Min dixwest ez tenê qala BUDRUS'ê bikim, lê yên din jî qalkirinê heq dikin.
Notek agahdariyê: Ev nivîs li ser çend belgefîlmên di festîvala belgefîlman e û notên min jê derxistine ye. Hûn dil nekin nexwînin, bila dema we neçe.
Belê, min li belgefîlmê bi navê "Budrus" temaşe kir. Min dixwest em vê hefteyê "Budrus"ê bikin mêvanê Diyarê Me lê belgefîlmên din jî ji aliyê mijar û naveroka xwe ve qalkirinê heq dikin, loma emê notên xwe yên kurdan jî eleqedar dikin ji çend belgefîlman pêşkêş bikin.
'Kîjan mafên mirovan'
Documentaristê vê carê di bin sernavê "Kîjan Mafên Mirovan" de 3'yemîn Festîvala Belgefîlman a Mafên Mirovan* li dar xist. Di festîvalê nêzî 40 belgefîlmên ku mijara wan li ser mafên mirovan e derketin pêşberî temaşevanan.
Min firsend dît ku li nêzî 10 belgefîlman temaşe bikim. Ne hemû, lê ji hin belgefîlman hin notên girîng emê bikin mijara Diyarê Me.
13 Gule
Zarokên Atolyeya Sînemayê ya Şaredariya Baglara Amedê bi navê "13 Gule" belgefîlmekî li ser Ugur Kaymazê 12 salî ku li Mêrdinê bi 13 guleyan (tevî bavê xwe) hatibû kuştin kişandin. Belgefîlmê 6 deqîqeyî ji aliyê zarokên di temenê Kaymaz de hatibû kişandin û digel balkişandina ser bûyerê, xaleke din ku derket pêş: Ev zarok ger sînemayê bidomînin di pêşerojê de dê di nav sînemaya kurdî de teqez ji xwe re cihek bibînin. (Sala kişandina belgefîlm 2007)
'Wir haben vergessen zurückzukehren'
Belgefîlmê derhênerê navdar Fatih Akin "Wir haben vergessen zurückzukehren" (M
e veger ji bîr kir) li ser malbata wî ya ji Behra Reş çûye Almanyayê ye. Akin di vî belgefîlmî de qala hemû malbata xwe dike; apên wî yên ku çûne Almanyayê û vegeriyane, dê û bavê wî yên ku çûne û êdî venagerin... Her wiha qala xwe û birê xwe jî dike. Gotina birê wî (Cem Akin) ku êdî bi tirkî baş nizane, wekî zimanê zikmakî bi almanî diaxive gelek bala min kişand. Gotina wî, rewşa goçberek ku çawa ji zimanê xwe dûr dikeve û pêre jî zarokên wî nîşan dide: "Min dixwest ku min baştir bi tirkî bizanibiya. Ez dixwazim zarokên min baştir bi tirkî bizanibin." (Belgefîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin)
Ev belgefîlmê Akin berê li Tirkiyeyê hatibû nîşandan yan na nayê bîra min lê di festîvalê de di "Beşa Taybet" de hat nîşandayîn û min yekem car dît. Pêşniyar: Ger rojekê we dît li ciheke tê nîşandayîn, jê nemînin; dema hûn danberhevek saz bikin teqez hûnê di wir de koçberên kurd jî bibînin.
Budrus
Budrus li Filistînê navê gundekî ye. Gundekî şîn e, gundekî xweşik e. Gundiyên Budrusê bi darên zeytûnan debara xwe dikin. Bav û kalên wan her darên zeytûnan çikandine, ew av dan û dûre jî jê zeytûn girtine, birine firotine û debara xwe kirine. Di dema ku jiyan li Budrusê wisa dom dike de rojekê Îsraîl biryarê dide ku dê dîwarekê di navbera Filistîn û Îsraîlê de çêbike. Li gor projeyê dîwar gundê Budrusê dike du par (wekî sînorê Serê Kaniyê, Nisêbînê û hwd), goristanê dike du par, hema bibêje ji ber dibistana Budrus re derbas dibe. Û gundiyên Budrusê bêyî ku serî li çalakiyên şîdetê bidin, bi çalakiyên sivîl dijî vê dîwarê derdikevin. Encam: Bi ser dikevin.
Belgefîlm hêza çalakiyên sivîl yên bênavber nîşan dide. Bi ser aktîvîst Ayed Morrar re
belgefîlm têkoşîna budrusiyan nîşan dide ku ev têkoşîn ji bo gundên Filistînê yên din jî dibe mînak, di nav dîroka têkoşînê ya Filistînê de jî xwedî ciheke taybet e. (Belgefîlm 2009'an de hatiye kişandin)
Belgefîlmê ku di Festîvala Fîlman a Berlînê (2010) de Xelata Temaşevanan Panaromayê, di Festîvala Fîlman a Trîbeca de (2010) Xelata Jurî ya Mansiyonê girtiye (û din hin festîvalên din jî xelat girtiye), ger rojekê we dît ciheke tê nîşandayîn jê nemînin.
Xaleke din a balkêş; hikumeta Tirkiyeyê ku her xwe wekî piştgirê Filistînê nîşan dide, festîvalê serkarakterê belgefîlm Ayed Morrar vexwendibû Tirkiyeyê lê ji ber ku Balyozxaneya Tirkiyeyê vîze neda wî, Morrar nekarî were Tirkiyeyê.
Li ser vexwendina fermî ya festîvalê Morrar, bi pasaporta Filistînê serî li Balyozxaneya Qudsê ya Tirkiyeyê da lê bi sedema "di hesabê wî yê bankeyê de bi têra xwe pere nîn in" vîze nedanê!
Malbata Muthuku
Çîroka Malbata Muthuku ku li Nairobiya Kenyayê dijî jî yek ji belgefîlmên balkêş ê festîvalê bû. Nairobî ku di nav dîroka kurdan de jî xwedî xalek e, di belgefîlm de jiyana reben a Malbata Muthuku derdikeve pêşberî temaşevanan. Dema mirov lê temaşe dike, jiyana reben a kesên li qeraxên bajaran dijîn (ew der ha Nairobi, ha welatên Latîn, ha Stenbol, ha Amed qet ferq nake) tê ber çavên mirov. Vî belgefîlmî jî not bikin.
Helbet gelek belgefîlmên mirov jê notan pêşkêş bikin jî hebûn lê bi kurtahî çend belgefîlmên kurt li ser zarokan hebûn, ew jî derketin pêş.
Wekî encam: Belgefîlm di nav sînemayê de xwedî ciheke taybet in, lê festîvala li ser mafên mirovan de ji bo gelên wekî me bindest, ji bo gelên reben girîngtir in. Sipasî ji bo amadekarên festîvalê. Niha li Îzmîrê jî Festîvala Mafên Mirovan li dar e, em vê jî bibîr bixin.**
Û kêmasiyek
Belgefîlmê Zerdeşt Ehmed ê bi navê "The Road to Diyarbekir" (Rêya ber bi Diyarbekirê ve) ku li ser çûyîna Ciwan Haco ya Newroza Amedê ye, min firsend nedît herim temaşe bikim. Ev belgefîlm wekî belgefîlmekî bi kurdî di nav festîvalê de bû, min gelek dixwest lê temaşe bikim lê dema me li hev nekir. Loma ez nikarim tiştek li ser bibêjim, lê ez hêvî dikim ku rojek ezê lê temaşe bikim.
* "Kîjan Mafên Mirovan" û 40 belgefîlm
** Li Egeyê Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan


