logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Helbesta kurdî VII

  • Dîrok: 27/03/2009

Kurdistana xweş,niştîmana ciwan
Qiblegeha min bêguman
Dildar

Bê guman di nûkirin û veguhestina helbesta kurdî de erk û bandora serhildan û komeleyên civakî hêjayî lêkolîneke berfireh e.Di destpêka sedsala bîstemîn de rewşenbîr û azadîxwazên kurdan di her qadê de li ber xwe dan.Van helwestên êrênî kir ku hunermendên kurd bi berhemdariya xwe tevlî vê xweragirtina pîroz bikin.Mukriyanî ku di vê babetê de pêşewayek nemir e li Silêmaniyê bi Pîrmerd re rojnameyek bi navê “jîn”amade kir û di vê rojnameyê de piştgiriya Komara Mahabadê kir.Her çiqas di behrem û helbestên vê qonaxê de mijar û xwesteka sereke azadî û rizgariya gelê kurd be jî lêgerîn û hewldanên nûkirinê xwe di hemû berheman de dide der. Pîremerd li ber bilindragirtina hestên netewî re,li ser xwezayê,li ser rojê û bandora wê ya li ser riwekan,sirûştê û hemû rehberan tîne ziman.Pir qîmet dide xwendinê,her wiha tu ferqê naxe navbera jin û mêran û banga jina dike ku bixwînin da nifşeke qenc û welatparêz pêk bê.
Damezrandina Jiyana Komaleye û Partiya Dimoqrata Kurdistan rê da ku tekstên wêjeyî bikaribin sînoran birûxînin û xwe bigihînin her deverê.Her wiha vê kîşwera guncav hêviyeke mezin da gel û hunermendan.Dildar helbesta “Ey Reqîb” nivîsand û li Komara Mahabadê bû merşa netewî.
Dîsa şorişa soviyetî û pêşewa û bîrdoziya wê wek li her deverê cîhanê,li ser hunermend û afrînerên kurdan jî bû xwedî erk.Bîrdoziya sosyalîzmê û şewqa wê xwe bi hunera çînî di berhemên kurdî de da der.
Evdile goran yek ji wan kesane ku felsefeya diyalektikê dipejirand û xwedî baweriyeke xurt ê sosyalîzmê bû.”Yadê Lenîn” û “çîroka biratiyê”mînakine bo birdoziya çînî.Goran,nûxwaziyê û veguhastina helbesta kurdî bi awayek rêkûpêk di berhemên xwe de bi cihkiriye.Em di helbesta “helbestî derûn”de vêya xweş dibînin.Her wiha yekemîn kes e ku xweza û qewimînên xwezayê şibandiye helwest û organên insanan;
                         Payîz!payîz!
                        Bûkî pirçzerd
                       Min mat,to zîz
                      Her du hawder!
Ji ber kar û xebatên siyasî hate zindankirin.Yek ji wan kesane ku helbestên li ser zindanê nivîsiye”Geranewe Li zindanê”Dîsa nemir Goran li ser teşe û şêwaza helbesta kurdî doza nûkirinê dikir û di helbestên xwe de ev daxwazî bi cih dikir.Ewî bi kêşa birgeyî ku resen û kurdî bû nivîsand.
Di vê sedsalê de aso û bergeha helbesta kurdî gellek fireh bû.Hem ji hêla mijar,şêwaz û hem ji hêla naverokê ve.Nalbend,tu sînor nas ne dikir.Çi behta ber devê wî an çi jiyabe û xiyal kiribe dariştiye ser helbestê.Em di helbestên wî de rastî ristên “edeba bê perde”ango pornografiyê tên.Wek,”min kuta suxtê xwe….hwd”û di wan helbestan de têkiliyên cinsî bi awayek aşkere dinivîse.
Bi beyana Riwangê ku di sala 1970de bi destê Letîf Helmet û Ferhad Şakelî tê dayîn,daxwza nûxwaziyê digihê asta herî bilind.Wan ji bona helbest û wêjeyê daxwaza form û naverokeke cuda kir ku xwe disparte rêgezine nûjen.Hêma yek ji van hêmanan bû ku divê her berhem xwe li ser wê ava bike.Lê ji hêmayê bêhtir di şêweyê de guhorînê xwe da der.Helbest ji bin nîrê kêşeyê rizgar bû.Ritm,deng û awaza hundirîn ket şûna beşawendê.Vê,deriyê derfet û deliveyine afrîneriyeke guncaw vekir bo wêjevanan.Şêrko Bêkes,Evdila Peşêw ku bi ya min  pêş-avakarên vê nuxwaziyêne bi ber pirsgirêkên netewî re êş û azarên takekesî anîn zimên.Her wiha li dewsa hizr û ramanên nîgaşî,rastiya reel konê xwe veda.Şêrko Bêkes di hevpeyvînek xwe de “divê helbestvan pênûsa xwe qeyd û bend nekin û nekevin zindana erûzê”.Ji vê jî dixuye ku ew pêşveneçûyina helbestê bi girêdayîna pîvana erûzê girê dide.Ev rasterast daxwaziya veguherînê ye.Êdî her mijar û xwesteka helbestvên bi goşt û laş bû.Di têkilî û bikaranîna zimên de tevgereke zanistî destpêkir.Zimaneke resen,zelal û hêsan hate neqandin.Bi vî awayî helbesta kurdî li ser axa xwe hem,ji nû ve şîn bû hem durveke netewî girt û hem jî kirasê nûjeniyê li xwe kir.
Bê guman di vê hewldan û xweragirtina nû de divê keda Refîk Sabir,Xelîl Dihokî, Heme Emer Osman…hwd neyê ji bîr kirin.
(Dê bidome)

Beşên din ên vê rêzeyê:

- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî


Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-

 2008 û helbesta me -4-

2008 û helbesta me -3-

2008 û helbesta me -2-


2008 û helbesta me -1-

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Helbesta Bakur: Stêrkeke geş li asîmanê Serhedê: Edo Dêran

  • 04 Tîrmeh 2009

“Cihê ku tu lê sekiniyî bikole!”gotineke swêdiyanPiştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn welatê me ji alî dagirkeran ve bi saya dewletên...

Biroko

  • 20 Adar 2008

                              Beriya mehekê Salihê Kevirbirî bi...

De Haydê

  • 20 Avrêl 2008

Bifikirin ku wê rojekê telefona we lê nede. Ew mirovên, bi xwînşirîniya xwe di fotografa we bi hev re kişandibû de li kêleka we, li rexê we, an li pişt we...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Azad Zal: “Bila yê/a bêguneh kevirê pêşîn biavêje!”

ad

7 tabloyên aîdê Hîtler hatin dîtin

ad

Nivîskarê kurd Xelîl Kalo wefat kir

ad

Ji Yeqîn H. 4 "Xweh"

ad

Kûpayek gihîşt xwediyê xwe, diduyên din tên

ad

Sharon Stone ji bo fîlmê Behmen Qubadî çi got?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname