Li qonaxeke dijwar;ku ziman û çand û kultura kurdî tune dihate hisabikirin û bi kurmancîaxaftin yek ji nîşaneya gundîtî û dur-şaristanî dihate zanîn,wî û çend hevalên xwe dabûn ser şopa bav kalên xwe û wek donkîşotê sirvantês sînga xwe vekiribûn ji tîrên (Rojen Barnas,Berken Bereh,Mem Ronga)xêrnexwazanre.Di mêjiyê wan de xewn û xeyalên dahatûyeke gewre,di dilê wan de baweriya wan,li ser zimanê wan peyvên kurmanciya reş,di destê wan de pertûken E.Xanî,M.Cizerî,Cegerxwîn…berê xwe dan tîrêja spêdê.Li wan salên awarte û dijwar,bager û bahozên înkariyê çi biketa li ber wan diqutifandin.Lê wan tucarî ne bejna xwe tewand,ne li paş xwe nihêrîn û ne jî ji ya xwe hatin xwar.Wek dînemêran her li pêş,bi hesreta welateke azad û dinyayeke xweşiktir meşiyan.Li kod û şifreyên di bîrên bê binî de hatine veşartin,li lûtke û berqafên çiyan de hatine binaxkirin digeriyan,da ku xwe bigihînin wî warê wê her kes lê bi biratî û wekheviyê bijîn.Arjen Arî,di nav wî refê dilpiyar,henûn,berxwedêr û raperîner de,yek ji wanê her li pêş bû.
Helbesta Arjen Arî,ji “ramûsan min veşartin li geliyekî” ta”Şêrgele” yê her bi heman şêwaz û vegotinê bala mirov dikêşe.Ev vegotin wek ferhenga wî bi teql,çiyayî û nêr û berxwedêr bû ye.Tirajediya bi sedan salan ya li vê xakê hatiye jiyîn wek tevnkarekê bi sebr û hostatî vedibêje û digihîne îro.Helbestên wî,wek manîfestoya pêşmergeyekî ku dikare li her derê olan bide û bête jiberkirin,xwe berdide nav dil û hinavan.Vêya jî wek ahenga dengê qoça şal-şapikê bi hêmînî û bi harmoniyê pêk tîne.Gellek caran em,wî,li lûtkeyên Cûdî li kêlek pezkûvî û karxezalên sîng-sor,caran jî li nav xirûcira Ofîsa Amedê wek derwêşê kurmanciyê, banga lixwemikurhatinê û mizginiya dahatûyeke gewre belav dike,direşîne.
dem spî, aso spî, ba guzan
ev gelî Geliyê Zîlan
di çend kêjan werbûm û rabûm
tev de tev de 29 bûm
navekî min bû şikestin, navê din bû serhildan!
Li vir pirsgirêk bidestxistina serdestiya dil e.Ji ber vê hindê carinan kewara hiş û mêjî bi helbestên Cigerxwîn dadigre û bi vê re jî di zeviya peyrevên xwe de dest bi çandina tovê helbesta xwe dike.Bi demê re helbestine ku wek oratoryoyê bêne gotin zeft dike.
ewr spî ezman spî erd spî
ba şûm, bahoz dîn-dînoke
çar rê kor in, çar dor sik î spî
û çar hêl çarmedor, heta noqê d’ berfê de!
Wexta em bûn serdestê dil hingê em dikarin zemanî,cihûwarî,hemû kêlikên jiyanê zeft bikin.Lewre em dijîn da ku bersivine bibînin ji bo armanc û heyîna xwe ya li vê dinyayê.An wê tucarî emê nekarin ji “welatê nefiyê”vegerin “serbajarê serbajaran”.Ji ber vê ye ku di helbesta Arjen Arî de hawara kurmanciyê dibiriqe,trajediya kurdan a sed î salan olan dide.Helbestên wî dişibe rep repa lingên leşkerê ordiyekê.Dema tê xwendin dîmenên ordiyeke dimeşe tê nîgaş kirin.
di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!
Ew dengê bi efsûn yê helbestê wek sûlavekê bi xumexum diherike.Ew ked û xebata şev û rojan aşkere dixweye di wan de, bêhn û rengê îroj tê de diçirûse.Sebr û mecala tîrêja spêdeyê ku lûtkeyên Herekolê dialêsin dixweyê.Xwe bi ayetên E.Xanî ku ruknê neteweperiya kurdîne têr dike,tasek ji helbesta M.Cizerî ya di tahma “işq”de ye vedixwe û şûr û mertalê Feqiyê Teyran û demançeya kurmancî ya Cigerxwîn davê ser milê xwe û serî hildide li hember şaristaniya qaşo hemdem.
şa’ir im; qereçiyê pesnê çavên te
li dabaşa nevê te hevdengê Evdal
şûm im hebekî, hinekî zirz
min ji Xanî bipirs, min ji Hejar
min ji Mella, min ji Hêmin, min ji Dildar
sirûd Ey Reqîb im, pênûs ey reqîb!
Bi her ristê hûn bi xwe ewle û bi bawer dibin.Wek çinarekê xwe digihînin rehen xwe yên hezar-sale.Êdî navê hemû demsalan bihar û hemû qonaxên dîrokê serhildêrî,berxwedêriye.Êdî heyam heyama jixwebawerkirinê, heyama têkoşeriyê ye.
wê vebe rengo rengo
li dû taveke xwêjinkî, keskesor
sihareke rûbihar e hêviya min
tîrêj-bişirîn rojeke gulî-sor
ha hilat ha hiltê
A.Arî dildareke jidil ê kûlîlkane,ev kulîlk her çiqas gellek caran wek metaforekê di helbesta xwe de bi cih bike jî,em aşkere dibînin ku rasterast bi bêhn,bi bejnûbal û bi rengên wan hatine vegotin.Wek;xec,lîloz,binefş….sor,qurmiz…
ez ê li çiyayekî bikim navê yekê
tu navê qîzekê bigore, bike Beybûn
pel pel hebûn, sor sor serxwebûn
kulîlkan çil kezî bi ser kê de birîn?
Di helbesta wî de em rastî hawreke sotiner tên.Ev qêrîn û hawar ne biyane,lê ne ya axeke bi sînor e.Gellek caran şaxên wê ji vê erdnigariyê digihên ta ber erşa xwedê.Car zêmar,car têkoşer,car mersiyeyeke ku xweşik,spehî û narîne.Her peyv wek ritm û awaza dilê wî diherikin li newal,gelî û germiyanan.Zû konê xwe vedidin û tên ji ber kirin.Newa di tahma sirûdande ye.Bi van taybetiyên xwe,em dikarin bibêjin “Şêrgele” hawar û ûmîd û nasnama vê xakêye.
di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman... û şer bû!
Çiya bê ser diman... û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de...û şer bû!
şer bû...
şer bû...
şer bû...
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!
Nîşe: hemû helbest ji “Şêrgele”yê hatine girtin.
Şêrgele, Arjen Arî, Weşanxaneya Avesta, 63 rûpel


