logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

'Ji ber derengmayîna duzimanî em lêborînê dixwazin'

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî: "Ev 30-40 sal in em dereng mane jiyana duzimaniyê bidin destpêkirin.

  • Dîrok: 25/12/2010
  • Beş: Nûçe

AMED
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Amedê axivî: "Ev 30-40 sal in em dereng mane jiyana duzimaniyê bidin destpêkirin. Ji ber wê jî em ji gelê kurd lêborînê dixwazin."

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, malbatên Çelîk, Sayar û Yaşar, ku ev 46 sal in dijminê hev in bi xwarineke aştiyane ew li hev anîn. Xwarin li Tesîsên Demirokê hatiye dayîn, bi beşdariya Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, Cîgirê Şaredarê Kayapinarê Mahmut Dag, Serokê DÎAY-DER'ê Zahîd Çîftkuran, Serokê Şaxa MAZLUM-DER'ê ya Amedê Selahattîn Çoban, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Nijad Yaruk, rêveberên ÎHD, TUHAD-DER, SES, KESK û gelek kesên ji malbatên pêk hat.

Nêzî 2 hezar kesî beşdarî merasima xwarina aştiyê bûn û mewlûd hate xwendin. Piştî axaftinan Hevserokê BDP'ê Demirtaş destê endamên malbatan girt û merasim bi xwarinê dawî bû.

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, berî merasîmê der barê gotinên, "Kesên ku di referandûmê de biryara boykotê dane di hilbijartinan de dê nikaribin deng bidin" de wiha got: "Tiştek wiha tune ye. Ev derew in. Bi taybetî dixwazin hilbijêran bitirsînin."
Demîrtaş li ser "Jiyana duzimaniyê" jî nirxand kir û wiha got: "Rayedarên dewletê hin rastiyan nabînin. Li vir ji xwe duziman hene. Em tiştekî ku tune ji nû ve naynin rojevê. Em hewl didin ev rastî bên dîtin. Em hewl didin qedexeyên li ser kurdî bişkînin. Hemû xebatên şaredariyên me yên têkildarî zimanê dayikê rewa ne û li gorî hiqûqê ne. Mesela zimanê zikmakî ji bo me ya herî girîng e. Zimanê Tirkiyeyê yê fermî ji xwe tirkî ye. Em tiştek ji vê re nabêjin. Lê divê li heremê astengiyên li pêşiya duzimaniyê bên rakirin. Lazim e li hemû deverên welat jî wiha be. Zimanê me yê ragihandinê yê hevpar tirkî ye. Lê kurd heqeretên li hemberî zimanê xwe tu carî qebûl nakin. Bila vê yekê her kes baş bizanibe.

Demîrtaş, têkildarî gotinên Serokomarê Iraqê Celal Telebanî yên wekî "Ji bo daxwaza duzimaniyê hê zû ye" ku di rojnameyan de cih girtibû wiha got: "Belê bêwext bûye. Ev 30-40 sal in em dereng mane jiyana duzimaniyê bidin destpêkirin. Ji ber vê jî em ji gelê kurd lêborînê dixwazin."

Demîrtaş, gotinên têkildarî xweseriyê ya Serokê Odeya Bazirganî û Pişeyê ya Amedê Galîp Ensarîoglu ku gotibû ‘Xweserî ne daxwaza hemû kurdan e’ jî ev tişt anî ziman: "Ev nêrîna wan e. Lê bila berdin nûnerên kurdan li ser navê kurdan biaxivin. Dibe ku ev ne daxwaza wan be. Em rêzê jê re digirin. Em nabêjin 'Ev daxwaza hemû kurdan e'. Lê bila yên din jî nebêjin 'Tu kurd vê naxwaze'. Êdî gelê kurd û tirk jî baş dizane ku xweseriya demokratîk projeya felatiyê û rizgariyê ya herî baş e."

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

“Evdalê Zeynikê” diçe Sri Lankayê

ad

Koma Amed li Amedê konserê dide (Hat nûkirin)

ad

Dadgeha Bilind cezaya Kurşun betal kir

ad

Bakirhan: Bila herêm wekî 'herêma afetê' bê qebûlkirin

ad

Li Premier Lîgê tekane tîm e ku 4 salan ser hev de dibe şampiyon

ad

Heman nexweşî, encam: Bîr berdan lê Tugluk bernedan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname