logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Biroko

  • Dîrok: 20/03/2008

                             

Beriya mehekê Salihê Kevirbirî bi ser navê Dînê ku ji Xwedê re nameyan dişîne: BIRAKO!..di Netkurdê de nivîsek nivîsand. Di wê nivîsa xwe de bang li min û Arjen Arî kiribû ku em helbestekê li ser birako binivîsînin. Sedema vê bangê jî qaşo me ji rih û giyanê dînan baş fêm dikir. Belkî jî camêr dixwest ku bibêje hûn jî yek ji wan dînan in. An ez wê cewherê di we de dibînim.
Yekemîn car li ku derê û kengî ez rastî dînekî/ê hatim baş nayê bîra min. Lê baş tê bîra min ku cara ewil min bi dînekî re têkiliyeke rêk û pêk pêk danî; Ez diçûm pola şeşan a dibistana navîn. Cara ewilîn bû ku ez ji taxa xwe diçûm taxa din a bajêr. Dema min kolana teng û zirav a eraseyê li pey xwe hişt û li milê rastê fitilîm, min dît va ye yekî ebayeke reşî gemar li ser bedena wî, lingên xwe kêşayî ber xwe, serê xwe danî ser pêlava xwe û wekî kitikekê bi meraq li dora xwe dinihêre, wekî ku tu carek ava cemidî bi ser min de bikî, yekcar bûm dareke hişk li cihê xwe. Ezmanê min di devê min de werimî.
Bi dengê Çaço yê aza û bixof “wehh, wehhh, wehhhh” hem  bi ser xwe de hatim û hem jî çawa pengizîm û gihîştim serê kolanê, hê jî bi bişirîne tê bîra min. Wê rojê hezkirineke ji dil di bedena min de konê xwe vegirtibû ji bo dînan. Lew re Çaço zû bi zû bi kesî re nediaxifî û tu tişt ji destê wan nedigirt. Hele ji destê xortan û zarokan qet! Her spêd ku dihatim wê rastê min hêdîka lingekî xwe davêt wî alî kolanê û bi her du destên xwe yê vekirî û denge xwe yê zîz digot “weh, wehhh, wehhhhhh!” û bi ser Çaço de xwar dibûm. Paşê jî hêk, zeytûn û nanê tenûrê ên ku min ji mitbexê dizîne datanî ber Çaço. Wî jî çend kapaxên gazozê ji min re datanî ser hev, qaşo ji min re xaniyek ava kiriye. Hemû hevalên min ji ber vê dostaniya min û Çaço ji min dihesidîn.
Ji wê rojê û heta îro min bi dehan dîn naskirin. Li Kolika Semsûrê bi navê Hemo dînek hebû, tim dihat çayxaneya ku em mamoste diçûn wir. Pir diaxifî û pirs ji mirov dikirin û ger mirov bersiveke ne bi dilê wî bidaya, wekî ku bibêje “li vî dîn î binêrin” destê xwe dirêjî mirov dikir û dibû tîqetîqa wî. Carekê min jê pirsî;
- ka bibêje kesên herî bextewar kî ne li vê dinyayê?
- mirî û dîn in.
- ne mirî ne li vir in.
- ma tu dînan ji vê dinyayê dihesibînî?
Ez dibêjim ku em hingî bûne dîlê hiş û mejiyê xwe em naxwazin wê rastiya dînan a ku xwedî azadiyeke bêserûbine bibînin. Lê ez bawer im ku xewn û xiyala her yek ji me ew e ku rojekê bibe donkîşotê, neguhdêr, mêrxasê daye ser şopa rastiya xwe.


BIRAKO
                         Diyarî Salihê Kevirbirî

tazî û tenê bû qasî hawara daristanê
paşê kete çîroka dengbêjê xwe xeniqandî
hemû zarokan rûyê wî nexş kir
beredayî li wî bajarê ji dûxanê

çû xwe li tenêtiya trênekî ve girt

hezar carî bihurî ji çembera mişayixan
sîngê xwe da ber seqemê, mûm vêxist
ji wan zarokên dimirîn ji neçariyê
dizanî ku robar jî dihatin kuştin
bi destê birîna di hundirê xwe de

çû xwe li xir û cira ker û lal girt

tu lîstokan nekarî
bihedirîne êşên wî
ji bilî niftikan
lew re dizanî
agir e derman ê hemî derdan

çû xwe li xweşkokiya dînitiyê girt

tu kesî/ê nedît dilê wî yê pak
a rastiya me lê mexel hatiye

***

Newroza we pîroz be

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

HELBEST

  • 24 Sermawez 2013

Însên ji roja ewilîn ta îro, her di nav hewldanê de ye, bi xwe “ewle” û bi jiyanê re li hev be. Bi vê mebestê hê di serdema ewil de însên,...

Çend taybetiyên helbesta klasîk

  • 10 Sibat 2009

Mijara: 2008 û helbesta me -4- Ey hebîba!Ger cihennem dave bit tu dane bîBi qesem dê biçme nav da ez bi qesda daneyêSiyehpoşEm di sedsala 17’emîn de rastî geş...

Hêwî, hawar û nasnameya xakekê: Şêrgele

  • 20 Pûşper 2008

 Li  qonaxeke dijwar;ku ziman û çand û kultura kurdî tune dihate hisabikirin û  bi kurmancîaxaftin yek ji nîşaneya gundîtî û dur-şaristanî dihate...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Walîtî çalakiya ji bo Şêx Seîd qedexe kir

ad

Bersiva Celadet Bedirxan li ser alfabeya Latînî ya Tewfiq Wehbî Beg

ad

Termên muzîkê li benda nirxandina we ne

ad

Nirxandinek li ser "Wêjeya cîhanî û wêjeya kurdî"

ad

DTSO'yê li 'Elizabeth' temaşe kir û piştgirî da Şanoya Bajêr a Amedê

ad

Eksperîmenteke wergerê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname