Dîroka Helbesta Kurdî-VIII.
Ber bi helbesta henûn û jîndar
Giyane dilniyabe,cige le tu,
Gulek niye lem cîhanê
Jîla Huseynî
Helbesta kurdî her dem di bin sîtava bizava neteperweriyê de maye.Lewre kurd wek neteweyek hê jî li ser xaka xwe ne azad û destlatdar in.Her çiqas li başûrê welêt reng û durveke destlatdariyê bixweyê jî hê jî dahatûya wê bi mij û guman e.Ev tirs û metirsî piştî destkeftinên fidiralî jî di ruh û giyanê helbesta kurdên başûr de berbiçav e.Eva jî rê nade ku helbest di cihoka xwe ya asan de biherike û aso û deliveyine nû bidestxweve bîne.Lew helbesta bergirî û bilind ragirtina hestên netewî dîmen û mijara serekene.
Beyana ruwangê di demeke kin de karî xwe bigihîne hemû helbestvanên başûrî.Lew bi otonomiya 11 adarê kurdan karî sazî,dezgeh û kovarên çandî û kulturî bi hêsanî belav bikin.Di sala 1971 de êketiya nivîskaran hate damezrandin.Dîsa gelek kovar û rojname hatine amadekirin û weşandin(hewkarî,Beyan..).Di van rojname û govaran de em rastî şopên vê nûxwaziyê tên.Xelîl Dihokî yek ji van kesane ku bi berê helbestê da bergiriyeke çînayetî “heta kengî dê xaniya ava ken û/qet nagehin têde runin!qurbaniya den û dê her/hejar bimînin!
Helbesta kurdî di bin nîrê erûza erebî rizgar bû.Zimên û bikaranîna wê ya helbestyane derfet û delîveyine nû bidest xist..Form û şêawzeke nû xwe da der.Peyv û hevoksaziya helbestî û bicihkirina hêmayê di helbestê de estetîka behremê derxiste pêş.Bi vî awayî xwe bera cihoka modêrnîteyê de berda û herikî.
Ger em çend mînakan bidin;Jeneralî Payîz ya Heme Omer Osman,Yadît a Ferhad Şakelî,Gulya Genimî ya Mueyyed Teyîb û Mihsîn Qoçan,Ehmed Qerenî,Hesen Silvanî…her yek ji van hozanan karîn di helbesta başûr de pencereyeke nû vekin.Her tişt li ber destê van camêran bû mijara helbestê.Ji demsalekê bigir,ta boyaxçiyekê karî xwe di gerdûna van helbestvanan de bibîne.Bi vî awayî helbest daket nava jiyanê û gihîşt xwediyên xwe.
Her wiha gelek keç û jinên kurdan destavêtin pênûsê rewş,êş,xem û kulên xwe bi helbestê derbirîn û li çareseriyekî geriyan.Di van helbestan de hestên germ û zimanê sade û vegotina jidil kir ku ew hişkî û reqiya di helbesta kurdî de bê renîn.Sebriya Hekarî,Nezîre Ehmed,Hêvî Berwarî,Hîwa Qadir Kejal Ehmed,Xelat Ehmed çend ji wan kesanin ku xwestin jiyanek bi bêhna pirteqalande bineqişînin li vî welatê bûye dîlê êşê û raperînê.Ev ristên li jêr bawerim dê bikaribe bibe nîşaneya zimanê helbestyane a başûr;
Wek lehiyê di ber te re derbas bûm
Kenê çavên te b imin re hat
Û sihikên te yên di dengê min de mayîn
Têra bêrîkirina vê êvarê jî dikin.(Xelat Ehmed)
Bê guman ev dîmena bextewariyê di salên heşteyî de zer bû,çilmisî.Lew şerê di navbera îraq û îranê despêkir û bi vê sedemê jî hemû sazî dezgeh û rojnameyên kurdan hatine girtin û pest û pêkutiyeke ecêb li ser wan hate meşandin.saziya êketiya nivîskarên kurd hate girtin û li şûna w êli bexda yekitiya nivîskarên îraqê hate damezrandin.Lê kes ji wêjevanên kurd nebû endamê vê komeleyê.Di serde jîg elek ji wan mecbûr bûn ku koçî ewropa bikin.Li wir gelek kesên di berê de siyaset dikirin dest avêtin pênûsê û bi riya wêjeyê pireke xurt di nav bera welêt û ewropa de ava kirin.Her wiha bi têkiliya kurdên parçeyên din(lew ew sal di heman demê de salên tarîne li bakur û rojhilat jî) û fêrbûna zimanên biyanî û xwendina pirtûkên wan yên edebî,karîn qonaxên baştir ava bikin û bi sedan berhemine tomar bikin,wergerînin û binivîsînin.
Piştî bidestxistina destlatdariya herêmî (1991) helbesta kurdî dîsa li ser axa xwe karî xwe ji toza xerîbî û neçariyê dawerivîne.Sazî,dezgeh,tv,radyo û rojnameyên kurdî wek berfînên biharê serê xwe rakirin.Helbest wek jîndarekê daket li kolan û jûrên bajar û gundan û zenga dilê evîndaran renî û hêvî,dawxaz û xewna insanên çi ji rêzê çi maldar ragihand şahê mirazan.Bi kurtasî reşbeleka helbestê gihaşt xwediyên xwe.
(Dê bidome)
Nîşe; Min dixwest da xwendevên netengije,hemû jêderkên vê xebatê di dawiya nivîsêde destnîşan bikim,û sapsnameyekê ji hemû kesên min ji keda wan sûd wergirtiye re binivîsim.Lê birêz Selîm Temo nameyek gazindane j imin re şand ku çima ez jêderkên xwe nanivîsim.Min heq dayê û va ez hemû jêderkên xwe li jêr rêz dikim û spasiyên xwe radigihînim kesên keda wan di vê rêz-nivîsarê de hene.
Jêder:
Antolojiya helbesta kurdî.cilt;I-II (Selîm Temo
Dîroka wêjeya Kurdî-Feqî Huseyîn Sağnıç
Helbesta Hevçerx-Cilt:I-II-III (Xelîl Dihokî
Malperên;
Avestakurd.net
Amude.net
Mehname
Kovarên internetî;
Peyv
Nubun
Beşên din ên vê rêzeyê:
- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


