logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Carinan helbest jî têre nake!

  • Dîrok: 13/07/2013
Welat Dilken

Her çiqas tê gotin, ku helbestkar û şêwekar dot û pis, pis û dotên hev in jî, ku li gorî vê destnîşankirinê helbest û wêne jî kur û keçên dot û pisan bin jî, lê her çiqas ku helbestkar û şêwekar hunera xwe bi piranî ji hêmayê diafirînin û wekî qerekter, ku gelekî nêzî hev bin jî, ji ber hurguliyên hunera ku diafirînin, ew ewqas jî dûrî hev in. 
Helbestkar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi peyvê û bi dengê zimên muzîkê-lîrikê, çîrokê-vegotinê û lîstikê-şano lê bar dike û pêşkeşî xwendevanê xwe dike. Şêwekar ji hêmaya ku bi dest xistiye; bi firçeyê û bi boyaxê dîtbariyê lê bar dike û wê li ser erdê kevalekê pêşkeşî wênehezan dike. Yek ji nêzî rastiyê hêmaya xwe şênber dike (şêwekar) û yek jî bêyî ku hêmaya xwe şênber bike, bi riya peyvê û hevoksaziyê hêmaya xwe li ser kaxizê nixumandî dihêle û pêkeşî xeyalkirina xwendevanê xwe dike (helbestkar).
Ku ne bi tevahî jî be, wisa tê gotin û ez jî bi wê gotinê re me: helbest, wêneyê ku li ser kaxizê hatiye nivîsin e û wêne jî helbesta ku li ser kevalê hatiye wênandin e. 
Ez wekî helbestkarekî, ku bêhtir ji hêmayê helbestê didoşim, ji ber hin hêmayên ku bi dest dixim, gelekî caran min xweziya xwe bi şêwekaran aniye û min gotiye; xwezika van destan jî karibûya firçeyê re hevşa bibin. Lê mixabin, di destwerdana firçeyê de destên min kût in, nikarim xêzekê jî bikşînim. Loma jî newêrim rahêlim firçeyê û xwe bidim himber erdê spî yê kevalê. Û dibêjim, ew şêwekar çiqas xwedî bext in, xweziya min bi wan... xwezika ku dest û tiliyên min jî karibûna firçeyê rapêçin û wê li ser kevalê bidin lîstikandin...
Ew demek e, sê hêmayan ji pîsikê min ve girtine û qet xelasiya min jê tune. Pir dixwazim ku ji wan hêmayan helbestê lê kim, lê nabe, kurt in, ji vegotinê bêhtir dibêjin em ne hêmaya helbestê ne, em hêmayên sê kevalan in. Lê çi bikim, wekî min li jor jî got, di wênandinê de destên min kut in, nikarim rahêlim firçeyê û bi ya wan bikim, wan li ser kevalê birengînim.
Dubare dibêjim, xwezika min karibûya hêmayan biwênim. Û eger min şêwekarek nas bikira, min ê bi hurgulî ew hêmayan jê re vegotina lê, çi bikim ku destê min nagihêje şêwekarekê/î. Lê dîsa jî, belkî ji bo ku xwe ji wan rizgar bikim, ez dixwazim bi alîkariya peyvê, bi riya nivîsê hewl bidim, ku wan hêmayan şênber bikim. Belkî bala şêwekarekê/î bikşîne.
Hêmaya yekem; “li cihekî req û rût û bej, li berpala çiyeyekî jî dibe, li deşteke ji daran req û rût jî dibe û li ser girekî jî dibe. Dareke bi sal, ku koka wê qelişî û çend guliyên hişkbûyî pêve mane û bi guliyekî ve jî bes pelek hêşin mayî, li ser guliyekî bilbilek û li biniya wê siyeke fireh û bes ku siya bilbil xuya neke. Li binê wê şêwekareke keç a ciwan kevalê xwe daniye ser sêpiyê û di kevalê de wênandinên kaniyeke ku ji kevirekî têwer dibe wekî sûlaveke biçûk, xezalên ku ji kaniyê avê vedixwin. Li rexekî kaniyê du şêrên ciwan û hezkar, ku bi awirên aştiyane û bi heyranî li xezalan temaşe dikin, li derdora cihoka kaniyê gul û çîçekên rengo rengo, di avê de siya pinpinok û kuliyên ku dansê dikin û ji ser guliyên darên mêweyên li derdora kaniyê kevokên ji xewê ve çûyî û çivîkên ku bi hevşa dibin. Û li ser avê tu şop tevlî şopa din nebe-nedibû ”.  Ew wekî du hêmayan dixuye lê, kevalek e, ango keval di hundirê hevalê de ye.
Hêmaya duyem; “Dem serêvarkî jî dibe berbang jî dibe, sî beravajî rojê diçe!. Çîrok ya darekê û siya wê ye.  Sî dixwaze ji koka xwe biqete û terkîsera darê bike. Eger ez şêwekar bûma min ê dem wekî serêvarkî hilbijêrta, siyê dê xwe di rojhilat de, berevajî rojê dirêj bikira. Li cihê ku siya koka darê gihîştiye guliyên wê min ê wekî parçekirina paçekî ku parçe û pirtik ji cihê parçekirî ve dimînin, min ê sî wekî ji darê ve qetiyayî , ku hêj jihevqetîneke nû, lê wekî ku sî bi ser ketiye biwênanda”.  Ango di navbera koka darê û siya wê de qutbûnek. Bi min gelekî fantastîk tê. 
Hêmaya sêyem: “Di kûçeyek xalî de jî dibe, li ber dîwarekî jî dibe yan li ser riyekekê jî dibe, lê divê dem mixurbe be. Siyeke bê gewde û tarî, ya keçeke por dirêj (ku şêwekar bûma, min ê dê keçek por dirêj tercî bikira) ku berê wê ji çûnê, lê serê wê bi şûn ve zivirî û destekî  xwe li ba dike, wekî xatir dixwaze û ji perçema wê ve nîvê porê wê bi ber bayî ketî”. 
Dibêjim ax... Bi nivîsandina helbestê re, çima ez nikarim biwênim jî. Çima nikarim firçeyê rapêçim?... An jî, xwezika destê min bigihîştina şêwekarekê/î, min ew hêma û gelekên din  ji wê/wî re vebigotina, da ku bi min re nemana xweziyekê...  Û dibêjim; çima, carinan helbest jî têre nake!?...      
 
