmak : Armanca me dengê Kobanê bigihînin dinyayê ye 

- Mebûsa kurd ji Serokwezîrê tirk meseleya bi trênê çekbirina ji bo DAIŞ'ê pirsî 

- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê 

- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’ 

- Li ser Kobanî notên rojekê 

- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye 

- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?

- KNK’ê ji bo Kobanî bangelek lezgîn kir

- Bi fuzeyan êrîşê navenda Kobanî kirin         

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kûpaya Ewropayê çû Îngilistanê

ad

'Têkiliya Kurd-Yewnanan' tê nîqaşkirin

ad

Avahiya herî bilind a dinyayê tê çêkirin

ad

Joe Biden sond xwar û serdema wî dest pê kir

ad

Amedî çûne temaşekirina muzîka koroyê

ad

Di Wêjegeh Amedê de 7 çalakî hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname