Dîroka Helbesta Kurdî-XII, Qonaxa Hawar: Qedrîcan; Ala Nûjeniyê
Ew çiyayekî kevne her dem dihêt bi bîr anîn
Berken bereh
Qedrîcan jî yek ji van navên ku pêdivî bi lêkolîna li ser jiyana wî heye ye. Dema ku mirov li kovarên Hawar, Ronahî û Roja nû dinêre, Qedrîcan yek ji wan navên ku bala mirov dikşîne ye.
Bê guman di nav helbestvanên qonaxa Hawarê de yê herî aktivîst û afrîner Qedrîcan e. Wî hem di tevger û çalakiyên azadixwaziyê de wekî pêşengekî kar û xebat kiriye û hem jî berhemine hêja –çîrok, helbest, gotar- diyarî wêjeya kurdî kiriye. Di nav van berheman de helbestên wî hêjayî lêkolîn ve pesinandinê ne. Lewre, poetîka wî di helbesta kurdî de xwedî cihekî girîng û di nûjenkirina wê de diyarker e.
Qedrîcanê ku têra xwenda û zana hê di hefdeh saliya xwe de ji ber xebata xwe ya siyasî neçar dimîne ku dev ji xwendina xwe bedre û here Sûrî. Bi ya min her çiqasî ev penaberî di jiyana wî de bûbe sedema bager û bahozên êşê jî,qet nebe derfet û deliveya nûhkirina helbesta kurdî jî raberî wî kiriye. Ger Qedrîcan li welêt bima dibe ku nekariya wê zanîn û afrîneriya xwe ji bo kurmanciyê bikar bianiya.
Her çiqas di destpêka helbestvaniya xwe de dabe dû şopa Cegerxwîn û bi gor wî helbestine bi kêşeyî nivîsandibe jî,bi saya xwendin û danûstandinên xwe yên bi şairên hemdemên xwe re, kariye, xwe ji lele û bendên kevneşopiyê rizgar bike û helbesteke resen û nûjen saz bike.
Qedrîcan di tevaya jiyana xwe de,her tim dinav civakê de û bi danûstandineke durist daye û standiye.Vê helwestê derfeta bidestxistina rastiya helbestê daye wî.Lew,helbestvan,kamilbûna helbesta xwe di atmosfereke guncaw ku ji civak-dîrok û derdora çandî de pêk tê tîne.Qedrîcan jî bi Hawar û derdora xebatkarên wê dest bi nivîskarî û helbestê dike.Ji ber pirsgirêkên netewî û bandora wê ya li ser takkesiya wî,di hemû helbestên wî de ev diyarde bi awayek berbiçav dixuye.Ku em xwe bera behra helbestvaniya wî bikin;
“ Jiyîn çiqas delal e
Di nav bav û biran de
Dil heye ku nenale
Ber birînên riman de”
Ev ristên xembar ku di hejmara Hawarê a yekê de derçûne nîşaneya ruh û giyaneke keserkuriyê ye.Ev hêma aşkerekirina psîkolojiya hemû xebatkarên Hawarê ya jidûrketina axa xwe ye.Lê ev hestên zîz ne ji pênûseke neçar derdikevin,lew di beşa dawî de “Hawara me vayaye/Xewa bêkêr belaye/qet şik têda nemaye/di gotinên yaran de” sedem û rêya jiholêrakirina vê pirsgirêkê jî raberî xwendevên dike;
“Gurê devbixwîn kete nav berxan/Ma nizanî berx?berx zarê Kurdan”an”zimanê me î delal “yasaq”kirin bi zorî/zimanê xwe î dixwar bom e kirin mecbûrî” ev ristên berevdanî û sade birîna kûr ya neteweya kurd bi me dide nasîn.
Her wiha bi “Hewna Hişyariyê” vê rastî û têkçûna kurdan bi derfeta vegotineke gelêrî raberî me dike û sedema nivîsandina xwe jî bi zelalî vedibêje.
Ji van ristên jor jî dixuye ku ewî qedr û qîmeteke bêhempa dida zimanê kurdî û rizgarkirina wê ji peyvên biyanî.Di hemû helbestên wî de bêhn û çêja kurmanciya şîrîn a gelêrî tê.Helbestên wî nîşaneyek xurt e ku bi zimanê rojane jî hêmayine karîger dikare bête nivîsîn.”cegerperitî,dilhilûyî” mînakine hêja ne bo vegotineke helbestyane bi zimanê kurmancî yê rojane.