welatdilken@hotmail.com  
Hin Nivîsen Nivîskar

Razên nivîs-andinê

  • 25 Rezber 2021

Nivîs-andin; yê pêşî nivîsandiye kî ye em pê nizanin, bi çi zimanî nivîsandiye em pê nizanin, çi nivîsandiye em bi wê jî...

Gotin bixwînin kurdan jî xwend û encam(!)

  • 22 Sermawez 2020

Osman Sebrî: Ho xwendayê kurd.“Ma zanî çiqas gelê te şaş e?Ji ber şaşiyê gelek li paş e,Ji hezar salan ew her bindest e,Ji ber ku bêvac ramanperest e,Wî ramanek nekir...

Fetîşîzma medreseyan û ferhenga wêjeya klasîk

  • 30 Tebax 2020

Fetîşîzma medreseyan:Bi ya min ku sersebebeke rewşa me ya îroyîn mîr bin sersebebek jî medresen e!  Tê zanîn, a yekem a mîrîtiya Merwaniyan e. Ew bi...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

PEN’a Kurd xelat dan çar rewşenbîr kedkarên wêjeya kurdî

ad

Ji Kûpaya Cîhanê notên ku derketin pêş

ad

Ji bo Kobanî bang li endamên tenduristiyê hat kirin

ad

'33 Gule, Dîroka di Şînê de' bi kurdî derket

ad

Xalên li ser kuştina Hesen Nasrallahî

ad

NY'yê ji bo kurdan rexne li Sûrî kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname