Bifikirin ku wê rojekê telefona we lê nede. Ew mirovên, bi xwînşirîniya xwe di fotografa we bi hev re kişandibû de li kêleka we, li rexê we, an li pişt we sekinîbû dê hew bi we re çayekê vexwe, henekekê bike…ew kubara ku li her şaneya wê de şopek ji we heye dê hew were hawara we, an hûn bixwazin jî dê mecala we tune be ku herin serdana dostekî we yê nexweş…
Ew diyariyên ku we bi coş û peroşiyekê raberî hezkiriyên xwe kiribû her sala din wê bêhtir toz bigire, wê ji ser maseyê yan jî ji dîwar were rakirin û dawiyê li taldeyek kavil bê jibîrkirin...
Li deftera telefonê wê nav bê reşkirin...
Ew eyneyên ku rojê deh caran hûn li ber disekînin û we bi serbilindî li rû, bejn û bal û spehitiya xwe mêze dikir û spasiyên xwe bi paqijkirina toza li ser camê dianî cih dê hew bê bîra we û heta hûnê newêrin silavekê bidine wan…li rojên taybet, li eyd û cejnan de wekî zaroka birçîbûyî li benda dengê telefon û deriyê xwe bin…
Baş bizanin ku kesên rojbûyîna we ji bîr kirine wê roja mirina we jî tu carî neyê bîra wan…
Montaigne gotiye; “Kes nizane ka mirin li ku derê li benda me ye…”
Divê em vê rastiyê tu carî ji bîr nekin û amade bin ji wê re…
Vêca “kumê xwe deynên ber serê xwe” bi qasî hûn ji hesabê xwe yê bankê hez dikin, dilê we bi erebe, taxima cil, pêlava we ya çerm…ve ye ji xwe û bedena xwe, ji malbat, ji cîran, ji hemwelatî û ji mirovan hez bikin. Aha vê kêlîkê bi hemû şiyan, arezû û xweşmêriya xwe rahêjin dilê xwe û wê li vê gerdûnê belav bikin…bi aramî û helwesteke dêyane her du destên xwe hildin jor û nefeseke boş bikişînin hundirê xwe…perê di bêrîka we de ye, bikine du par û parek ji wê bidine parsekê pêrgî we tê, jidil silavekê bexşî kesê ku hûn di kolanê de lê rasthatin bikin, wê bişirîna ku tîn û hêza wê ji ya rojê pêtire, venemalin ji ser rûyê xwe…
mirov bi şad kirinê dibe şirîkê jiyana hev
û dewrî hev dike xetîreya heyatê wekî bezvanan*
Hingê hûnê wekî ku di xewnekê de bin bijîn...hûnê ne ji guran, ne ji maran û ne jî ji zaliman bitirsin…
Wê her spêd tav bi tîrêja xwe ya ewil bibe mêvanê we…wê gula biharê di bexçeyê dilê we yê nazenîn de bibişkive…her dera tilî û awirên we lê bigerin wê veguheze mêrgên boş û gumrex…
De haydê em jixwe dest pê bikin û cixareya-neyarê me yê herî mezin-xwe di bin lingê xwe de biperçiqînin…
Û xwe biparêzin ji xwe…
***
22yê avrêlê, Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemî nivîskar, xwendevan û netewa kurd pîroz be!
*ji pirtûka Montaigne ya bi navê “ceribandin”