Ew, digel parastin û hez kirina çand û kultura gelêrî hevalbendî û şopgeriya çanda rojavayiyê dikir û dixwest ji herduyan sûd werbigire û bigihije sentezekê.Ji ber vê çendê mijarên civakî û bîrdoziyê bi rêya helbestê û di nav helbestê de bi kar aniye.Xwestiye bi vî awayî rastiya civakî û netewî bi zelalî raberî mirovan bike û wan dakêşe nav têkoşînê.
“Felsefeya me
Ev e;
Dîn..mezheb..îman
Bibe însan!bibe însan!”
Cara ewil,bêyî ku çawaniya zimanê helbestê bê xerakirin rastiya civakî û neçarî û belengaziya wan hatiye aşkere kirin;helbestên;
”Begê axir-zeman,Niştîman brîndar e,Li zîndanê şoreşa me…”
Bi vê helwesta xwe berê helbesta kurdî ji wî geliyê teng û tarî rizgar kiriye û ber bi asoyeke bal û pal firandiye.Her wiha di şêwaz,ritm û naveroka kurdî de deriyine nû vekiriye.Bi kurtî avakarê helbesta bê wezn ya kurmancî,qedrîcan e.
Di avakirina helbesta xwe de remz û simbolên kurdî û navnetewî(sosyalist) gelek xweş lihev aniye;
“ Gul sor/em li dor/bicivin/bîn bikin dor bi dor”
Ewî qedr û qîmeteke bêhempa dida têkoşerên gelê xwe û dixwest ku civak jî tu carî wan ji bîr neke û bide dû xewn û xeyalên wan:
“Şêrê welat Barzanî hat,Şîna Celadet Bedirxan…”
Ji ber ku ew di heman demê de çalakvan û pêşengeke partiyên li sûrî bû,têkilî û danûstendinên wî bi Meyakovskî,Nazım Hikmet û helbestvanên çepgir çêbûye,bê guman van danûstandinan di nûjenkirina helbesta wî de jê re bûna palpişt.Em di helbesta wî ya bi navê “Karwanê me” de rastî vê kar^geriyê tên.Dîsa ev helbest nîşaneya baweriya wiya xurt e;
“em hîç ne westiyan û nawestin
li ser vê rêya dûr
ser vê riya dijwar
em diçin û emê biçin
ber bi armanca xwe.
Bi kurtasî Qedrîcanê ku sazkar û serwerê helbesta Qonaxa Hawarê ye,helbestên gellek bedew û karîger û nûjen nivîsîne ku em dikarin wan bidine ber helbestên wê demê ên bin av û deng.
Berî vê gotara ku bi min ne misqaleke jî di derbarê şirovekirina helbesta Qedrîcan de ez,dixwazim “Rêya Taze” ya wek alekê li birca helbesta kurdî dimilmile bi we re par ve bikim.
RÊYA TAZE
Ew perdeya reş-tarî
Ku ji şevên reş diyarî
Min...ji rûyê xwe kişand...
Li ber çavê xwe çirand
Û avêt...
Avêt paş sed çiyayî...
Nava hezar deryayî...
Min,gemara guhê xwe bi zemzemeke nuh
şûşt;
Û mîkrobên canê xwe bi dermanekî nuh
kuşt...
Ew zinagara di mejî,
Ku mejyê min dimijî
Min...bi kêrê xeritand.
û bi agir şewitand
û paqij kir...
Paqij kir ji serê xwe
Min avêt ji derê xwe
Bi çavekî bê perde,bi guhekî bê gemar;
Didim ser rêka taze,bi mejîkî bê zingar...
Ew kufika tifêlî,
Ku di dilda diçêrî,
Min...ji kokê de rakir...
hêlîna wê xera kir...
û belav kir...
Li rojên derbas bûyî,li rastiyên kevnare;
Li hevalên ne hemrah,cara pêşîn selav kir;
Min ew pelên rizyayî,ji deftera xwe çirand,
Di rûpelekî nû de,ayetên taze civand.
Êdî...bi dîtina xwe
û bi bihîstina xwe...
bi vîna xwe û bi mejî
bi rêveçûna xwe jî
Ez bûm însanekî nû,piresteşê olek nû,
Û di bajarê dil de min ava kir holek nû...
Şam;25.5.2944
Ronahî,hejmar;26,sal;1944,Rû;17
Jêdera vê gotarê:
Qedrîcan-Dîlawer Zengî(Weşanxaneya Komal-2004)
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
- Dîroka Helbesta Kurdî-XI,Konaxa Hawarê: Osman Sebrî
- Dîroka helbesta kurdî-X: Qonaxa Hawarê: Cegerxwîn
- Dîroka helbesta kurdî-IX
Qonaxa Hawarê
- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


